Hevserokê KCDK-Eyê Engîn Sever anî ziman ku dê di 13ê Îlonê de li dijî bişaftinê ji bo parastina çand, ziman û nasnameyê li Almanyayê festîvalê pêk bînin û li pêş Konseya Ewropayê jî ji bo mafê hêviyê û azadiya fizîkî dê dengê xwe bilind bikin.
Kurdên ku ji Kurdistanê koçî Ewropayê bûn, ji bo parastina ziman û çanda xwe, ji sala 1992an heta niha 32 sal in li ser hev festîvala çand, huner û ziman li dar dixin. Îsal dê 33yemîn Festîvala Çand, Hunera Kurd a Navneteweyî pêk bînin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), dê di 13ê Îlonê de li bajarê Dortmund ê Almanyayê 33yemîn Festîvala Çand û Hunera Navneteweyî ya Kurd pêk bînin. Mihrîcan dê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk Çanda xwe Biparêze” bê lidarxistin.
Kurd û dostên kurdan dê ji çar aliyên Ewropayê, bi taybetî ji Almanya, Bakurê Fransayê, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê, bimeşin bajarê Dortmundê û beşdarî mihrîcanê bibin. Kurd dê di Festîvalê de daxwaza parastina ziman û çanda xwe bikin. Dîsa dê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin. Kurdên li qadê kom bibin, dê li dijî kolonyalîzmê û asîmîlasyonê yekîtî û hevgirtina neteweyî xurt bikin û vîna xwe ya xwedîderketina li ziman, çand û hiqûqa xwe bînin ziman. Dê dengbêj ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bibin. Li qada festîvalê, pêşangehên ku tê de cilên kurdî, xebatên hunerî û çalakiyên ji bo zarokan, wê vê şahiya çandî rengîntir bike. Ji niha de hemû amadekariyên teknîkî temam bûne. Ji gelek bajarên Ewropayê otobus hatine organîzekirin.
- Kurdên li dîasporayê ji bo parastina çand, ziman û nasnameyê dê li dijî bişaftinê li bajarê Dortmund ê Almanyayê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk Çanda Xwe Biparêze” mihrîcanê pêk bîne. Dê di festîvalê de azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin.
Dê ji çar parçeyên Kurdistanê û ewropa beşdar bibin
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, ewil li ser armanca 33yemîn Mihrîcana ku Li Dortmuntê ya Almanyayê pêk bîne axivî û got: “Gelê Kurd 32 sal in bê navber li dîasporayê ji bo parastina çand, ziman û nasnameya xwe li her qadê çalakiyan li dar dixe. Li ser vî esasî festîvala navneteweyî ya dervê welat dest pê kir. Festîvala 1emîn di sala 1992an de dest pê kir. Îsal festîvala 33yemîn e em ê li Dortmundê pêk bînin. Kurdên li Fransa, Belkçîka, Holanda, Îsvîcre, Avûstûrya û hemû Kurdên li Almanyayê dijîn dê beşdarî vê festîvalê bibin. Nêzî 6 meh in me dest bi amadekariya vê festîvalê kiriye. Em hatin asta dawî. Karê teknîk qediya ye. Rojeveke xurt a vê festîvalê heye. Gelê Kurd xwedî rojeveke xurt e. Pêvajoya ku Rêber Apo di 27ê Sibatê de dest pê kiriye heye. Li ser esasê vê pêvajoyê em vê festîvalê pêşwazî dikin. Em vê festîvalê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk Çanda xwe Biparêze” li dar dixin. Gelê me dê ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê bibe. Dîsa hemû dostên kurdan ên piştgirî dane têkoşîna kurdan dê beşdarî festîvalê bibin. Ev mihrîcan di esasê xwe de li dijî bişaftinê parastina çand û ziman e. Dê gelek dostên biyanî û parlamenterên biyanî jî beşdarî bernameya festîvalê bibin. Dê ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend jî beşdarî vê festîvalê bibin. Kî ji bo parastina çand, ziman û nasnameyê têdikoşin em bang li wan dikin ku em bi hevre beşdarî festîvalê bibin.”
