Hegemonên cîhanê, ji bo siyaseta xwe ya vê serdemê baştir nas bikin, herwiha ji bo encama wê zelaltir bibînin, weke navenda ceribandinê/ezmûnê Rojhilata Navîn ji xwe re hilbijartine. Piştî Ukraynayê, Rojhilata Navîn ji xwe re mîna laboratuwara siyasetê didin bikaranîn. Di herêma Rojhilata Navîn de, ji bo pêkanîna armancên xwe jî xaka Sûriyeyê, Iraqê, Libnanê û hwd. weke qadên sereke yên laboratuwarê dibînin.
Li ber rêya pêşketin û serketinên xwe jî, kelem û astenga herî xerab Îranê û hêzên pabendê wê yên herêmê dibînin. Li vê herêmê, aliyên xwedî hêza bi rêxistinî û aktorên sereke, weke dewlet Îsrailê û weke tevgera xwedî hêza gelerî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.
Aliyê weke dewleta Îsrail, ji bo hegemonan bi taybetî ji bo DYAyê û Ewropayê dewleta sereke ye. Aliyê weke hêza gel û gelan Tevgera Azadiyê, ji bo xwe mîna Îsrailê hêzeke sereke nabînin, helwesteke tevlihev a ne zelal heye. Bêguman Tirkiyeyê jî, ji bo xwe bikartînin û dibe heta demek din jî bidin xebitandin. Jixwe Hakan Fidan û Tom Barrack ê nûnerê Trump, mîna du wezîrên Suriyeyê ketine xizmeta Colaniyê cîhadîst.
Ev jî tê wateya ku Rêveberiya Receb Erdogan, ji bo ku xwe bi Trump bide razîkirin û temenê serweriya xwe dirêj bike, çi ji wî bê xwestin wê bike. Şêweyê danûstandina bêmerêz û bêexlaqî ya Tom Barrack, ne kêmtir e ji ya Receb Erdogan û Hakan Fidan. Ji rojnamegeran re dibêje “nebin mîna heywanan-ajalan” û hwd!
DYAyê û hevalbendên xwe, di vî warî de, meşa bi Îsrail, Tirkiye û Sûriyeyê re gelek zahmetiyê nakişînin, belê di warê têkiliyên li gel Tevgera Azadiyê de zahmetiyê dikişînin û dudil in. Wisa diyar e, şûna tunekirina vê tevgerê, lawazkirin ji xwe re kirine armanc, da ku karibin bi hêsanî bixin bin bandora xwe, bixin bin çavderiya xwe.
Sedemên ewqas şênber û aşkere çavgirtina xwe ya li êrîşên Dewleta Tirk û hevalbendiya li gel serweriya demkî ya Colaniyê cîhadîst a dijî deskeftiyên gelê Kurdistanê, ev armanca lawazkirina Tevgera Azadiyê ye. Helbet ev jî dibe mijara bazareke siyasî û dîplomatîk a gelek giring û mezin, êdî ev jî dimîne li ser jîrtî û hostayiya aliyên bazarê.
Ji ber ku di vê serdema nû de, êdî her alî di siyasetê de xetimîne, ji naçarî hewcedarên nûjenbûnê ne û di heman demê de, biçûk an mezin xem nake hemû alî hewcedarên hevdune jî. Li gor ewqas salên dijwar hatine derbaskirin, êdî mirov dikarê bêje Tevgera Azadiya Kurdistanê jî têra xwe serwext e û hişyar e li hemberî lîstik, komplo, provakasyon û hemû hewldanên xapandinê yên aliyên dijberî doza Kurdistanê! Lê dîsa jî, ji hişyarkirinê ziyan nîn e û divê em vî karî jî, weke peywirekê hildin ser milên xwe. Belê divê, hegemonên cîhanê yên li aliyê din jî were naskirin, da ku mirov karibe hesabê xwe xurtir bike, ji bo doza xwe amadekariyên baştir bike û neyê xapandin. Her çendîn Trump, bi Putin re hinek şovên xwe yên bi navê dostaya kesayetî pêşkêş dikin û bêgûman li ser hinek mijaran pêk tên, peymanan jî imze dikin, lê ev nayê wateya ku nakokiyên navbera wan bi bingehîn radibin û êdî şer û pevçûn di nava wan de çê nabe!
Na xêr, li hinek cih û waran dibe ku lihevhatin pêk bên, belê berevajî dibe ku van pêkhatinan bibin zemîn û amadekariyên hinek şer û cengên hîn mezintir ên rojên li pêş me jî. Yek ji minakên balkêş, ji aliyê aktorê sereke yê şerê cîhanî yê 3yemîn Çîn e, ku niha Çîn û hevalbendên xwe, li dijî hewldanên DYAyê û hevalbendên wê, di nava hewldan û amadekariyên berfireh ên pêşerojê de ne.
Di navbera rojên 31ê tebaxê û 1ê îlona 2025an de, li bajarê Tiencina Çînê, Civîna Herî Bilind a 25an a Konseya Serokên Dewletên endamên Rêxistina Hevkariyê yê Şenghayê, kom bû. Di vê civîna bilind de, li gel 10 dewletên endamên vê rêxistinê, 10 dewletên din jî vexwendî vê civînê ne û di nava vanan de Receb Erdogan jî heye.
Li gor salixan di vê komcivînê de, van pirsgrêkên vê serdemê yên mijarên gotinê ne, wê hemû pir bi germî û piralî werin axaftin, nîqaşkirin û dibe ku bigihên hinek biryarên giring ên cîhanî jî. Jixwe yek ji dirûşmên bingehîn ê vê rêxistinê “Avakirina Cîhaneke Pirrengî” ye! Lê weke tê zanîn Trump “cihanek yek enî dixwaze û divê serwerê wê jî DYA be!”
Ji ber ku weke li ber çavan e, rojeva cîhanê gelek tije mijarên dijwar, watedar û jiyanî ne. Bêguman ev mijarên girîng hemû di vê civînê de, wê derkevin ser maseyan û bi gengeşiyên dorfireh werin nîqaşkirin. Êdî encam çi bibe wê piştî civînê zelaltir aşkere bibin. Herwiha, wê di encamê de para doza me çibe-neçibe em ê bibînin û wê wextê divê li gor wê encamê, amadekarî jî werin kirin.