Bêyî min nivîs bi derengî ket, pêşî xwerexnebikim. Şert û mercên jiyanê mirov asteng dikin, mixabin.
De ka em vegerin ser meseleya xwe…
Min got; xwenasîn.
Pirs ev e. Xwenasîn.
Li ser erdînagariya me , li Kurdistanê, ji ber mêtingerî, dagirkerî û xapandinê gelek av şolî bûne, lê hêviyek xurt derketiye ku jiyan ber bi zelaliyê ve diçe. Çendî Kurd bi vê têkoşîna çend sale rewşa xwe û ya derdorê jî rohnî dikin. Şanazî ye.
Dixwazim qala du tiştan bikim ku derdê xwe raxînim, ji dil…
Yek; Ev hezarûpêncsed sal in, mislimanî li erdnîgariya me serdest e. Tu astengî ji zanyarî, çandî, jiyana rojane, zimanî, wêjeyî û perwedehiya wê nîne. Helbet rojên teng ji bo vê ramanê jî çêbûne. Lê ya rast av her bi serbestî herikiye. Ji ber melê heta zanîngehan rê vekiriye. Pêşî bibêjim tu derdê min bi bawerî, olnasî û derûniya bawerdariyê re nîn e, rêzdar im, bawermend im. Lê xapandin û tarîkirina heqîqetê min diêşîne û nabe ku xapandin, rûreşî bibe rêber.
Welatê me Kurdistan ji mêj ve bihuşta ser rûyê erdê ye. Niha jî. Heqîqet ev e. Ji xwezanîna mirov vir ve temamê nivîs û zanistan navbera Zagros-Toros û derdora Tîjle(Dîcle) û Feratê wek bihuşt û warê kurdan dinasin. Ji Gutî-Hurriyan vir ve, heta Karduk-Med û di roja me de Kurd! Helbet bi qewm, gel û neteweyên derdorê û her bi biratî li ser vê xakê parvekirina jiyanê! Ji kûrdîrokê û vir ve… Jiyaneke wekhev, azad û hev ji dil ve nasîn û qebûlî! Çi Kurd, çi Samî, çi Babîl, Gutî û niha Ermen, Ereb, Suryan, Kurd, Tirk, Çerkez û herwiha…Jixwe Tewrat bi aşkere dibêje Tîjle û Ferat rûbarên bihuştê ne. Dîsa quntarê Zagrosan wek Aden-Bihuşta baqî tê nasîn, ev ji hêla çand û civakiya Rojhilata Navîn tê zanîn, pejirandin û Adem ji vir e, ji vira hatiye qewirandin bi ilmê Yezdanê Dilovan. Yanî bi gelek mînakên çandî- civaknasî-siyasî û bawerî mirov vêna bi zelalî dibîne. Yanî welatê me bihuşta ser rûyê erdê ye. Hurî jî dê, xwişk û hezkiriyê me ne, lewra em neviyên Hurriyan in, Hurî jina Kurd a mîtolojik, xweşik î xweşhal û ya dema me jina serbilind e, ku bi van salên dawîn, bi têkoşîn û berxwedana xwe dinya alem li xwe kiriye heyran,
Îca heyrana we çima Bihuşt û Hurî ji me re mane ji bo roja qiyametê û piştî mirinê. Ew jî ku em bawermendekî rast bin, ku Xweda rehim e û efûkar e. Lê ma ne va em li bihuştê-cinetê ne û huriyên me hene. Serdest û mêtingeran ev ji me sitendine, em kirin ezez, bencil û em tenê li ser xwe fikrîne û me jiyana xwe kiriye qurbana bihuşt û huriyên wî alî. Çavbirçîtiyê em xapandine û me azadiya xwe û ya welatê xwe kiriye qurbana cineta wî alî, ev xapandine. Em tev bi biratî û azadî bi rewşeke demokrat bi hev re bijîn ku dinyê û jiyanê bikin warê azadiyê ku hejayê mirov lê bijî. Va tevgera Kurd û Rêberê me vê dixwaze, bila piştguh nebe, av şolî nebe. Em bihuşta xwe, yanî welat, azadî, kesayet, ziman, çand, hevserên, hevjînên azad dixwazin jiyanek heja ava bikin û bijîn.
