Xoşnişîn çawa guheriye, çawa bûye Soylemez? Kê çima ew guherandiye? Lê difikirim û ji mazûvanên xwe dipirsim. Kes nizane…
Îro me ji Qereçobanê dest pê kir û çemberek xêz kir. Me bi çalakîyekê dest bi rojê kir, bi dirûşmeya “jin jiyan azadî”yê tecawîz û tundiya li ser jinan protesto kir. Em ji wir jî çûn sersaxiya malbateka şehîdan. Ji wir jî me rêya xwe domand û me Qereçoban, Newala Sor, Qereyazî, Kişo û Xoşnişînê gîhandin hev.
Li Kişo jî sersaxiyek hebû. Kalikê şehîdekî me çûbû ser heqiya xwe. Yên ku ji bo cenaze çûbûn Stenbolê jî qezayek sivik derbaz kiribûn. Dema me bihîst ku qezazede ji Stenbolê vegeriyane, em çûn serdana wan jî.
Qonaxa me ya herî dawîn herêma Soylemezan bû. Navê navenda wan ya ku wek Soylemez dihatiye navandin hatiye guherandin, sîh-çil sal in ku ew wek “Meçîtlî”yê tê zanîn. Ew der berê nahiye bûye. Her du gundên vê herême yen din jî wek Soylemeza Jêrîn û Soylemeza Jorîn tên zanîn. Her yekê çend mezreyên xwe hene.
Em berê çûn Soylemeza Jêrîn û li malekê bûn mîvan. Navê gund çima Soylemez bû? Ji ku dihat? Wan çi ji kê vêdişart? Vî navî çend pirsên mîna yên li jorê dianîn bîra mirov. Min jî ev pirsên di hişê xwe de bi dengekî bilind bi lêv kirin û ji mazûvanê me pirsîn.
Em jê hîn bûn ku navê gund ê bi kurdî Xoşnişîn bûye. Li gund tirbeya Soylemez Baba heye. Li gel mezela wî ya jina wî û ya kurekî wî jî hebûne. Navê jina wî Xatûn bûye. Her sê mezel jî wek cîhên pîroz û bimbarek tên qebûlkirin.
Tê riwayetkirin ku di dema Osmaniyan de karwanên ku di navbera Îran û Stenbolê de diçûne û dihatine di vî gundî re derbaz dibûne. Ev der cîhê bêhnvedanê bûye.
Ji aliyekî ve wan guhdar dikim, ji aliyekî ve jî li navê gund ê bi kurdî difikirim. Xoşnişîn… Cîhê xweş ê ku lê rûdinin. Cîhê xweş ê ku bêhna xwe lê vedidin. Bi rastî jî nav û çîrokê li hev tên.
Rûspiyê wî gundî ji wan pirs kiriye
Xoşnişîn çawa guheriye, çawa bûye Soylemez? Kê çima ew guherandiye? Lê difikirim û ji mazûvanên xwe dipirsim. Kes nizane… Li ser vê hevalekî me berê xwe dide “gogil baba”yî û çîroka wî ji min re dixwîne. Li gorî riwayetekê, demekê şekir pir bi qîmet bûye. Peydakirina wî zor bûye. Karwanekî ku ji Îranê şekir dibiriye Stenbolê hatiye di Xoşnişînê re derbaz bûye, li wir bêhna xwe vedaye. Rûspiyê wî gundî ji wan pirs kiriye û gotiye:
-Barê we çi ye? Şekir zor dihatiye dîtin. Pir bi qîmet bûye. Ji tirsa ku dê bên şêlandin karwên rastî jê vêşartiye û gotiye:
-Xwê ye. Li ser vê bersîvê yê Rûspî gotiye:
-Ne xwê ye, lê bila bibe xwê.
Li gorî riwayetê karwan bi rê ketiye û çûye gihîştiye Stenbolê. Dema li qesrê barê xwe danîne û kontrol kirine ku çi bibînin! Şekirê wan tev bûye xwê. Siltanê Osmaniyan ji wan pirsiye û gotiye, bê ka çi qewimiye di rê de û rewş zelal kiriye. Wî ew karwan tevî barê xwê bi şûn de şandiye Xoşnişînê û ji wan re gotiye:
-Herin wî gundî, rastiyê ji wî rûspiyê bi keremet re bibêjin û wî bi xwe re bînin qesrê.
Karwan bi şûn de hatiye Xoşnişînê. Rûspiyê gûnd dîsa ji wan pirs kiriye û gotiye:
-Barê we çi ye? Karwên îcar gotiye:
-Xwê ye. Yê rûspî jî gotiye:
-Rast e, xwê ye. Lê bila bibe şekir.
Karwan Rûspiyê Xoşnişînê jî hildaye û bi xwe re aniye Stenbolê. Siltanê Osmaniyan ew li qesrê ezimandiye û xwestiye ku keremeta wî jê hîn bibe. Lê wî pirsên wî nebersîvandine. Li ser vê navê wî bûye Soylemez Baba. Wî raza xwe aşkere nekiriye. Ango serê xwe li ber padîşayê Osmaniyan netewandiye. Wisa tê famkirin ku Soylemez Baba rûspiyekî Xoşnişînê yê comerd, wêrek û fêmber e. Lewre wî him deriyê xwe ji karwanan re vekiriye û him jî serê xwe li ber padîşêh jî netewandiye.
Mekanê Soylemez Baba
Dema karê me bi dawî bûbû tarî daketibû ser erdê û diviya bû ku hê em biçûbana Soylemeza Jorîn jî. Mekanê Soylemez Baba li Soylemeza Jêrin bû. Pir nêzî wê mala ku em lê bûbûn mîvan bû. Lê em bi derengiyê ketibûn. Bêyî ku em biçin seriyekî lê din me berê xwe da Soylemeza Jorin. Em qasekê jî li wir man û me roj li pey xwe hişt.
Di rêya vegerê de li ser navê Soylemez Baba yê rastîn difikirim. Navê gund Xoşnişîn bû; ew jî rûspiyê, ango postnişînê vî gundî bû. Teqez navekî wî hebû; lê çi bû?
Mîna her pirsek bê bersîv, ev pirsa han jî valahiyekê ava dike di hişê min de. Nizanim ku dê ev valahî kengê û bi çi bê dagirtin…