12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Netanyahû îlhaqkirina Şerîa Rojava ji rojeva civînê derxist

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû îlhaqa Şerîa Rojava (Bi gotina xwe 'Yehûda û Şomron') ji rojeva civîna roja pêncşemê derxist.

Biryar piştî wê yekê hat ku Îmaratên Ereb ên Yekbûyî plan weke ‘xeta sor’ pênase kir, hat wergirtin.

Di civînê de li şûna îlhaqê wê rewşa ewlekariyê ya li Şerîa Rojava bê nirxandin. Yekîneyên ewlekariyê yên Îsraîlê hişyariyê didin ku ji ber krîza aboriyê ya giran a li herêmê û nearamiya siyasî ya li herêmê rîska ‘teqînê’ heye. Li aliyê din hat îdîakirin ku bi saya operasyonên leşkerî êrîş kêm bûne.