11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Bolûyê 6 girtî hatin berdan, tehliyeya 2 girtiyan hate taloqkirin

Têkildarî tehliyeya 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ku 30 sal in tên rehîngirtin û gelek caran tehliyeya wan dihat taloqkirin, biryara berdanê hate standin û tehliyeya 2 girtiyan jî hate taloqkirin.

Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê 6 girtiyên ku beriya niha 4 yan jî 8 caran tehliyeya wan hatibû taloqkirin, hatin berdan. Desteya Rêveberî û Çavdêriyê îro civînek li dar xist û biryara tehliyekirina 6 girtiyan stand û tehliyeya 2 girtiyan jî paş xist.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Desteya Rêveberî û Çavdêriyê derheqê Nedîm Yilmaz ê ku tehliyeya wî 8 caran, Abdullah Çelîk ê tehliyeya wî 7 caran, Ataş Gobe yê ku tehliyeya wî 4 caran û Mûzaffer Akiş, Sabrî Kaya û Sînan Turkmen ên ku tehliyeya wan 5 caran hatiye taloqkirin de biryara tehliyekirinê standiye.

Desteyê tehliyeya Ahmet Abdî Îbrahîm ê ku tehliyeya wî 4 caran hatiye taloqkirin û ya Hîkmet Akbaş ê ku cara ewil e derdikeve desteyê paş xist.