13 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Serxwebûn nasnameya azadiyê ye

Du  rojnamegerên Çapemeniya Azad Munawer Karademîr, Pinar Ural û aktivîsta TJAyê Dorşîn Gok li ser zimanê çapemeniyê yê ku jinan guhertiye axivîn.

Çapemeniya Azad bi salan e bûye reng û dengê  civakê. Nasnameya kurdan ya bîrdozî, siyasî, civakî, felsefî, çandî, hunerî, ziman û wêjeyî bi ragihandinên xwe temsîl kiriye.

Di vê wateyê de rojanameya yekemîn ku weke destpêka Çapemeniya Azad a serbixwe tê pejirandin rojnameya Serxwebûn e. Mirov dikare bibêje ku Serxwebûnê wek zanîngeha felsefe, zanist, bîrodozî û siyasî ya kurdan xebatên xwe meşandiye.  Herwiha Serxwebûn nasnameya çanda herî berxwedêr a rewşênbîrî û xeta nasnemeya azadiya jinan û ya gelê kurd e.

Serxwebûn nirxa zindî ye

Serxwebûnê di 6ê îlona sala 1978an de bi manşeta “Serxwebûn Rola Xwe Didomîne” yekem car dest bi weşanê kir. Serxwebûn weşana navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe yên derheqê Serxwebûnê de wiha dibêje: “Cesareta me ya weşandina rojnameya Serxwebûnê bi derfetên pir sînordar, di rojên ku faşîzma 12ê îlonê bandora xwe di hemû aliyan de ferz kiribû de, bi serê xwe gavek girîng e. Berî vê yekê jî, hewldana me ya yekem a weşandina Serxwebûnê ya di sala 1978an de jî pir girîng e. Ji ber vê yekê, divê em bibêjin ku serdema rastîn a Serxwebûnê bi şêweyê xwe yê niha di sala 1978an de dest pê dike. Kevneşopiya Serxwebûnê ji wê yekê tê ku ew dengê herî xurt ê ramana serbixwe û ronakbîriyê ye di dîroka me de. Ew hêza herî xurt a ramana serbixwe ye”. Herwiha Tevgera Azadiya Gelê Kurd û ya hemû gelên mazlûm yên wek partî û rêxistinên siyasî yên her çar aliyên Kurdistanê, heta Rojhilata Navîn û hemû cîhanê, bi derxistina rojnameyan, kovaran felsefeya xwe ya jiyanê, helwesta xwe ya bîrdozî û armancên têkoşîna xwe ji gel û raya giştî ya cîhanê re ragihandine. Ev jî tê wê wateyê ku Serxwebûn ne tenê dengê ragihandinê ye, ew di heman demê de nirxa herî zindî ya rastirîn ramana azad a vegotina heqîqeta jiyanê ye.

Herwiha Çapemeniya Azad wek kevneşopiyekê bi rojnameya Serxwebûnê destpêkir, wek hêza herî xûrt û mezin a berxwedêriya dengê heqîqedê, xwebûn û xwesweriya xwe parast û hebûna xwe berdewam kir. Piştî Serxwebûnê bi dehan rojname, kovar, radyo û televizyon hatin derxistin û bûn hêza herî xûrt a dengê azadiyê di asta cîhanê de.

Ozgur Halk  kovara teorîk a mehanebû ku di 15ê mijdara 1990an de dest bi weşanê kiriye. Di vê kovarê de bi giranî nivîsên kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê û gelek nivîsên girtiyên zindanan wek perspektif dihatin weşandin. Ji ber vê yekê jî di serî de edîtorên kovarê û gelek xebatkarên wê hatin girtin. Kovara ku di sala 2010an de hat girtin, di sala 2014an de ji nû ve weşana xwe berdewam kir.

Azadîya Welat dibistana ziman

Di 22yê sibata sala 1992yan de rojnameya Welat, di sala 1994an de rojnameya Welatê Me, di sala 1996an de Azadiya Welat dest bi weşanê dikin . Rojnameya Azadiya Welat, ku li Stenbolê dest bi weşanê kiribû, di sala 2003yan de li kok û axa xwe vegeriya û navenda xwe anî Amedê. Herwiha weşangeriya kurdî bi gelek navên cuda wek; Rojev, Dengê Welat, Welat, Hawar, Rojeva Welat, E-Rojname û îro jî bi Xwebûn û Ajansa Welat bi hêzeke herî xurt berdewam dike. Bêguman ji destpêka van rojnameyên ku me navên wan li jor daye û heta niha di serî de keda dilsoza zimanê kurdî Sêvê Demîr û keda bi sedan jinan di çapemeniya azad a kurdî de heye.

