28 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di mehekê de 197 kes hatin darvekirin

Kampanya “Sêşemên ji Darvekirinan re Na” ragihand ku rejîma Îranê di nava mehekê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî 197 kes bi dar ve kiriye.

Kampanya “Sêşemên ji Darvekirinan re Na” di hefteya 83yemîn a çalakiya xwe de têkildarî cezayê darvekirinê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava vê mehê de li Rojhilat û Îranê 197 kes hatine darvekirin.

Bi domdarî hate gotin ku li hemû bajar û navçeyên Îranê cezayên darvekirinê tên bicihanîn û rejîm dixwaze bi vê rêyê tirsê di nava civakê de belav bike. Bi domdarî wiha hate gotin: “Darvekirin ne rêya çareseriyê ye û binpêkirineke aşkera ya mafên mirovan e. Em daxwaz ji sazî û rêxistinên navdewletî, her wiha çalakvan û azadîxwazan dikin ku li beramberî van cezayên darvekirinê rabin û helwesta xwe nîşandin.”

Kampanyaya “Sêşemên ji Darvekirinê re Na” di 9ê çileya 2023yan de wek nerazîbûneke li dijî darvekirina girtiyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate avakirin. Endamên kampanyayê di her roja sêşemê de çalakiya greva birçîbûnê li dar dixin.