Li Rojhilata Navîn piştî 7ê Cotmeha 2023an şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de zêde bû. Ji wê demê heta niha di şer de 62 hezar û 622 Filistinî hatin kuştin. 157 hezar û 673 kes jî birîndar bûn. Di 8ê kanûna 2024an de jî HTŞê Şam dagir kir. Piştî wê dîsa şerê li Rojhilata Navîn şer û kuştin zêde bû. Di êrîşên hêzên girêdayî HTŞê de bi hezaran Durzî û Elewî hatin kuştin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li ser vê bangê pêvajoya şerê li Rojhilata Navîn guherî. Têkildarî geşedanên dîplomatîk û polîlîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan siyasetmedar Demîr Çelîk nirxandin kir.
Siyasedmedar û Nivîskar Demîr Çelîk têkildarî pêvajoyê ewil li ser dîplomasiya ku di navbera Şamê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêş dikeve axivî û wiha got: “Em di pêvajoyeke pir cuda re derbas dibin. Di aliyê siyasî, aborî, çandî û civakî de tiştên nû pêş dikevin. Li aliyekî pergala Kapîtalîst di vê pêvajoyê de dixwaze pergala xwe nû bike û bide rûniştandin. Lê li aliyê din gelê bindest ên mîna Kurd, Elewî, Durzî, Asûrî, Suryanî ên li Rojhilata Navîn dijîn dixwazin bibin xwedî nasname. Dixwaze xwedî çand û nasnameya xwe be û li gorî vê yekê xwe bi rêxistin bike û çanda xwe biparêze. Liser vê yekê niqaş hene. Nakokî û pevçûn hene.”
Siyasetmedar Demîr Çelîk anî ziman ku piştî 7ê Cotmeha 2023an di navbera Îsraîl û Hamasê de şer zêde bû û wiha got: “Bi vî şerî li Rojhilata Navîn gav bi gav û roj bi roj geşedanên nû pêş ket. Şer zêde bû. Di nava vê pêvajoyê de Hamas hebû. Hîzbûllah Hebû. îran hebû. Haşdî Şahbî hebû. Dewletên ku li Rojhilata Navîn desthilatdar bûn, hêzên wan hebûn. Bi vî şerî hêz û fonksiyona wan şikest. Disa di 8ê Kanûna 2024an de HTŞê dest danî ser rêveberiya Rejîma Esad û Rejîma Esad hilweşiya. HTŞ li Şamê bû desthildar û nêzî 9 meh in HTŞ Şamê wekî hikûmeta demkî bi rêve dibe.”
Siyasetmedar Demîr Çelîk bal kişand ser polîtikayên HTŞê û got: “Piştî HTŞ bû desthilat, ji wê demê heta niha di navbera HTŞê û elewiyan, HTŞ û durziyan de nakokî û alozî hene. Hetali dijî durziyan û erebên elewî komkujî çêbûn. Bi komî hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di vê bangê de li ser geşedanên Rojhilata Navîn fikr û ramanên xwe parve kir. Banga Birêz Ocalan a 27ê Sibata 2025an nexşeya çareseriyê diyar kir. Ji bo çareseriya çand, ziman, aborî, civakî, nasname û siyaseta demokratîk rêya çareseriyê diyar kir. Lê desthilat û dewlet vê çareseriyê red dikin. Ew li dijî vê çareseriyê ne.”