Bi boneya salvegeriya rojnameya Serxwebûnê ku di 6ê Îlona sala 1978an dest bi weşanê kir û heta îro hebûna xwe parastî. Wek kevneşopiya wê çapemeniya azad ku di her dem û li her deverê dengê heqîqetê bilind kir, dêkoşîneke bêhempa dayîn û bi taybetî jî çapemenî û weşangeriya jinan bi pêşxistin.

Me wek rojnameya xwebûnê bi xebatkarên çapemeniya azad Munawer Karademîr, Pinar Ural û aktivîsta TJAyê Dorşîn Gok re axivîn.

Jin li dijî pergala serdest têdikoişn

Ji wan jinên kedkar yek jî xebatkara bi salan a Çapemeniya Azad a kurdî Munawer Karademîr e. Munawer Karademîr nêrînên xwe yên li ser dîroka Çapemeniya Azad û rojnamegeriya jinên kurd wiha anî ziman: “Dîroka rojnamegeriyê ya jinên kurd bi qasî  çapemeniya giştî ya kurd kevnar e. Jinên kurd li qada çapemeniyê ku wekî gelek qadan, qada mêran dihat hesibandin de dest bi kar kirin. Rol û rista jinan ku ji bo wan ji aliyê pergala serdest ya mêr ve hatibû dayîn li vê qadê jî li jinan dihat ferzkirin. Lê jinên kurd li dijî pergala mêrserdest têkoşîna xwe domandin û dengê jinan li vê qadê dan bihîstin. Jinên kurd di qada çapemeniyê de bi gelek zextan re rû bi rû man. Jinên kurd ên rojnameger bûn dengê bêdengan, bûn dengê jin û zarokan û bûn dengê hemû bindestan. Herwiha jinên rojnameger zimanê mêr ê serdest jî guhertin û bi zimanekî estetîk ku mafê jin, zarok û xwezayê diparêze rojnamegeriya xwe domandin. Çapemenî qada herî zêde bandora xwe li ser civakê dike ye. Ji ber vê  têkoşîna jinan a di çapemeniyê de bandoreke erênî li ser civakê kir. Jinan tenê tundiya li ser jin û zarokan  teşhîr nekir. Wan êrişên hovane yên pergala kapîtalîst li ser xwezayê jî teşhîr kir û têkiliya jin û xwezayê nîşan da. Hêz dan jinan û hêza jinan bi wan dan nasîn. Di heman demê de wan ji bo ku jin xwe bi rêxistin bikin bi rêbaza nûçeyên ku çêkirin rêya rêxistinbûnê nîşanî jinan dan.  Wan nîşanî jinan da ku ew nîvê civakê ne û heta ku nîvê vê civakê azad nebe wê civak jî azad nebe. Jinên kurd ên rojnameger ku bi salan bi zimanê kurdî yê qedexe wêşangeriyê dikin û ji ber vê weşana xwe dibin hedefa dewletê û saziyên wan tên girtin, bi nûçeyên ku çêdikin dibin dibistana zimanê kurdî.”

Jin bûn rêwiyên azadîyê

Ozgur Gudemê di 26ê nîsana 1993yan de dest bi weşanê kir, li Tirkiyeyê yekemîn gerînendeya  giştî ya weşanê ya jin, xwediyê gotina “Min çîya di dilê xwe de nexşandin” Gurbetellî Ersoz bû. Sembola dengê berxwedana Çapemeniya Azad Gurbetellî Ersoz li dijî zext, girtin, kuştina xebatkarên çapemeniyê û bombakirina nûnertiyên rojnameyê tev li PKKê dibe û ew di 7ê cotmeha 1997an de li çiyayên ku wê “dilê xwe lê nexşandibû” di rêya dengê azadî û heqîqetê de dibe nemir. Li ser kevneşopiya Gurbetellî Ersoz, bi hezaran jin bûn rêwiyên vegotin û ragihandina dengê azadî û heqîqeta jiyanê.

Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Pinar Ural der barê xebatên ku rojnemgerên jin dimeşînin de axivî û wiha got: “Di tevahiya dîroka çapemeniya azad de, jinan wekî nivîskar, rojnameger, weşanger û edîtor pêşengiya guhertina civakî kirine. Li dijî astengiyên ku hişmendiya mêrperest a serdest derxistiye pêşiya wan jî, jinan bi saziyên ku avakirine statuya jinan di nav civakê de pêşxistine. Dengên ku hatibûn qutkirin kirin manşet. Ev yek bû sedem ku mêr di kesayeta xwe de daxwaza guhertinê bikin. Rojnamegerên jin ên kurd, bi rêya çapemeniyê, pirsgirêkên azadiyê raxistin ber çavan û bûn pêşengên herî bi hêz ên guhertina civakê. Medyayên civakên mêrsalar ku bi nasnameyên bîrdoziya mêrane tên avakirin, di heman demê de hêza herî xurt a avakirin û parastina hişmediya mêrperest in. Taybetmendiyeke din a zimanê mêrane heye ku ew jî hêrs, nefret, destdirêjî û zimandirêjiya li ser jiyana jinan pêş dixe. Têkoşîna Çapemeniya Azad li dijî vê yekê pir girîng e. Ew çand û zimanê zayendperest û pêşdaraz ên serdest dixe ber lêpirsînê. Her ku jin pêş ketin, ziman guherî û vê guherînê mêr jî guhertin. Rojnamegerên jin her ku çû hejmara xwe zêde kirin û rêxistinbûna xwe xurt kirin. Bêguman vê rêxistinbûnê bandora xwe li ser medyaya herêmî û neteweyî jî kir. Hişmediya mêrperest a ku jin li qadê wek rojnameger nedihesiband neçar ma ku rojnamegerên jin qebûl bike. Em dikarin bibêjin ku bi saya rojnamegerên jin ên kurd di normên civakî de serketineke mezin hat bidestxistin. Ji bo mezinkirina çapemeniya jinan beşdariya jinan girîng e.”

Hêviya Jinê di navbera salên 2008-2010an de wek Kovara Hêviya Jinê ji sê mehan carekî derdiket. Hêviya Jinê, xeta herî diyar ya nasnameya bîrdozî, siyasî, çandî, hunerî û perspektîfa xwerêxistinkirina Tevgera Jinên Kurd bû. Mirov dikare bibêje ku Hêviya Jinê ji bo her jineke kurd dibistana ilmî û xwenasînê bû.

Jinan bi perspektîfa xwe têkoşîyan

Aktivîsta TJAyê Dorşîn Gok ya ku berê xebatkara Hêviya Jinê bû der barê çapemeniya azad û bandora wê ya li ser civakê de ev tişt anîn ziman: “Mixabin civaka me bi temamî bi hişmendiya zayendperest  şêwe girtiye. Çapemeniya jinê bi ramana jin jiyan azadî li hemberî zayendperestiyê tekoşîneke  guhertin û veguhertinê meşand. Bi giştî mirov li mecrayên çapemeniya giştî binêrê dê bibîne ku li hemberî jinan gotinên zayendperest zêde ne. Di rewakirina pergala zayendperest de vê nêzîkatiyê roleke sereke pêkanî. Tekoşîna jinên kurd û pê ve girêdayî fikra ‘jin jiyan azadî’ li hemberî vê ferasetê rêyên nû şîn kir û di gelek aliyan de guhertinên mezin pêk anî. Di nêrîna 8 Adarê de mirov bi awayekî pratîk vê guhertinê dikare bibîne. Êdî jin bi rengê xwe, xwe dide xuyakirin. Çapemeniya jinan gelekî pêş ket. Bi pêşketina çapemeniya jinan re zimanê çapemeniya giştî jî guherî. Jin êdî bi têgeh û nêrînên aydê xwe bûyeran dinirxîne û biwate dike. Bi perspektîfa xwe geşedanan şîrove dike. Lê ji bo feraset û zimanê zayendperest bi tevahî biguhere hewcedarî bi xebat û helwestên mezintir heye. Çapemeniya Azad mîrateyeke mezin ji me re hişt. Ji Gurbetellî Ersozan bigihere heta Nûjiyan, Gulistan, Nazim, Cîhan û Azîzan. Hemûyan têkoşîneke bênavber a heqîqetê meşand.”