Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) di raporek xwe de diyar kir ku hêzên Hikûmeta Veghêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê di meha tîrmehê de, dema bûyerên tundiyê li Siwêdayê 46 sivîl înfaz kirine. Rêxistinê da zanîn ku bûyerên înfazkirinê di navbera 13 û 17ê tîrmehê de li mal, dibistan, nexweşxane, salonên şahiyan û deverên din pêk hatine. Rêxistinê aşkera kir ku 2 jin û 44 zilman hatin înfazkirin.
Rêxistinê aşkera kir ku wan belge û dîmenên heyî lêkolîn kirine. Di wir de diyar dibe ku zilamên bi cilên leşkerî û ewlekariyê yên fermî, sivîlan înfaz dikin. Di heman demê de nêrîna şahidên bûyerê hatin girtin û lêkolîna çekên hatine bikaranîn hatin kirin.
Amnesty da zanîn ku li ser cilên 4 kesên çekdar ku di dîmenan de xuya dibin “îşaretên reş” ên girêdayî çeteyên DAIŞê hene, lê DAIŞê êrîşa dijî Siwêdayê li xwe negirt.
Di tîrmehê de li Siwêdayê di navbera şervanên xwecihî yên Siwêdayê û hêzên hikûmeta veguhêz û komên girêdayî wê de şerekî dijwar rû da.
Li gorî amarên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di êrîşê de jin û zarok jî di nav de 789 sivîlên durzî hatin înfazkirin. Çalakvana sûriyeyî Diyana Seman ji Amnesty daxwaz kir ku lêpirsîneke serbixwe der barê komkujiya Siwêdayê de bide destpêkirin. Da ku sûcdar werin darizandin.
Piştî komkujiya li Siwêdayê Hikûmeta Veghêz a Sûriyeyê rêyên ketin û derketina Siwêdayê girtin û embargo ferz kir. Heta çend hefteyan rêya çûn û hatina ber bi Şamê û Siwêdayê ve hatibû girtin, dûre hat vekirin.