Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşketinên girîng diqewimin. Piştî hilweşîna Hamas, Hizbullaha Libnanê û Rejîma Beşar Esad li herêmê rastiyeke nû derket holê. Bi şerê Îsraîl û Îranê re, ev rewş derbasî merhaleyeke din bû. Rastiya em behsa wê dikin ew e ku sînorên sed sal berê li gorî berjewendiyên hêzên derve hatine xêzkirin, ji nûve tên dizaynkirin.
Îngîlistan, Îsraîl û Amerîka xwediyên vê dîzaynê ne. Armanca vê dîzaynê netew dewlet û despotiya li Rojihata Navîn e. Hêzên derveyî van jî li gorî pêşketinan pozîsyonê digirin. Îran hedefa yekemîn bû. Hemû hêzên wê yên wekîl hatin têkbirin û herî dawî darbeyeke mezin lê hat xistin. Îranê li dijî van êrîşan nekarî berxwedaneke micîd nîşan bide. Paşve gav avêt û bi tawîzan hewl dide rejîma xwe ya despot li ser piyan bigire.
Ji bo Îranê em dikarin bêjin ku pêvajoya hilweşandina rejîma mola hat destpêkirin. Dibe ku car caran navber bê dayîn. Lê ku rejîma despot a Îranê xwe demokratîk neke û mafên gelan nede, nikare xwe ji hilweşînê xilas bike. Pêvajoya Îranê deh sal, a Sûriyê jî 15 sal girt. Îran ji ber rewşa xwe ya demografîk û coğrafî dibe dirêjtir bibe lê encam cuda nabe.
Hêzeke din a di hedefa vê guherînê de jî dewletên ereb in. Ji xwe Libya, Lubnan, Yemen, Îran û Sûriye di nav kaosê de ne. Di pêvajoya teşegirtin û teşedayînê de ne. Piraniya wan hewl didin bi Îsraîl, Îngilistan û Amerîkayê re rêyeke lihevhatinê peyda bikin. Stratejî û siyaseta xwe li gorî hêzên herêmê dizayn dikin, pêş dixin.
Hêzeke din a herî zêde ji dîzayna nû bandor bibe jî Tirkiye ye. Li aliyekî hest û helwestên emperyal dixwaze ji nûve xewna osmantiyê bibîne û bibe hêzeke hegemonîk a herêmê. Li aliyê din ketiye nav tirs û xofa parçebûnê. Ji ber vê yekê polîtîkayên bi nakokî dimeşîne. Ne hêza wê ne jî rastiyên herêmê destûr nade ku xewna xwe bi cih bîne.
Li aliyekê ji tirsa parçebûnê bi Rêberê Gelan Rêzdar Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd re pêvajoyek da destpêkirin û hewl dide bimeşîne. Li aliyê din jî hewl dide ku polîtîkayên tevkujiya kurdan temam bike. Ji ber vê nakokiyê gotin û kirinen wê hevdû nagire. Ji ber ku armanca sereke temamkirina tevkujiya gelê kurd e. Di pêvajoya ku daye destpêkirin de jî gavan navêje. Polîtîkayên xapandinê dimeşîne.
Gelê ku herî zêde ji van guherînan bandor dibe gelê kurd û Kurdistanê ye. Bi polîtîka û stratejiya xwe hêza herî zêde li herêmê dibiriqe gelê kurd e. Li aliyê din di bin talûkeya îmhayê de ye. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan livdanên guherîn û veguherînê yên kurevî û herêmî dîtin û mûdaxaleyî vê pêvajoyê kir. Bi gavekê du armanc danîn pêşiya xwe. Armanca yekemîn ji konjoktûrê fayde bigire û statûya gelê kurd misoger bike. Armanca duyemîn jî li hemberî talûkeyan pêkanîna guherîn û veguherîna Tevgera Azadiyê û gelê kurd e.
Niha kişikek tê lîstin û her hêz lîstîka xwe dilîze. Kaos berdewam dike. Her hêz hewl dide rîskan berteraf bike û pozîsyona xwe bi hêz bike. Niha xala lîstik lê kûr bûyî Sûriye ye. Rêber Abdullah Ocalan bi pêvajoya dayî destpêkirin derfetên mezin raxistin ber piyên Tevgera Azadiyê û gelê kurd. Ku di vê demê de têkoşîn bê mezinkirin, pêşiyê li Rojava statû dê bê bi destxistin û pişt re li Bakur dê heman pêvajo berdewam bike.
Bi vê boneyê Rêber Apo stratejî danî holê û dimeşîne. Gel bi stratejiya Rêber Apo bi bawer û hêvî ye. Divê qadroyên têkoşer jî li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û dîasporayê bi her awayî têkîşonê mezin bikin. Ji bo Rojava dîplomasî, ji bo Bakur serdema girsebûyîn û daketina qadan, ji bo Rojhilat seferberiya rêxistinbûn û mezinkirina hêzên çekdarî, ji bo Başûr jî yekbûyîn û alîkarî û piştgiriya parçeyên din e.
Divê hemû kurd ji bo vê bixebitin û ji bo van armancan di nav liv û tevgerê de bin. Ji bo em talûkeya tevkujiyê berteraf bikin, firsetên heyî bikar bînin û sedsaleke din winda nekin roj roja hevgirtinê û têkoşînê ye.