‘Cihê dewlet lê hebe şer heye’
Demîr Çelîk bal kişand ser polîtîkaya dewletan û wiha pêde çû: “5 hezar sal berê dewlet tune bû. Desthilatdarî tune bû. Lê civak hebû. Civaka demokratîk û jiyana komunal hebû. Civakek ekolojîk, demokratîk, konunal û aboriya demokratîk hebû. Civakeke xwe bi xwe bi rêve dibir hebû. Parastina xwe bi xwe dikir. Debara xwe bi xwe dikir. Di 5-6 hezar salên dawî de dewlet û desthilatî ava bûye. Piştî dewlet û desthilatî pêş ket, êdî şer jî pêş ket. Dewletê bi xwe re şer anî. Dewlet û desthilatî tune be, şer jî tune ye. Birêz Ocalan dixwaze li dijî pergala dewletê jiyaneke nû ava bike. Pergaleke ku desthilatî lê tune be, şer lê tune be ava bike. Dixwaze civakeke ekolojîk, demokratîk û wekhev ava bike. Dema PKK hat avakirin wê demê şert û mercên cîhanê ew dixwest. Lê niha PKKê rist û mîsyona xwe pêk anîye û divê em gaveke nû bavêjin. Ev jî gaveke bê çek û şer ferz dike. Pêvajoya nû li me siyaseta demokratîk û civaka demokratîk ferz dike. Di vê pêvajoyê de niqaş hene. Rexne û rexnedayîn hene. Li aliyê din Dewleta Tirk 100 sal in bi polîtîkayên înkar û îmhayê hebûna xwe berdewam dike. Şert û mercên Rojhilata Navîn û Cîhanê hatine guhertin. Dewleta Tirk jî êdî dizane ku wekî 100 sal berê nikare xwe bi polîtîkayên berê bi rêve bibe. Dizane ku êdî nikare Kurdan înkar bike. Kurdan bi têkoşîna xwe li hemû cîhanê fikr û ramanên xwe û hebûna xwe daye qebûlkirin. Hemû gelên bindest îro baweriya xwe bi fikr û felsefeya Serok Ocalan anîye. Di nava rêxistina tevgera azadiyê de cih girtine.”
‘Gelê Kurd êdî li cîhanê hatiye qebûlkirin’
Demîr Çelîk, bal kişand ser rewşa gelê Kurd û wiha pêde çû: “Di pêvajoya ku gelê Kurd êdî li cîhanê tê qebûlkirin de dewleta Tirk mecbûr maye ku vê pêvajoyê qebûl bike. Lê di vê pêvajoyê de dixwaze li gorî xwe gavan bavêje. Dema li aliyekî ji bo çareseriyê gavan davêje, li aliyê din jî dixwaze bi destê HTŞ û MSOyê şer li herêmê pêş bixe. Dixwaze li dijî Rêveberiya Xweser û HSDê şer geş bike. Di 10ê Adara 2025an de di navbera Mazlum Ebdî û Colanî de peyamek hat îmzekirin. Di vê peymanê de pergala Demokratîk a Sûriyeyê hebû. Lê Dewleta Tirk zext li HTŞê kir. Li ser vê yekê HTŞê Destûra Bingehîn a yekperest û yek alî îlan kir. Dema HTŞê li dijî Durziyan êrîş kir û komkujî pêk anî, destê dewleta Tirk di navde hebû.”
‘Tirkiye mecbûrê guhertinê ye’
Demîr Çelîk li ser rewşa dewleta Tirk jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Niha Dewleta Tirk di guhertin û veguhertinê de mecbûr maye. Dizane êdî wekî 100 sal berê bî înkar û îmhayê çareserî pêk nayê. Lê dîsa dixwaze li gorî berjewendiyên xwe çareseriyê pêş bixe. Dixwaze Kurd xwe bi rêxistin neke. Dixwaze Kurd ne xwedî çand, ziman û siyaseda demokratîk bibe.”
‘Dewlet samîmî nîne’
Demîr Çelîk li ser bandora Hewldanên Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan ên li dijî çareseriyê jî rawestiya û wiha got: “Hem tevgera azadiyê û hem jî Serok Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn gavên gelek girîng avêt. Ji bo aştî û civaka demokratîk gavên dîrokî û stratejîk avêt. Li gorî dewleta Tirk gavên taktîkî navêje. Lê dewleta Tirk samîmî nîne. Dema derfet têkeve destê dewleta Tirk, dê di aliyê siyasî, leşkerî û dîplomasiyê de Tevgera Azadiyê tafsiye bike. Di 14 salên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îspat bû ku hemû bawerî, gel, civak dikarin bi hevre bi pergala civaka demokratîk bijîn. Bi hevre komun û meclisa xwe ava kirine û bi vê pergala komun û meclisê dikarin xwe bi rêve bibin. Pergerala Modernîteya Demokratîk ava kiriye. Li dijî Pergala Modernîteya Kapîtalîst alternatif ava kiriye. Pergala Tevgera Azadiyê pergaleke gerdûnî ye û ji aliyê gelê cîhanê ve tê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de destê me xurt e. Dewleta Tirk di aliyê aborî, siyasî û û dîplomasiyê de di zor û zahmetiyê de ye. Ji ber vê yekê dixwaze Kurdan tune bike.”
