Di 16ê tebaxê de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşt ji aliyê Şaxa 39 a dadgeha bilind ya Îranê ve bi temamî hat erêkirin. Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê, roj bi roj zêde dibin.
Divê çarçoveyê de Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bi daxuyaniyekê biyarê şermezarkir. Însiyatîfê ragihand ku Şerîfe Mihemed li hemberî dijminê jinan û hêzên faşîst sembola têkoşîn û azadiyê ye, lewma cezayê darvekirinê şermezar kir û diyar kir ku wê van kiryaran tu carî qebûl nekin.
Înîsiyatîfê herwiha li ber cezayê darvekirinê rabû ku li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn û bang li dewleta Îranê kir ku van biryaran betal bike.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên faşîst ên li dijî mafên jinan bêdeng nemînin.