Dîsa bila bawermendên misliman ji bo bihuşta xwe, cineta xwe bi derûniya xwe, îbadeta xwe jiyana xwe bijîn, lê bila xapandin rabe. Ziman û welatê me bila azad be, Kurdiya me serbest û azad be. Wekhevî, azadî û demokrasî, bi hev re bêkedxwarî, zilm û tunehesibandin jiyan!
Em li Adena xwe, bi serbestî bi ziman, çand û kesayeta xwe li welatê xwe, li Kurdistana xwe bijîn.
Dudo; Dewleta Osmanî jî tê de ev nêzîkî şeş sed salî ye pergala serdestiyê ya dewletî li ser me heye. Serdestiya pergala Osmanî û ya miletê Tirk û vê sedsalê dawîn jî serdestiya pergala dewleta Tirk li ser me heye, em tên eciqandin. Mêtingerî û dagirkeriyê em tune hesibandine. Welat, nav, kesayet, ziman, ramana azad, çand tuneye. Ev sed sal in; Ji heftsalî pê ve em Tirk in, rast in, jêhatî ne (Türküm, Doğruyum, Çalışkanım). Ma bera wilo ye. Tew van salên dawî bişaftin, yanî tunekirina me destpê kiriye; ya ziman, esl, çand û jiyana me. Jiyana me qet li hev nake; ne em dibin Tirk û ne jî Kurdiya xwe dijîn. Van çend salên dawî rohnayê ji bo me serî daye. Deya bi xêr. Ka dirêj nekim…
Tunekirina me ya vê sedsala dawî tê zanîn, nivîsîn û têkoşîn û berxwedana li hember vê heye. Lê mixabin jiyan; ziman û çanda me, nexasim zimanê me dihelîne, bi pergaleke bêîman em tên hêrandin. Bişaftin û xwebişaftin.
Yanî delalîno;
Ji bo axretê em ketine pey bihuşt û huriyan, bi ezeziyekê em bûne rêwiyê jixwedûrbûnê, em xwe nasnakin. Ji kerema xwe em xwe, dîrok, civak, çand û rastjiyana xwe bibînin. Dîsa em bawermend bin, lê nexapin. Em dinyaya wî aliyî nekin qurbana ezezî û şexsê xwe bitenê. Axret ma ji çanda Ereban re, dinya ma ji çanda Tirkan re û Kurdî firiya, heliya, bû qurbana wan. Em civakî û mirovînî bifikirin, bijîn. Qedrê jin, zarok, wekhevî û jiyanê bizanibin. Azad bifikirin û wekhev bijîn.
Ji bo çend rojên dinyayê, ji bo pîşe û miaşekî, qaşo ji bo zanyariyê ji heftsalî û pê de em bes xwe înkar bikin. Em xwe binasin. Ma qey bi Kurdbûnî, Kurdî axivîn, ji axa xwe hezkirin û herwiha em ê ji birçîna bimirin loooo, ma derî li dinyayê ketiye lêêêê… yanî ji bo axretê em nebin Ereb û ji bo dinyalikê jî em nebin Tirk heyrana we… Ma ne va roj li me hilatiye. Kurd bin û ji her kesî hezbikin. Tirk, Ereb, Frensiz, İngiliz tev mirovin, em dikarin bi hev re bêyî kedxwarî û redkirinê bijîn. Em înkarê naxwazin. Bi înkarê em nikarin bi hev re bijîn. Aştî; hevnaskirin, qebûl û heqxwazî ye. Em nasname, ziman, ax û vîna xwe, îradeya xwe dixwazin ku ev rewşek însanî ye. Em bi Kurd, Kurdî, Kurdistanî bi azadî tevlî jiyan wekhev û azad bibin. Ne zor e!
Lê pêşî em xwe binasin!
Yan na em ê bibin Dûvik! Gêjik û Tevlîhev!
Delavê Dengiza