Geşedanên ku ji cotmeha 2024an vir ve di hêla siyasî û civakî de di mijara kurdan de pêk tên, ji aliyê birêz Ocalan ve wekî damezirandina “Aştî û Civaka Demokratîk” hat binavkirin. Destpêka geşedanên bi serdana serokê MHPê Devlet Bahçelî li koma meclîsê ya DEM Partiyê dest pê kir û di 22yê cotmeha 2024an de bi axaftina Bahçelî ya li meclîsa Tirkiyeyê gihîşt asteke şênber. Bahçelî di axaftina xwe ya meclisê de birêz Ocalan vexwend meclisê û wiha got: “Bila Ocalan were meclîsê. Di koma DEM Partiyê de biaxive û rêxistina xwe fesih bike. Wê demê dê tecrîd jî bê rakirin û dê karibe ji mafê hêviyê sûdê bigire. Bila zagon jî bên sazkirin. Eger di vê mijarê de her kes bi tifaq be, em ne bi tenê destê xwe, em ê laşê xwe jî ji bo vê yekê bikar bînin.”
Ev vexwendin ji bo siyaseta Tirkiyeyê tiştekî nû û balkêş bû. Eger ku Bahçelî û yên ku Bahçelî didin axaftin dilsoz bin, vê vexwendinê rêyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan vekir. Ew rê ji rêya çareserkirina pirsgirêka kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê, ji zemîna şer û tundiyê ber bi zemîna siyasî û hiqûqê ve dibe. Li ser vê vexwendinê Birêz Abdullah Ocalan înîsiyatîf girt û bangek li raya giştî, partiyên muxalîf ên Tirkiyeyê, li dewletê û li desthilatdariyê, li gelê kurd û li rêxistina xwe kir. PKKê jî guh da bangewaziya Abdullah Ocalan û di serî de biryara agirbesta yekalî girt, li dû re di kongreya xwe ya 12emîn de biryara fesihkirina xwe girt û di 11ê tîrmehê de çekên xwe şewitandin.
Lê vexwendin, soz û bextê Bahçelî hêj li Meclîsa Tirkiyeyê di dîroka 22yê cotmeha 2024an de sekinandiye. Ne yên ku Bahçelî dan axaftin ne jî ji desthilatdariya Tirkiyeyê ji bo vê sozê bînin cih tiştek nekirine. Hê tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome. Hê jî ji bo bikaranîna “mafê heviyê” zagon nehatine derxistin. Hê jî rê li hiqûq û siyaseta demokratîk nehatine vekirin. Hê jî peyvên wek “Tirkiya bê terorê”, “serokê terorê”, “teqez bazari tuneye” yên ku civaka Kurd diêşînin tên bikaranîn. Komîsyona ku ji bo meseleya Kurdan û demokrasiya Tirkiyeyê nîqaş bike hatiye damezirandin, axaftina dayikên aştiyê ya bi Kurdî qedexe kir. Birêz Abdullah Ocalan û rêxistina wî pêwîstiya vexwendinê û aştiyê çi bû, bi cih anîne. Lê dewlet û desthilatdarî nizanin çi bikin. Aştiya bi kurdan re wekî tiştekî xwe biçûkbûnê dibînin, demokratîkbûna komarê wekî lawazbûnê dibînin. Li hember aştiyê û demokrasiye astengiyeke din jî statukoya Tirkbûnê ye. Lewma dewlet û desthilatdarî dîsa ezberên xwe yên sedsalî dubare dikin. Lê nûneriya bloka desthilatdariyê, van rojên dawî peyva “xeta sor” jî pir bi kar tînin.
Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan dibêjin “xeta sor”, ji bo azadiya girtiyên siyasî dibêjin “xeta sor”, ji bo gerîlayên ku çek danîne beşdarbûna jiyanê û bi mafê siyasetê dibêjin “xeta sor”, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê dibêjin “xeta sor”, ji bo pênasekirina hiqûqî û siyasî ya hemwelatiyê dibêjin “xeta sor”. Ku ji bo hemû pêwîstiyên aştiyê û demokrasiyê tuyê bêjî “xeta sor”, gelo pêşniyara te ya ji bo aştiyê û demokrasiyê çi ye? Dema ku tu ji bo hemû pêwîstiyan bêjî “xeta sor”, wê demê dê Kurd jî “xetên xwe yên sor” rêz bikin. Ma qey ji bo te “xeta sor” heq e, ji bo Kurdan kebehet e?
Helwesta “xeta sor” ew e ku ji çareseriyê tu planek tune ye. Dixwaze bi zorê xwe li ser civakê an jî li ser gelê kurd ferz bike. Dema ku bi vê helwestê bî: dîrokê nivîsiye û civak jî şahid e ku gelê kurd sedsal e ev ‘xweferzkirina’ bi zilm û zordestiyê qebûl nekiriye. Lê ji bo aştiyê û demokrasiyê jî amade ye. Eger ev sekna Kurdan şaş were nirxandin, ew ê Tirkiye û Rojhilata Navîn tev zirar bibînin. Dema tu bêjî aştî û demokrasi dibê tu aliyek xwe li ser aliyê din ferz neke. Rêya demokrasî û aştiyeke mayînde di diyalogê de ye. Helwesta “xeta sor” xitimandina rêya çareseriyê ye. Ji bo çareseriyê divê her alî li ser sozê xwe be. Tişkên ku hatine gotin û tiştên pêwîstiya pêvajoyê pê heye, divê bi lez bên cih. Ji ber wê divê di serî de Bahçelî soza xwe bi cih bîne. Divê Birêz Ocalan ji mafê xwe yê hêviyê sûdê bigire û di aliyê fizîkî de azad bibe. Piştî vê divê lazimiyên ji bo pêwîstiyên aştiyê û demokrasiyê bên cih. Yên ku ji pratîzekirina van pêwîstiyan birevin, ew ê di wijdanê civakê û dîrokê de bên mehkûmkirin.