Îro, piştî 17 salan, çaxê ku mirov bûyerên serhildana 12’ê adarê tîne bîra xwe, dikare hîn baştir paşxane û sedem û encamên wê serhildanê zanibe û şîrove bike. Bêguman her tişt di nava çend xêzikan de nayê gotin, lê dikare bête gotin ku gelê Rojava ji wê rojê ta vê rojê têkoşîna xwe ya azadiyê bi şêweyên cuda dewam dike.
Carna ji xwe re dibêjim; gelo ew welatiyê Tûnisê ew ê xwe ji birçîna û ji bêçaretiyê şewitand û şewata wî bû çirûska Bihara Gelan li Rojhilata Navîn, eger wî kesî ew çalakiya xwe beriya 10 salan, yan piştî 10 salan pêk anîba, dê heman encam rû daba? Bê guman bersiva dê na be. Ew kesek bû lê wî li wê deverê, di wê pêvajoya dîrokê de, nûneriya bi milyonan birçiyan dikir, nûneriya bi milyonan azadîxwazan dikir ku bi salan di bin nîrê rejîmên yekdest de mabûn.
Heman tişt em dikarin ji bo serhildana 12’ê adarê jî bêjin, bi taybet ku pir derdor bi salan hewl dan vê rûdanê weke bûyereke tundiyê ya di navbera alîgirên du tîmên fotbolê de pênase bikin.
Bi salan gelê kurd li rojavayê Kurdistanê di bin desthilata rejîma Baas’ê dihate çewisandin. Lê piştî salên 1990’an de asta vê çewisandinê her ku diçû zêdetir dibû. Ji ber siyasetên cudakariyê yên rejîmê rewşa jiyanî ya kurdan her ku diçû aloztir dibû, bi hezaran malbatên kurdan wan salan ji bo debara jiyana xwe berê dane bajarên mezin yên Sûriyeyê. Di wê demê de têkoşîna gelê kurd li bakur û başûrê Kurdistanê jî bilind dibû û veguherîneke mezin di hestên neteweyî yên gelê Rojava de çêkiribû.
Hilweşîna rejîma Baas`ê ya bi serokatiya Sedam Hisên li Iraqê sala 2003’an li herêmê bi giştî û di nava kurdan bi taybet rêya pêvajoyeke nû vekir û hêviyên azadiyê geş kirin. Piştî nêzî 40 salan êdî cara yekem gelê herêmê bi çavên serê xwe dîtin çawa ku diktatoriya herî bi hêz jî bibe ku di nava şev û rojekê de hilweşe û tune bibe.
Rejîma Baas’ê ya Sûriyeyê, weke ku di tirsa xwe de bû dê rojekê çarenûsa wê jî weke ya rejîma Sedam be, herî zêde tirsa ji wê gelê kurd bû, ji ber ku herî zêde gelê kurd di bin nîrê rejîmê de hatibû çewisandin, lewma eger çirûskeke serhildan û şoreşê vede dê agirê destpêkê li herêmên kurdan gur bibe. Lewma rejîmê li şûna ku bi berfirehkirina qada demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên gelê kurd û başkirina rewşa jiyanî, bergiriya rûdaneke mîna serhildan yan şoreşê bigire, berê xwe da bijarteyeke din û hewl da bi tundî, çavtirsandin û pêkutiyê vê mijarê çareser bike. Ji xwe ev helwest paşê bû paşxaneya bûyerên serhildana 12`ê adarê.
Rejîmê navenda tevgera siyasî ya kurdan bajarê Qamişlo hilbijart û xwest erebên herêmeke cîranê Qamişlo, ango yên bajarê Dêra Zorê ji bo vê planê bikar bîne. Armanc ji ew bû ku kurdan çavtirsandî bike, her wiha di navbera kurdan û ereban de dijberiyekê çêbike ku eger rojekê bûyerk çêbû jî ew erebên nîjadperest li aliyê rejîmê bin.
Bûyerên roja 12`ê adarê pêk hatin, pir eşkere bû ku ne jixweber çêbûn, lê bi plan û amadekarî bûn. Bûyer li stada fotbolê ya bajarê Qamişlo çêbû, çaxê ku tîma El-Cîhad ya herêma Cizîrê û Tîma Fitiwê ya Dêra Zorê dilîstin. Ji xwe tiştên paşê rû dan têne zanîn, çawa bi hovane êrîşî kurdan kirin û kuştin û girtin û îşkence kirin.
Lê tişta ku pir diyar bû ku hemû plan û hesabên rejîmê berovajî xeyalên wê zîvirîn. Ya rastî tişta ku paşê rû dan, ango serhildana kurda ku di pêvajoya çend rojan li seranserî herêmên rojava û bajarên Helebê û Şamê yên Sûriyeyê belav bû, ne di hesabên çîna siyasî ya kurd û partiyên tevgera kurdî de jî bûn. Lê ji xwe pirê caran bûyerên serhildan û şoreşan wiha rû didin.
Bi kurtasî gelê kurd piştî serhildanê êdî tirs şikandin. Ya herî girîng ew e ku çavên rejîmê şikandin, çavên nîjadperest û şovenîstan şikandin. Ew roj ev roj e, têkoşîna kurdan a ji bo azadiyê ranewestiya. Serhildana 12`ê adarê dê her di dîroka gelê kurd li Rojava de weke pêngava pêşîn ya şoreşa azadiyê bête nasîn.