Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pêş bikeve, ji sala 1993yan heta niha di nava têkoşîn û hewldana diyalogê de ye. Lê her ku Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destê aştiyê dirêj dike, dewlet destê aştiyê li hewa dihêle û bi lîstik û provokasyonan şer pêş dixe.
Cara yekemîn di adara 1993yan de Abdullah Ocalan banga careseriyê kir û agirbesta yek alî îlan kir. Piştî şerê 1992yan, cara yekem PKKê agirbesta yek alî îlan kir.
Piştre Abdullah Ocalan, di 11ê Kanûna 1995an de ji bo rê li pêşî siyaseta demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke, dîsa agirbesta yek alî îlan kir.
Di 6ê Gulana 1996an de dîsa ket nava hewldanên çareseriyê. Lê vê carê li dijî wî sûîqast amade kirin. Piştî vê sûîqastê dîsa hewldana wî ya aştî û çareseriyê bêencam ma.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî hemû astengî û hewldanên şer dîsa lêgerîna aştiyê berdewam kir. Di 1ê Îlona 1998an de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Hêj agirbestê berdewam dikir, bi hevkariya dewletên emperyalîst ji Sûriyeyê hate derxistin. Di 15e Sibata 1999an de ew radestî Tirkiyeyê kirin. Piştî vê yekê PKKê diyar kir ku wan agirbesta yek alî bi dawî kiriye.
Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hate girtin, dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokrotîk berdewam kir. Li Îmraliyê di 2yê Tebaxa 1999an de dîsa bang kir. Di 1ê Îlona heman salê de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Di 20ê Çileya 2000an de Projeya Aştiyê, di 4ê Mijdara 2000an de Plana Lezgîn a ji bo aştî û demokrasiyê û di 19ê Hezîrana 2001ê de jî ji bo aştiyeke mayînde kete nava hewldanan û danezana lezgîn belav kir. Di 22yê mijdara 2002yan de Danezana Çareseriyê ya Lezgîn belav kir.
Name ji nûneran re şand
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji serokomar, serokê meclisê, serokwezîr, serfermandar û hemû serokên partiyên siyasî re name şandin û xwest ku pirsgirêka Kurdan bi rêya aştî û çareseriya demokratîk çareser bikin. Di nava 5 salan de li ser hewldanên aştî û çareseriyê xebitî. Lê li gel vê yekê zextên li ser Kurdan berdewam kir.
Beriya 1ê Îlona 2003an di 13ê Tebaxa 2003an de “Deklerasyona Çareserî û Lihevkirinê” a ku ji 10 xalên çareseriyê pêk dihat pêşkeş kiribû.
Anîbû ziman ku gava yekemîn a çareseriyê û lihevkirinê çarçovyeke demokratîk e. Ev çarçoveya demokratîk li gorî pêvajoya yekîtiya neteweyî ye jî. Ji bo vê yekê;
a- Divê astengiyên li pêş azadiya rêxistinbûn û fikrê bê rakirin. Divê rêya siyaseta demokratîk bê vekirin.
b- Divê zagonên hilbijartinê yên partiyên siyasî li gorî pîvanên demokratîk ji nûve bên rastkirin.
c-Divê zagona rêveberiyên herêmî yên demokratîk bê derxistin û erka Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bêne zêdekirin.
* Divê rastiya Kurd wekî bingeha rasteqîn a demokrasiyê bê qebûlkirin.
* Divê mafê Kurdan ên çandî bên naskirin. Divê çanda xwe azad bijîn. Divê mafê çandî û çapemeniyê bê parastin.
* Divê mafên gelê Kurd ên demokratîk û siyasî bi zagonan bêne parastin.
* Divê vegera gundan bi awayekî ewle pêk bê. Ji bo vê divê gavên siyasî, hiqûqî û zagonî bên avêtin.
* Divê pergala cerdevaniyê bê rakirin.
* Divê Zagona Tevlêbuna Demokratîk û Aştiya Civakî bê avakirin da ku kesên li çiyê, girtî û mişext bûne karibin vegerin û tev li pêvajoya demokratîk bibin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tebaxa 2006an de bi rêya parêzeran ji serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û serokê CHPê yê wê demê Denîz Baykal re peyam şand û got; “Çareseriya pirsgirêkê bi diyalogê pêkan e.”
Di 7ê Îlona 2006an de dîsa bi rêya parêzeran got; “Ez kesî venaxwînim serîrakirinê. Fermanê nadim tu kesî. Em dixwazin ev xwîn raweste û Tirkiye demokratîk bibe.”
Di 2yê mijdara 2007an de dîsa Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran got; “Ez careke din destê aştiyê dirêj dikim.”
‘Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 5ê tebaxa 2008an de jî got: “Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e. Ji bo aştî û çareseriya demokratîk, çi bikeve ser milê min, ez amade me. Min berê jî ji serokwezîr û serokomar Abdullah Gul re name şand. Ez hêvî dikim ku em vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Di sala 2009an de dîsa banga aştiyê kir. Lê dîsa ev bang bê bersiv ma.
Di 8ê Kanûna 2010an de dîsa banga aştî û çareseriya demokratîk kir û xwest ku parlamentoya Tirkiyeyê jî biryara aştiyê bide û xwest heqîqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Xwest mirina Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs bên ronîkirin. Ocalan nexşerêya çareseriyê pêşkêşî meclisê kir.
