12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Jiyan dê li Almanya konserê bide

Agirê Jiyan, piştî 7 salan dê li Dusseldorfê konsera xwe ya ewil bide.

Agirê Jiyan komeke navdar a muzîka Kurdî ye û xwedî gelek stranên hît e. Kom piştî sala 2018an ket nav bêdengiyekê. Li gorî nûçeya ANFê; endamên koma Agirê Jiyan li Almanyayê dîsa li hev civiyan. Ev bû çend meh bi hev re provayan dikin. Art Recordsê ji bo Agirê Jiyan konserek amade kiriye. Konser dê di 6ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorfê saat 20:00ê de dest pê bike. Cihê konsêrê jî Capitol Theater Düsseldorf e.

Roja Şemiyê ji bo Agirê Jiyan û hezkiriyên wan rojekê dîrokî ye. Kom piştî 7 salan cara yekemîn e ku konserekê bide. Agirê Jiyan dibêje: “Werin em stranên xwe bi hev re bêjin. Stranên ku xwedî bîranîn, dîrok û nostaljî ne.”

Hunermendên ku wê sibe derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin:

Solîst: Alî Geçîmlî

Solîst & Gîtar: Şener Yildiz

Solîst: Eylem Aktaş

Vokal: Asli Zelal

Klavye & Orkestra Chef: Amed Tabar

Keman: Nûrê Dilovanî

FlÛt & Saksafon: Dilvan Ronî

Mey & Zirne & Tulum: Emrah Oguzturk

Saz: Bulent Yildirim

Dahol: Mûrat Vural

E-Gîtar: Bariş Boyraz

Koma Agirê Jiyan heta niha 4 albûmên bi navên “Adarê (Adara 1996an)” , “Helîn (1999)”, “De Were (2006)” û “Aştî (2014)” derxistiye.