Çeteyên “Firqet Mutesêm” ên girêdayî Dewleta Tirk li gundê Zeirê yê bajarokê Bilbilê gef li şêniyan xwarin ku neçin nava zeviyên zeytûnan û mewsima îsal berhev nekin. Ev gef bi taybetî li şêniyên beriya 2 salan vegeriyane Efrînê hatin xwarin.
Li hemberî wê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan dan û îdiayên hikûmeta Şamê ku Efrîn di bin kontrola wê de ye, red kirin. Gundiyên ku ji ANHAyê re axivîn diyar kirin ku wan di 2 salên dawîn de ji bo ku lêçûna avdan, ajotin û kesaxtina daran bidin, pere deyn kirine.
Şêniyan destnîşan kir ku çete tevî sîxuran li nava zeviyan digerin, da ku serjimariyê bikin û daran ji xwe re diyar bikin.
Hemwextî wê, heta niha tevî giliyên şêniyan dîsa jî komîte û aliyên fermî yên hikûmeta Şamê ya demkî destwerdan nekirine.