Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û xwest ku PKK kongreya xwe pêk bîne û xwe fesix bike. Li ser vê bangê PKKê jî di 5-7ê Gulanê de li du cihên cuda bi awayekî hemwext kongreya xwe ya 12emîn li darxist û biryara xwefesixkirinê girt. Di 11ê Tirmehê de bi navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” komeke gerîla bi pêşengiya hevseroka KCKê Besê Hozat bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” di 5ê Tebaxê de li parlementoya Tirkiyeyê, bi navê “Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî” komisyoneke ku ji 51 kesan pêk tê hat avakirin. Komîsyonê heta niha pênc civînên xwe li dar xistin. Li ser komisyonê, rê û rêbazên wê yên xebatê, em bi yek ji endama Komisyonê û hevberdevka HDKê û parlementera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê re axivîn.
Meral Daniş Beştaşê di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tevahiya jiyana Rêber Abdullah Ocalan di rastiya xwe de îro jî bi awayekî şênber tê jiyîn. Hemû mijarên ku di demên borî de bi awayekî zelal anîbû ziman, îro jî weke rastiya xwe li pêşberî me ne. Em jî di nava vê rastiyê de ne. Abdullah Ocalan pêşeng e ku rabirdûya vê erdnîgariyê bi paşerojê re biguncîne û xwedî wê hêzê ye ku qonaxên demokratîkbûnê bi pêş bixe û kêmasiyên pêkanînên berê derxe holê. Ji şerê sar û vir ve gelên cîhanê bûne mijara serpêhatiyên mezin û mixabin zehmetiyên van serpêhatiyan bi awayekî bi êş dîtine. Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd jî di dilê Rojhilata Navîn de bi parzûnkirina tecrûbeyên mirovahiyê hatiye heta îro. Ji ber vê yekê pêvajoya avakirina civaka demokratîk gelek serpêhatiyan di nava xwe de dihewîne. Bêguman gelek bîranîn û bûyerên biêş jî hatine jiyîn. Ji ber vê yekê ev pêvajo hem pir bi nirx e û hem jî pir nêzî serkeftinê ye. Ji bo serkeftina vê pêvahoyê jî divê em hemû rista xwe pêkbînin û berpisiyar tevbigerên.”
Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser komîsyona bi navê “Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî” û wiha got: “Ev komîsyon li Meclîsê gihiştiye qonaxeke girîng. Weke ku birêz Ocalan jî daye xuyakirin piştî civîna sêyem a komîsyonê, qonaxeke nû ya guhdarkirina xizmên windayan ku gel bi pêwîstiyeke mezin li benda wan bû, dest pê kir. Di lîsteyên ku ji aliyê partiyên siyasî yên ku beşdarî komîsyonê bûne de, lihevkirineke girîng pêk hatiye. Ev rûniştin bi guhdarikirina xizmên windayan bi encam bû. Em pêşbînî û hedef dikin ku piştî van pêvajoyên din ên guhdarîkirinê, di nîvê meha îlonê de bi dawî bikin û xebatên çareseriyê ku armanca xwe ya sereke ya komîsyonê ye, dest pê bikin.”
Meral Daniş Beştaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêşik û guman em her tiştî naxin sitûyê vê komîsyonê, lê em dizanin û di vê zanebûnê de ne ku dê ev komîsyon di avakirina aştiyê de gaveke girîng be. Her çiqas gavên berê hatin avêtin ne serkeftî bin jî, divê em qebûl bikin ku qonaxa ku îro em gihîştinê jî ji wan ezmûnan çêbûye. Mînak pêvajoya çareseriyê ya sala 2013an rastî astengiyeke mezin hat; Ji sala 2015an û vir ve gelek êş û wendahî hatin jîyîn. Van trawmayan nîşanî me dan ku rêbazên hovane pirsgirêkan çareser nakin, berovajî vê, mezin dikin. Pêvajoya îro li ser vê hişmendiyê ye û ji ber vê yekê jî bingeha vê pêvajoyê pir xurtir e. Em pir bi hêsanî dikarin bibêjin ku bandora vê pêvajoya çareseriya demokratîk a li ser gel jî li gorî berê gelekî erênîtir e. Daxwazeke mezin heye ku pêvajo bi ser bikeve, lê fikarên pê baweriyê jî hene. Ji ber vê yekê pêwîst e gavên baweriyê yên pratîk bên avêtin.”
Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser gotinên dijî pêvajoyê û got ku ev gotin û helwest neçarî tunebûnê ne û wiha pê de çû: “Ji ber ku tu rastiyeke xwe nîne, tenê gotinên jiberkirî ne. Rastî, tecrubeyên yekser e. Zarokên ji ber mayin, hewan û maşînên zirxî jiyana xwe ji dest dane hene. Rewşa ku dayîk bêyî tirsa mirinê ji bo zarokên xwe razên, biqîmet e. Mirov dikare bibêje ku em îro nêzî vê yekê ne.”