Engîn Sever li ser taybetmendiya festîvala îsal jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn şerek heye. Di şer de gel ji aliyê hêzên hegomon ve tên kuştin. Bi hişmendiya netew dewletê sivîl tên kuştin. Di sed salên dawî de bi polîtîkayên înkar û tunekirinê êrîşek dijwar li ser gelê kurd tê meşandin. Gelê Kurd îsal di 27ê Sibatê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bi hêvî û coşeke mezin li pêvajoyê xwedî derket. Di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe dît û erka mezin da ser milê xwe. Divê hemû gelê me li ser esasê banga Rêber Apo beşdarî festîvalê bibin. Ev festîval ji bo çareseriya pirsgireka kurd, fînala têkoşînê ye. Divê em bi ruhê neteweyî û hêza neteweyî vê pirsgirêkê çareser bibin. Ji ber vê yekê têkoşîna gelê Kurd gelek girîng e. divê em vê têkoşînê û helwesta gelê Kurd nîşanî hemû cîhanê bidin.”
Herî zêde Kurd li Almayayê dijîn

Engîn Sever, li ser sedema hilbijartina Almanyayê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Festîvala yekemîn me li bajarê Boockum ê Almanyayê mihrîcan pêk anî. Li gorî raqama fermî nêzî 1 milyon û 300 hezar Kurdistanî li Almanyayê dijîn. Piştî koçberiya dawî nêzî 2 milyon kurd li Almanyayê dijîn. Dîsa Almanya navenda Fransa, Holanda, Belçîka, Îsvîçreyê ye. Gel dikare bi hêzanî xwe bigîne qada mihrîcanê. Dîsa nêzîkatiya Dewleta Alman a li dijî gelê kurd jî diyar e. Di sala 1993an piştî festîvala 1emîn, qedexe danî ser xebatên Tevgera Azadiyê. Hemû têkoşîna siyasî ya gelê Kurd li vir qedexe kirin. Ji ber vê yekê divê em bi sekneke demokratîk helwesta xwe nîşan bidin. Divê em bi sekneke xurt bibêjin ‘Em ne terorîst in. Eger hûn li terorîstan digerin. Kesên terorê pêş dixin diyar in. Herin li dijî wan têbikoşin.’ Emê bêjin em jî wekî gelê ewropa dixwazin xwedî maf in û bi mafên xwe bijîn. Em ê di vê mîtîngê de peyamek girîng bidin. Ji ber vê yekê festîvala li Almanyayê pêwist e.”
Dê li pêş konseyê çalakiyan li dar bixin
Engîn Sever li ser civîna Konseya Ewropa ya Wezîran û têkoşîna ji bo mafê hêviyê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo bi salan e têdikoşe. Ji roja komploya navneteweyî heta îro gelê kurd û dostên xwe 26 sal in bê navber têdikoşe. Ji bo parastina maf û azadiyê têkoşînek mezin pêş ket. Bedelên giran hatin dayîn. Eger dixwazin li Rojhilata Navîn aramî û aştî pêş bikeve, divê berî her tiştî astengiyên li pêş çareseriya pirgsirêka kurd rakin. Divê berî her tiştî tecrîda li ser Rêber Apo rakin û Rêber Apo azad bikin. Di îlona 2024an de Konseya Wezîran a Ewropa kom bûn û ji bo Tirkiye mafê hêviyê pêk bîne biryar da û salek wext da Tirkiyeyê. Lê me dît ku Tirkiye saleke din dîsa tecrîd berdewam kir û Konseya Wezîran çavê xwe ji vê tecrîdê re girt. Pergala qirkirinê û tecrîdê berdewam kir. Li dijî vê yekê têkoşînek mezin hat dayîn. Salek derbas bû. Konseya Wezîran dê di 15-19ê Îlonê de civînekê pêk bîne. Mijareke vê civînê jî dê mafê hêviyê ya Rêber Apo be.”
- “Em ê li aliyekî hevdîtinan bikin li aliyê din dosyayên ku me amade kirine pêşkêş bikin. Em ê li vir vîna xwe aşkere bikin. Em ê bêjin Rêber Apo nûnerê me ye û divê Rêber Apo azad bibe. Bi deh hezaran dostên kurdan dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.”
