Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014an de biryar dabû ku Tirkiye mafê hêviyê pêk bîne. Piştî 10 salan Konseya Ewropayê di îlona 2024an de ji Tirkiyeyê xwest ku heta salekê di aliyê mafê hêviyê de zagonên xwe biguherîne. Lê salek derbas bû û heta niha dewleta Tirkiyeyê di aliyê hiqûqî û zagonî de tu guhertin pêk neanîne.
Têkildarî mafê hêviyê û helwesta Tirkiyeyê ya li dijî mafê hêviyê Prz. Cuneyt Canîş nirxandin kir. Parêzer Cuneyt Canîş, anî ziman ku ji destpêkê heta niha li Girîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bêhiqûqî heye û wiha got: “Piştî ku parêzeran ji bo bêhiqûqiyê serî li DMMEyê dan, DMMEyê di 2014an de biryar da û xwest bi awayekî teqez mafê hêviyê bê parastin. DMMEyê di biryarê de diyar kir ku girtiyên cezayê muebeta giran li wan birîne divê heta dawiya temenê xwe girtî nemînin û ji mafê hêviyê sûdê bigirin. Xwest mafê hêviyê ku mafekî herî xwezayî ye bi zagonê têxin meriyetê.”
Tecrîd didome
Prz. Cuneyt Canîş anî ziman ku ji 1999an heta îro tecrîd didome û wiha got: “Tecrîda ku ji 1999an dest pê kiriye, piştî biryara DMMEyê ya 2014an jî bênavber berdewam kir. Dewleta Tirk ji 2014an heta niha ji bo mafê hêviyê tu guhertin nekirine. Erka xwe ya guh bide biryarên DMMEyê pêk neaniye. Ev nîşan dide ku biryarên DMMEyê qebûl nake. Divê Tirkiye di hiqûqa xwe ya hundirîn de li gorî vê biryarê guhertinan pêk bîne. Lê li gel ku DMMEyê Tirkiye mahkûm kiriye jî dîsa di aliyê hiqûqî de tu gav neavêtine. Lê divê mirov li vir nêzikatiya DMMEyê jî bibîne.”
‘Dewleta Tirk tu gav neavêtine’
Cuneyt Canîş, da zanîn ku tê dîtin ku Konseya Ewropayê (KE) jî erka xwe pêk nayne û wiha lê zêde kir: “Divê KE Tirkiyeyê bişopîne ku çima erka xwe ya hiqûqî pêk nayne. Mixabin KEyê ji 2015an heta 2024an biryara ku DMMEyê der barê Dewleta Tirk de dabû neşopandiye. Di îlona 2024an de Konseya Ewropa salek da Tirkiyeyê û xwest heta îlona 2025an ji bo mafê hêviyê di zagonên xwe de guhertinan pêk bîne. Salek derbas bû, lê heta niha Dewleta Tirk ji bo guhertina vê rewşê hîn gaveke şênber neavêtiye. Ji bo di aliyê zagonî de rê li pêşiya mafê hêviyê veke, heta niha tu gav neavêtiye.”
‘Di şertên tecrîdê de çareserî nabe’
Prz. Cuneyt Canîş da zanîn ku di vê pêvajoya tecrîd didome de, piştî 27ê Sibata 2025an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyek hatiye destpêkirin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de astengiya herî mezin a li pêşiya herdu aliyan nedayîna mafê hêviyê ye. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê berî her tiştî teqez mafê hêviyê pêk bê. Divê bê niqaş mafê hêviyê têxin meriyetê. Ji ber ku ev mafekî navneteweyî ye. Di vê pêvajoya muzakareyan de divê şertên herdu aliyan jî wek hev bin. Di şertên tecrîda li Îmraliyê de pêvajo pêş nakeve. Heta mafê hêviyê neyê parastin û şertên azad neyên avakirin, dê pêvajo pêş nekeve. Ji bo vê yekê divê mafê hêviyê teqez bê parastin û şertên azad bêne avakirin. Divê Birêz Abdullah Ocalan rast e rast bi komîsyonê re bide û bistîne. Ev ê bibe sedem ku pêvajo erênî pêş bikeve. Yek ji gava yekem mafê hêviyê ye. Parazvanên mafên mirovan û saziyên civakî ji bo mafê hêviyê xebatekê dikin û dişopînin.”
‘Gava ewil parastina mafê hêviyê ye’
Prz. Cuneyt Canîş anî ziman ku baroyên Kurdistanê ji bo mafê hêviyê serlêdan kirine û li Ewropayê jî bi heman armancê xebat têne kirin û wiha got: “Ji bo mafê hêviyê li Ewropayê jî xebatek hatiye destpêkirin. Dê îlonê de Konseya Ewropayê dîsa civînê pêk bîne. Divê rêxistinên hiqûqê û baroyên li Kurdistanê berpirsiyariyekê bidin ser xwe û serî li Konseya Ewropayê bidin. Divê baroyên Kurdistanê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Ev mafê hêviyê ne tenê Birêz Ocalan, gelek girtiyên din ên siyasî jî eleqeder dike. Niha li girtîgehan gelek girtiyên ku pêwist e ji vî mafî sûdê bigirin hene. Ji bo ev pêvajo bigihêje serkeftinê gava sereke mafê hêviyê ye. Divê şert û merc vî mafî têxin meriyetê.”