27 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya amerîkî bi Mezlûm Ebdî û Ehmed El Şeri re civiya

Şandeyeke payebilind a amerîkî bi Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta demkî ya Şamê Ehmed El Şeri re civiya.

Şandeya payebilind a amerîkî ji senatora amerîkî û endama komîteya têkiliyên derve ya Kongersê Jeanne Shaheen, namzetê amerîkî Joe Wilson û nûnerê taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack pêk hat, serdana Sûriyeyê kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê, di serdanê de şandeyê 2 civînên cuda, ya yekê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re û ya duyemîn bi serokê hikumeta demkî ya Şamê Ehmed El Şeri re çêkir.

Her du aliyan geşedanên siyasî û ewlehiyê yên herêmê, rêbazên piştgiriya îstiqrarê û xurtkirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê nîqaş kirin.

Di dema ku eleqedariya navneteweyî bi Sûriyeyê zêde dibe, bangên xurtkirina diyaloga siyasî û sekna li hember zehmetiyên herêmî û navneteweyî, ev civîn hate lidarxistin.