Engîn Sever da zanîn ku heta niha gelek hevdîtin hatin kirin û wiha pêde çû: “Gelek dosyayên der barê tecrîdê û rewşa Girava îmraliye de gelek rapor hatin parvekirin. Ji bo mafê hêviyê gelê Kurd û dostên kurdan jî têkoşîneke gelek mezin pêş xistin. Tê zanîn ku Dostên Kurdan di 10ê Cotmeha 2023an de bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî ji Gelê Kurd re statu” hamleyek dabûn destpêkirin û didome. Piştî vê pêngavê bi hezaran daxuyanî hatn dayin. Gelek sendîkayên mezin û siyasetmedaran bang kirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin. Di vê pêvajoyê de 68 kesên entellektuel ku xelata Nobelê girtibûn daxuyanî dan û azadya Rêber Apo xwestin.”
Engîn Sever da zanîn ku saziyên kurdan jî dê di navbera 15-19ê Îlonê li pêş Konseya Ewropa dema Konseya Wezîran civîna xwe li dar dixin, çalakiyan pêk bînin û wiha pêde çû: “Dê çalakiyên me hefteyekî bidomin. Em ê li aliyekî hevdîtinan bikin li aliyê din dosyayên ku me amade kirine pêşkêş bikin. Em ê li vir vîna xwe aşkere bikin. Em ê bêjin Rêber Apo nûnerê me ye û divê Rêber Apo azad bibe. Paradîgmaya Rêber Apo îro li hemû cîhanê belav bûye. Bi deh hezaran dostên kurdan dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Çareserî di nava giravê de pêk nayê. Ji bo vê yekê azadiya fizîkî pêwist e.”
Engîn Sever bibîr xist ku di navbera 29ê Îlonê heta 3ê Cotmehê dê Konsey civîna xwe pêk bîne û wiha got: “Em ê wê demê jî mafê hêviyê bixin rojeva konseyê. Em ê çalakiyan pêk bînin. Bi konseyê re hevdîtinan pêk bînin. Li gel dostên kurdan çalakiyên xwe pêk bînin. Em ê bixwazin ku konsey di aliyê siyasî, aborî û civakî de zorê li Tirkiyeyê bikin ku mafê hêviyê têxin meriyetê. Rol û rista Konseya Ewropa gelek girîng e.”
Engîn Sever li ser kesên beşdarî civînên konseyê bibe jî rawestiya û wiha pêde çû. “Dê parêzerên Buroya Hiqûqê û parêzerên Rêber Apo yên li Tirkiyeyê beşdar bibin. Dîsa dê parlamenterên DEMê yên ku dîplomasiyê dikin beşdar bibin û dosyayên der barê Rewşa Rêber Apo pêşkêşî konseyê bikin. Dê peyamên dawî pêşkêşî konseyê bikin.”
Engîn Sever herî dawî ji bo beşdariya festîvalê û çalakiya li pêş konseyê bang kir û got: “Rêber Apo di 27ê Sibatê de bang kir. Ev bang ji bo hemû gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ji bo jiyanek hevpar û demokratîk ev bang girîng e. Em dikarin hemû bawerî û çand bi hevre bijîn. Rêber Apo li ser vî esasî bangeke dîrokî kiriye. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê di serî de Rêber Apo azad bibe. Tecrîda 26 salin ku li dijî Rêber Apo tê meşandin hîn didome. Yên dixwazin nasname, çand û zimanê xwe biparêzin û dixwazin azad bijîn, divê di çalakiyan de cihên xwe bigirin. Em ê di navbera 15-19ê îlonê de çalakiyê pêk tînin. Dîsa di 13ê Îlonê de em li dijî qirkirina çand û zimanê mihrîcanê pêk tînin. Ji bo parastina çand û ziman divê hemû kesên çandê diparêzin beşdarî vê mihrîcanê bibin. Qirkirina çandê qirkirina miletekî ye. Me dît ku Dayikên Aştiyê di Komîsyona Meclisê de nikaribûn bi zimanê xwe bi axivin û hatin astengkirin. Ji bo vê yekê werin em bi hevre xwedî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Em bi hevre bi girseyî mihrîcanê pêk bînin û tev li çalakiyên li pêş konseyê bibin û Rêberê xwe azad bikin.”