Berpirsê ofîsa ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê Seîd Meîn ji medya Iraqê re ragihand ku operasyonên hêzên ewlehiyê ji bo kontrolkirina Wadî Huran gaveke stratejîk a girîng ya li parêzgeha Enbarê ye.
Seîd Meîn da zanîn ku ji bo paqijkirina gelek deverên ku di destê DAIŞê de, gelek operasyon hatin lidarxistin.
Seîd Meîn got: “Tedbîrên ku ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî ve ji bo kontrolkirina Wadî Huran hatine girtin, rola DAIŞê bi dawî kiriye. Bi taybet ji ber ku berê ew dever ji aliyê DAIŞê ve ji bo pêkanîna êrîşên di nav welat de dihat bikaranîn. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi temamî herêma Wadî Huran kontrol kirine ku ev derbeyek kujêr a li dijî çeteyên DAIŞê ye. Niha herêm arame û çete lê tune ne.”