Nobeta ku ji 25ê Çileya 2021an vir ve her Çarşemê li Qada Nationsê tê lidarxistin, tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di heman demê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê tîne rojevê.
Nobeta vê hefteyê di salvegera şehadeta Têkoşîn Amed (Zelal Kartal), Gulnaz Ege (Nûran Er), Welat Amed (Azad Başal) û Delîl (Vedat Yilmaz) de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Ji bo aştiyê gavek şênber nehatiye avêtin
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn daxuyaniya heftane da û banga 27ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha anî ziman: “Ji wê demê heta niha dewleta Tirk ji bilî gotinan, gavek jî ji bo aştiyê neavêtiye. Berevajî vê, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo berdewam dike, êrîşên dagirkerî û êrîşên yên li ser Kurdistanê zêde bûne.”
Osman Tekîn anî ziman ku tecrîda giran a li Îmraliyê, hiqûqa navneteweyî û rêzgezên mafên mirovan binpê dike û bang li saziyên wekî Konseya Ewropayê, CPT û NYê kir û wiha domand: “Saziyên navneteweyî, bi bêdengiya xwe bûne hevkarê tecrîdê. Ger ew bi rastî alîgirên mafên mirovan û aştiyê ne, divê dawî li vê bêdengiyê bînin û erkên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cîh bînin. Gelê Kurd xwedî tecrûbeya ku hem aştiyê û hem jî şer pêşwazî bike. Gelê me li dora paradîgmaya Rêber Apo bi awayekî rêxistinkirî ji aştiyê re amade ye. Ev gel wê berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û tinekirinê bidomîne.”
Divê statuya Rojava bê nasîn
Osman Tekîn bal kişand ser êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ên di mehên dawî de li Rojava zêde bûne û anî ziman ku ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî îradeya jiyana azad a hemû gelên Rojhilata Navîn e û got: “Bi êrîşên li ser Rojava re hewl didin pergala demokratîk a rizgariya jinan têk bibin. Bêdengiya hêzên navneteweyî nayê qebûlkirin. Divê statuya Rojava were naskirin û rêz li îradeya demokratîk a gel were girtin.”
Şertê pêşîn ê aştiyê: Azadiya Abdullah Ocalan e
Osman Tekin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şertê pêşîn ê aştiyê misogerkirina şert û mercên xebata azad a Rêber Apo, naskirina statuya Rojava û demildest rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ye. Gelê Kurd amade ye ku ji bo aştî, azadî û berxwedanê bedel bidin.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya nobetê heta saet 17:00ê êvarê berdewam kir.