Di vê serdema ku kuştina jinan her diçe zêde dibe de, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê têkoşîna xwe ya li dijî kuştina jinan û tundiyê ber bi gundên li navenda Peyasê ne dibe. Bi dirûşma “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Tundiyê Bi Hev Re Bidin Sekinandin”, civîn û forumên jinan ên di meha Tebaxê de dest pê kirin, di meha îlonê de jî wê bidomînin.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan piştî çalakiyên ku li tax û parkên navenda bajêr hatin lidarxistin, niha armanc dike ku bi jinên li gundan re bicive. Ji Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan daxuyaniyek hat dayîn û tê de ev yek hate gotin: “Ji bo mezinkirina piştgiriya me ya li dijî kuştina jinan û her cûre tundiyê, gotina me heye û bi hev re vê têkoşînê, di meha îlonê de jî li tax û gundên girêdayî navçeyê civîn û forumên jinan li dar bixin.”,
Armanca van civînan ew e ku pirsgirêkên jinan bên nîqaşkirin, hişmendiyek bê afirandin û rêyên têkoşîna bi hev re li dijî tundiyê bê nîqaşkirin.
Bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:
* 2ê îlonê sêşem, saet 14.00: Gundê Dêranê ya Navçeya Pîranê
* 5ê îlonê în, saet:10.00: Gundê Sakarê
* 9ê îlonê sêşem, saet: 19.00: Parka Werzîşê ya Peyasê
* 11ê îlonê pêncşem, saet:10.00: Gundê Akdîbekê
* 16ê îlonê sêşem, saet 19.00: Parka Temayê
* 19ê îlonê în, saet 10.00: Gundê Gozelanê
* 23yê îlonê sêşem, saet 19.00: Parka 75
* 26ê îlonê în, saet 10.00: Gundê Çilkaniyan