Meral Daniş Beştaşê ji xebatên ku komîsyon dimeşîne ev tişt anî ziman: “Armanca komîsyonê, ne ew e ku bişkoka yekem a pêvajoyê xelet bigire. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêbertiyê ve hatiye avakirin, ji aliyê komîsyoneke li Meclîsê ya ku îradeya gel lê tê temsîlkirin, pir girîng e. Avakirina razîbûna civakî bi lihevkirina hevpar a nûnerên ku bi dengên gel hatine hilbijartin û bi hev re gavan biavêjin pêkan e. Ev komîsyona ku ji 51 parlementeran pêk tê, di rastiyê de mîna hevgirtina mirovan e. Armanca komîsyonê ew e ku bingehên ku gelê kurd, gelê tirk û hemû gelên li van xakan dijîn bi hev re bijîn. Bêguman muxatabê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Di rastiyê de xwefesixkirina PKKê, bêçekkirin û qonaxên pêvajoya aştiyê bi daxuyaniyên wî ve teşe girt. Kesê ku dewlet pê re hevdîtinê pêktîne Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê nehevdîtina vê komîsyonê ya bi Ocalan re, tê wateya binpêkirina xala yekemîn a komîsyonê. Bêguman ev jî li dijî cewherê pêvajoyê ye. Herçiqas dem, cih û format ne diyar be jî wê komîsyon teqez bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Komîsyoneke ku guhdariya bi dehan sazî û kesan kiriye, bêyî ku guh bide Birêz Ocalan, ne pêkan e ku bikaribe bi awayekî tekûz karê xwe biqedîne.”
Meral Daniş Beştaşê di axaftina xwe de bal kişand ser nehevsengiya di komisyonê de û got: “Di komîsyonê de hejmara mêran 5,5 qat ji ya jinan zêdetir e. Di warê temsîliyeta jinan de rewşeke nebaş e. Ji bilî Partiya DEMê tu partiyeke siyasî nûnertî û temsîlîyeta jinan esas negirt. Nûnertiya wekhev a jinan ku nîvê civakê pêk tînin, dikare di pêvajoya aştiyê de gelek tiştan biguherîne. Mînak li Kolombiyayê kotaya jinan hat bicihanîn û Koalîsyona Jinan di pêvajoya li Îrlandaya Bakur de kedeke mezin da. Herwiha em bi tevkariya ku nûnertiya jinan di pêvajoya aştiyê de bide dizanin. Her çend em bi hejmara xwe kêm bin jî, divê kes gumanê neke ku em ê hemû hewldanên xwe bidin ji bo ku pêvajo li gorî destkeftiyên jinan pêş bikeve xebatên xwe bimeşînin û rista xwe jî bilîzin.”
Meral Daniş Beştaşê di berdewamiya heman mijarê de ev tişt got: “Jin di dîrokê de bi awayekî sîstematîk hatine paşguhkirin. Keda wan ji nedîtî ve hatiye, vîna wan hatiye desteserkirin. Lê belê her carê ji nû ve çêbûne û bûne hêzeke ku desthilatdariya baviksalarî ji holê radike. Jin îro tenê li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û zayendperest ên dewletê li ber xwe nadin. Di heman demê de pêşengiya avakirina pergaleke civakî ya azadîxwaz jî dikin. Birêz Ocalan jî destnîşan dike. Jin ne tenê çavkaniya hebûna civakî ne, di heman demê de hilgira têkoşîna azadiyê ne. Ji ber vê yekê pêvajoya aştiyê rasterast bi têkoşîna jinan re tê girêdan. Her pêvajoyeke ku dê berhema dîplomasiya serdest a mêr be, dê ne temam be. Aştiya rast, demokrasî û azadî tenê dema ku hemû pêkhateyên civakê di nav xwe de bihewîne wate dibîne. Jin dikarin gelek tiştan biguherînin. Dê li şûna siyaseta populîst xebatên rast û berhemdar ên ku civakê hembêz dikin bihata meşandin. Çalakbûna jinan tê wê wateyê yên ku êş û pirsgirêkan kûr hîs dikin dikarin vê pêvajoyê bi awayekî rêkûpêk bi rê ve bibin. Ev tê wê wateyê ku siberoja ku em bêriya wê dikin, dê bi destên jinan û bi rûmeteke mezin ji nû ve çêbibe. Rojeva herî giran a welat pirsgirêka jinan e. Polîtîkayên ewlehiyê sedema herî girîng a vê yekê ne. Li Kurdistanê jin mexdûrên herî mezin ên polîtîkayên şerê taybet in. Tiryak, îstismar, kuştina jinan û tundî şopên kûr hiştine. Jin hem di aliyê civakî û hem jî di aliyê aborî de tên eciqandin.”
Meral Daniş Beştaşê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tevgera azadiya jinan di qonaxeke xurt û hişmend de ye. Jin dengê xwe didin bihîstin, pirsgirêk di zîhniyeta ku vî dengî nabihîse de ye. Em ê bi têkoşîna xwe vê zîhniyetê biguherînin. Pêdiviya me bi “Însiyatîfa Pêdiviya Jinan bi Aştiyê Heye”, heye, pêdiviya me bi TJAyê û rêxistinên din ên jinan heye. Em di wê baweriyê de ne ku dê me xurt bikin. Ew ê vê pêvajoyê bi awayekî herî rast bi jinan rave bikin û hebûna wan bi helwesta xwe ya xwedîderketinê wê bibe hêza me ya herî mezin. Em di wê baweriyê de ne ku ev jî dê me ber bi serkeftinê bibe. Jin bi deng û têkoşîna xwe pêşengiya jiyana nû dikin. Em bi hev re xurt in. Em dikarin bi şîara “Jin Jiyan Azadî” li cîhanê jiyaneke azad û wekhev a komunal ava bikin.”