Ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê, li Xezeyê xela heye. Di nava 24 saetên dawî de 2 jê zarok bi giştî 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest da. Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Munir el-Burş bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 2 jê zarok bi giştî 11 kesan ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Burş, da zanîn ku ji 7ê cotmeha 2023yan heta niha li Şirîda Xezeyê 117 jê zarok bi giştî 300 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.