Li gorî daneyên fermî yên hatin nûkirin, ji ber erdhejê herî kêm hezar û 411 kes mirin, 3 hezar 124 kes jî birîndar bûn.
Ev bîlanço weke yek ji bîlançoyên herî giran ên erdhejên salên dawî yên li Afganistanê tê dîtin. Ji ber erdhejê li gundên li eyaletên Nangarhar, Kunar û Laghmanê bi hezaran xanî li gundên çiyayî hilweşiyan.
Herî zêde li eyaleta Kunarê mirovan jiyana xwe ji dest dan. Tîmên rizgarkirinê hîn jî hewl didin xwe bigihînin kesên di binê enqazê de mane.
Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî Idrika Ratwatte li Cenevreyê axivî û anî ziman ku erdhejê dibe ku bandor li sed hezaran kesî kiribe.
Afganistan li rêzeçiyayên Hindukuş e ku plakayên tektonîk ên Avrasya û Hint lê digihêjin hev, lewma gelek caran erd lê diheje. Sala 2023yan li wîlayeta Heratê di erdheja bi 6.3 pileyî de hezar û 500 kes miribûn, 63 hezar xanî hilweşiya bûn.