Çeteyên dewleta tirk stasyona ava vexwarinê ya bajarê Qanaya yê rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de tora kehrebeyê ya ku pê stasyon dixebite, rawestiya. Lewma şêniyên herêmê êdî bê av in.
Tîmên pisporên sererastkirinê yên Desteya Enerjiyê hewl didin xwe bigihînin stasyonê û wê çak bikin.