Di 5ê Sibata 2011an de jî serokwezîr Erdogan, bi Dayikên Aştiyê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan wê demê ji serokwezîr xwest ku ji bo hêsirên çavan rawestin hêzên çekdar bikişîne cihekî ewle û şer rawestine.
Di 27ê Tîrmeha 2011an de bi rêya parêzeran ev peyam da: “Min ji bo her du aliyan pêşniyar kir. Min karê wan sivik kir. Min rêya çareseriyê nişanî wan da. Ez dikarim hêj çi bikim?”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 3yê Çileya 2013an de di hevdîtina şandeyê de got: “23 sal in ji bo aştiyê têdikoşim. Ez dîroka vê pêvajoyê wekî ‘destpêka jiyana demokratîk û aştiyê’ dibînim.”
Di Newroza 2013an de jî bi rêya wekîla BDPê Ayla Akat Ata û hevserokê KCDê Ahmet Turk, di 3yê Adara heman salê de jî peyama çareseriya demokratîk da û got: “Êdî dema çekan bi dawî dibe û divê pirsgrêkên li Rojhilata Navîn bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk çareser bibin.’ Heyetê 22 caran bi wî re hevdîtin kir û di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet peyam şand.
Di 7ê Hezîrana 2013an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê misogerkirin. Di 9ê Adara 2014an de dîsa bang li AKPê kir û got: “Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan tekoşiyam. Hewce be ez ê 40 salên din jî têbikoşim.”
Di hevdîtina 21ê Tirmeha 2013an de jî got: “Me şer li dijî AKPê nedaye destpekirin. Me di serî de li dijî feodalîteya Kurdan û piştre jî li dijî netew dewletê daye destpêkirin. Eger aştiyeke heqîqî pêş nekeve, dê şerê heqîqî pêş bikeve.”
Di hevdîtina 27ê Sibata 2015an de jî got: “Eger AKP bixwaze bibe otorite dê xwe xelas bike. Eger AKP heqîqî nebe, vê carê dê gerilla heqîqî şer bike. Eger di faşîzmê de israr bike dê şer gur bibe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di 28ê Sibata 2015an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22yê Adara 2015an de serokomar Erdogan li dijî Mutabakata Dolmabahçeyê daxuyanî da û got: “Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me. Ez wê civînê rast nabînim.” Bi vê yekê re jî pêvajo xerab kir. Piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5ê nîsanê de şande çû Îmraliyê û careke din şande neçû Îmraliyê.
Tecrîdê 8 salan dewam kir
Piştî 8 salan hevseroka KCDê Leyla Guvenê di 8ê Mijdara 2018an de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî li Tirkiyeyê belav bûn. Piştî çalakiya 200 rojan parêzer di 2yê Gulanê de piştî 8 salan cara yekem çûn Îmraliyê.
Di hevdîtina 2yê Gulanê de dîsa balkişand ser peyama Newroza 2013an û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet amade ye. Di hevdîtina 22yê Gulanê de jî herî dawî di hevdîtina 7ê tebaxê de jî peyam bi rêya parêzeran şand û diyar kir ku ew ji bo aştî û çareseriya demokratîk amade ye. Di hevdîtina 12ê Hezîranê de jî ev tişt anî ziman: “Kurd bê Tirk û Tirk jî bêyî Kurdan nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Ya esasî, çareseriya siyaseta demokratîk e.”
Di 19ê Tebaxê de qayim tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê hatin kirin û li aliyê din jî li başûrê Kurdistanê êrişa bi navê ‘Pençe 3’ dewam kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dagirkirin û tunekirina Kurdan gef xwarin. Di van 5 salên dawî de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek êrişên hewayî û bejayî pêk anîn. Di operasyonan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
Piştî tecrîda 8 salan Parêzer herî dawî di 7ê Tebaxa 2020an de çûn Îmraliyê. Rêber Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de got; ‘Ez ji bo çareseriyê Amade me û bang li dewletê kir ku gavên çareseriyê bavêjin.”
Piştî tecrîda mutlaq a 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan di 23ê Cotmeha 2024an de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêber Abdullah Ocalan got ‘Şert û merc bên avakirin ez ji bo çareseriyê amade me.’ Lê êrişên li ser Rojava, tayînkirina qayiman, girtin û binçavkirin û kuştinê berdewam kir.
Di 22ê kanûna 2024an de bi rêya heyeta DEM Partiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê nexşerêya ku ji 7 xalan pêk tê, danî pêşiya Meclisa Tirkiyeyê.
Di 27ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang wekî manîfestoya çareseriya sedsalê hat dîtin. Ji aliyê gelê Kurd, dostên Kurdan û gelek welatên cîhanê ve pir erênî hat dîtin û bi coş hat pêşwazîkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de dîsa bi bangeke bidîmen de destnîşan kir ku êdî li şûna şerê çekdarî dema siyaseta demokratîk û Entegrasyona Demokratîk e. Destnîşan kir ku ew ji hêza şer bêtir, ji hêza aştî û civaka demokratîk bawer dike û israra xwe ya ji bo aştî û çareseriya demokratîk dubare anî ziman.