28 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Denîz Guzel piştî 33 salan hat berdan

Denîz Guzel ê ku piştî 33 sal di girtîgehê de derket li Amedê bi girseyî ji aliyê malbata wî û TUAY-DERê ve hat pêşwazîkirin.

Denîz Guzel (53) di 21ê tebaxê Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilinda ya Boluyê hatibû berdan hat Amedê. Denîz Guzel bi pêşengtiya malbata wî û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER)  bi girseyî hat pêşwazîkirin. Malbata Guzel, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li pêşwazîkirinê bûn. Girse dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir û bi kulîlkan Denîz Guzel pêşwazî kir. Denîz Guzel kevok firand û çû ser gora birayê Yavuz a li Goristana Yenîkoyê ya Rezanê

Denîz Guzel di sala 1992yan de li Çewligê hat binçavkirin û cezayê muebedê lê hat birîn. Cezaya Denîz Guzel di sala 2022yan de bi dawî bû û diviyabû hatiba berdan. Lê berdan wî ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa F a Boluyê ve hat astegkirin û 3 sal berdana wî hat tolaqkirin. Guzel di. piştî 33 sal hat berdan.