‘Dewlet di nava xwe de ne yek e’
Demîr Çelîk li ser tifaqa gelê Kurd û Tirk jî rawestiya û wiha pêde çû: “Niha dewlet di nava xwe de ne yek e. Dîsa hikûmeta AKPê û MHpê jî ne yek parçe ye. Gotina Bahçvelî û Erdogan hev nagire. Gotinên AKP û MHPê hev nagirin. Dewlet di nava xwe de bûye 3 par. Parek dibêjin leşkerî ne çare ye. Para din dibêjin tu mafê kurdan tune ye. Çi mafê wan heye me daye. Çima em li ser maseyê rûnên û çima em muzakere bikin. Para sêyemîn jî dibêjin Rojhilata Navîn û Cîhan hatiye guhertin. Bi peymanên 100 sal berê hemû nasname hatine înkarkirin. Di peymana Lazanê de hemû bawerî, kêmar û ziman hatin înkarkirin. Lê îro vana hemû dibêjien em bi ziman, çand û nasnameya xwe hene. Suryan, durzî, elewî, keldanî û hemû pêkhateyên ku 100 sal berê mafê wan tune hatin hesibandin, îro di bin pergala Civaka Demokratîk de xwe bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê îro Iraq, Sûrî û Tirkiye divê hemû mafên van pêkhateyan di zagonên xwe debi cih bikin û qebûl bikin. Lê dewleta tirk di vî limî de samîmî nîne.”
Eger dewlet samîmî be divê gavên qanûnî bavêje’
Demîr Çelîk bibîr xist ku PKKê di Gulanê de gaveke pir dîrokî avêt û wiha lê zêde kir: “Di gulanê de PKKê got ‘Em xwe fesix dikin û çekan datînin.’ Lê ev tenê bi yek alî nabe. Eger heq û hiqûq nayê dayîn ev pêş nakeve. Dîsa di 11ê Tîrmehê de 30 endamên PKKê çekên xwe şewitandin û gotin em Amade ne. Dewletê îro komîsyon ava kiriye. Divê komîsyon gavên bên avêtin diyar bike. Eger dewlet samîmî be, divê di meha qanûnê de zagonên pêwist saz bike.”
‘Divê dest ji înkar û îmhayê berde’
Demîr Çelîk li ser rol û rista komîsyonê jî rawestiya û wiha got: “Avakirina komîsyonê hinek balkêş û cûda ye. Ji pergala demokratîk re çi lazim e, divê komîsyon li ser wê raweste. Ji bo pergala demokratîk çi pêwist e û divê gavên çawa bên avêtin, divê endamên komîsyonê li ser wê niqaşan bike. Divê di serî de dewleta tirk dest ji înkar û îmhaya gelê Kurd berde. Divê bêjin mafê kurdan heye. Divê mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî, xwe birêxistin kirin qebûl bike. Diveê zagonên li dijî têkoşîna terorê bi dawî bike. Divê Makeqanûna Demokratîk, Sivîl bê avakirin. Divê di vê destûrê de nasnameya hemû pêkhateyan bê qebûlkirin û parastin. Divê hemû qedexeyên li ser mafê gelê Kurd bê rakirin. Divê dawî li qanûnan bînin û şaredariyan paşve bidin. Divê êdî vîna kurdan înkar nekin. Divê rê paqij bikin û pêşiya demokrasiyê vekin. Divê hemû qedexeyên li ser kurdan vekin. Niha 10 hezar siyasetmedarên Kurd girtîne. 10 hezar siyasetmedarên kurd li sirgûnê ne. Divê girtiyên siyasî berdin û qedexeyên li ser siyasetmedarên dervê welat rakin. Divê ji bo avakirina civaka demokratîk gavên şênber bên avêtin. Piştî wê dewlet û Rêberê Gelê Kurd û PKK dê li ser masê rûnên û ji bo çareseriyê takvîmekê dînin pêş xwe.”