27 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qedexeya ziman zilm e

Dayikên Aştiyê ku li ser daxwaza komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin ji gelek bajaran çûn Enqereyê û xwestin pirsgirêkên heyî bi zimanê Kurdî bînin ziman. Lê Serokê Meclisê yê AKPî ev daxwaz red kir û zimanê tirkî li wan ferz kirine.

Li Tirkiyeyê PKK di 27ê Mijdara 1978an de li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê ava bû. Ji bo mafê ziman, çand, nasname û hebûna Kurdan biparêze xwest siyasetê bike. Lê bi darbeya 12ê Îlona 1980ê rê li pêş PKKê hat girtin. Ji ber vê yekê di 15ê Tebaxa 1984an de dest bi şerê çedarî kir. Ji wê demê ve Rêberê Gelê Kurd bi dehan caran agirbesta yek alî îlan kir. Xwest pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bike. Di 41 salan de PKKê hebûna gelê Kurd li cîhanê da qebûlkirin. Piştî gelê Kurd êdî li cîhanê hat qebûlkirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û mohra xwe li dîroka cîhanê xist. Anî ziman ku bi şer tu kes qezenc nake û divê pirsgirêkê bi diyalog, demokrasî û siyaseta demkratîk çareser bikin. Xwest êdî hikûmet û dewlet dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin. Lê dewleta ku di salên borî de zimanê Kurdî qedexe dikir îro em dibînin ku Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî dîsa zimanê Kurdî qedexe dike. Em dibînin ku komîsyona ji bo çareseriyê hatiye avakirin di înkara gelê Kurd de israr dike.

Dema em li çend mînakên berê û niha dinerin em dibînin ku hişmendiya hemû netew dewletan yek e û nehatiye guhertin.

Di tîrmehê de Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê dersdayîn, amadekirina pirsên îmtîhanan û bersivdana wan a bi Kurdî li zanîngeh û enstîtuyên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê qedexe kir.

Îdareya perwerde û barhênan a Parêzgeha Kirmaşanê di bexşnameyekê de axaftin bi zimanê Kurdî li hemû Xwendingeh û Qutabxaneyên parêzgeha Kirmaşan ê qedexe kir.

Di derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de zimanê kurdî bi fermî qedexe kirin. Di 1991an de her çend qedexeya ziman rakirin jî lê ev tenê di gotinê de ma.

Dîsa saziyên ziman û çanda Kurdî yên wek Enstutiya Kurdî ya Stenbolê, KURDÎ-DER û MKMê bi rêya KHKyên OHALê hatin girtin.

Bi rêya Qeyûman li gelek şaredariyên Kurdistanê kreş û saziyên zarokan hatin girtin. Lewheyên bi zimanê kurdî rakirin. Parq û abîdeyên ku navê navdarên kurd lêbû bi destê Qeyûman hatin xerakirin.

Di dema OHALê de dibistana Ferzad Kemanger a ku 250 xwendekarên wê hebûn, bi KHKê girtin.

Di Cotmeha 2024an de li Navçeyên Qereqoçan, Farqîn, Wan, Amed û gelek navçe û bajarên din, polîsan nivîsa “Pêşî peya” ku li ser rêyan hatibû nivîsandin tev yek bi yek jê bir.

Zabitayên Şaredariya Konakê di 1ê Tebaxê de deriyê Komeleya Çand û Ziman a Awestayê mohr kir.

Herî dawî Dayikên Aştiyê ku li ser daxwaza komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin ji gelek bajaran çûn Enqereyê û xwestin pirsgirêkên heyî bi zimanê Kurdî bînin ziman. Lê Serokê Meclisê yê AKPî ev daxwaz red kir û zimanê tirkî li wan ferz kirine.