Bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk re, têkoşîna azadiya gelê kurd ketiye qonaxeke nû. Qonaxeke ku bi hêviyên mezin û bi wêrekiya xurtkirina nasnameya neteweyî tê nîşankirin. Ev bang, weke ronahiyekê, rêya yekitiyê û hevgirtina civakî nîşan dide. Lê di heman demê de zimanê kurdî, ku stûna nasnameya me ye, careke din di bin gefa astengiyan de ye.
Di vê çarçoveyê de, avakirina Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Millî li Meclîsa Tirkiyeyê gaveke girîng e. Armanca komîsyonê ew e ku bi wijdanê civakê re zemînekî hiqûqî û siyasî ji bo lihevkirineke bi rûmet amade bike. Bi vî awayî, komîsyonê deriyên xwe ji nûnerên civakê, malbatên ku di şer de zarokên xwe winda kirine, partiyên siyasî û derdorên cuda re vekiriye. Lê, di civîna pêncemîn a komîsyonê de, astengkirina axaftina Dayikên Aştiyê bi zimanê kurdî, weke xelekeke bi ser vê armancê de, bêhêvîtiyeke kûr di nava civakê de çêkir. Ev yek ne tenê astengkirina zimanekî ye. Lê di heman demê de nêzikatiyeke înkarker ku li dijî nasnameya gelê kurd e.
Ev helwesta komîsyonê, ku zimanê kurdî asteng dike, bi tundî ji aliyê gelek derdorên civakî ve hat rexnekirin. Rast e, li hemberî zihniyeteke ku nasnameya gelan qebûl nake û xwe serdest dibîne, nerazîbûnên xurt divê hebin. Lê, şêwaza van nerazîbûnan û rêbazên protestoyî jî armanca me diyar dike. Mixabin, daxuyaniyên ku ji bo şermezarkirina vê astengiyê hatin dayîn, bi piranî bi zimanê tirkî bûn. Ev yek dibe sedema pirsyarekê: Gelo mirov çawa dikare li dijî qedexeya zimanê xwe yê zikmakî derkeve, lê di heman demê de bi wî zimanî nenivîsîne û neaxive?
Li bakurê Kurdistanê, zimanê kurdî her ku diçe bûye zimanê gundan û kesên xizan, di heman demê de zimanê tirkî bûye zimanê burjûvayên piçûk û dewlemendan. Ev rewş, bi taybetî di qada siyasî de, hîn bêhtir xwe dide der. Di rêveberiyên sazî, komele û partiyên li bakurê Kurdistanê de, gelo çend kes bi rastî bi kurdî dizanin? Çima kesên wek nûnerên gel hatine hilbijartin bi zimanê kurdî nizanin ango xwedî lê dernakevin? Kesê ku bi xwe bi zimanê xwe neaxive, çawa dikare ji yekî din bipirse, “Çima tu bi kurdî naaxivî?” Ev yek ne tenê nakokiye, di heman demê de xemsariyeke li hember nasnameya neteweyî ye. Xemsariyeke li dijî zimanê zikmakî ye. Ya girîng ew e ku mirov di her qada jiyanê de xwedî li ziman û nasnameya xwe derkeve û bi karibe wan pêş bixe. Ger bi vê ferasetê xebat were kirin, zimanê kurdî dikare hîn bêhtir pêş bikeve.
Tevgera Azadiyê, ji bo parastina ziman û nasnameya kurdî, bi dehhezaran bedelên giranbuha daye. Lê îro, em dibînin ku civaka me, bi lezeke metirsîdar, dûrî van nirxan dikeve. Ciwanên me êdî bi kurdî naaxivin; dayik di malên xwe de zarokên xwe bi zimanê xwe fêr nakin. Ev yek, ne tenê windakirina zimanekî ye. Lê windakirina dîrok, nasname û hebûna me ye. Weke ku Rêber Apo gotiye: “Mirovê ku zarokên xwe bi zimanê zikmakî mezin neke, ji sewalan xirabtir e.” Ziman ne tenê amûrek e ji bo ragihandinê. Ziman nasname, dîrok, û bingeha hebûna neteweyî ye. Zarok jî pêşeroja civakê ne. Lewma fêrbûna zarokan a ziman ji bo xurtkirin û dewletmenkirina zimanê kurdî xwedî girîngiyek mezin e.
Ji bo vê yekê, divê siyaset û rêxistinbûyina li Bakurê Kurdistanê, bi hemû sazî û dezgehên xwe, di mijara zimanê kurdî de ji civakê lêborînê bixwaze. Divê em rûnin, li xwe vegerin û bipirsin: “Em li ku derê şaş dikin?” Civakek bêziman, bênasname ye; civakek bênasname, bêdîrok e; û civakek bêdîrok nikare doza tiştekî bike, nikara doza azadiyê bike. Gotinên weke “Ez kurdî fam dikim, lê nikarim bipeyivim” an “Ez nikarim bi kurdî xwe baş îfade bikim” tenê hincetên vala ne. Êdî divê kesên ku bi kurdî an zaravayekî kurdî nizanin, di pêvajoya nû de nebin îradeya civakê.
Ji bo avakirina civakek demokratîk û azad, zimanê kurdî divê bibe bingeha têkoşînê. Lewma girînge ku hemû aliyan civakê zimanê xwe biparêzin, bi wî zimanî biaxivin, binivîsin û wî zimanî ji nifşên nû re ragihînin. Zimanê me ne tenê gotin e; zimanê me hêza me ya hebûnê ye. Di vê têkoşîna pîroz de, bila her kes bi kurdî biaxive, bila her kes bi kurdî bijî!