Rapora “EngelliWeb 2024” ku ji aliyê Komeleya Azadiya Îfadeyê (IFOD) ve hat weşandin, asta sansura înternetê ya li Tirkiyeyê raxist pêş çavan.
Li gorî raporê, li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî sansur dewam dike û heta dawiya sala 2024an milyonek 264 hezar û 506 navê qad û malperên înternetê hatin astengkirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku sansur êdî ne hewldaneke îstîsnaî ye, lê belê bûye parçeyek ji karê ji rêzê yê rêveberî û dadgeriyê.
Li gorî salan, hejmara qadan ên hatine astengkirin bi vî rengî ye:
2018: 347.445
2019: 408.494
2020: 467.011
2021: 574.798
2022: 712.558
2023: 953.415
2024: 311.091
Bi giştî 852 saziyên cuda û dadgehan bi milyonek 78 hezar û 348 biryaran weşan qedexe kirin.
Hin ji naverokên hatine qedexekirin bi vî rengî ne:
270 hezar navnîşanên URL
17 hezar hesabên Twitter/X
75 hezar tweet û parvekirin
25 hezar 500 dîmenên YouTube
16 hezar 700 parvekirinên Facebook
16 hezar parvekirinên Instagram
Çapemeniya Azad
Raporê her wiha nîşan da ku saziyên çapemeniya azad ên weke Ajansa Mezopotamya (MA), JINNEWS û ETHA bûne hedef. Hate ragihandin ku navê qadan ên van ajansan gelek caran hatin astengkirin û hesabên wan ên medya dîjîtal hatin girtin.