26 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Gulistan û Hêro bi bernameyek taybet bi bîr anîn

Endam û rêveberên MKG û DFGê rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn bi bernameyeka taybet bibîr anîn.   

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Êlihê ji bo rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bernameya bîranînê li dar xistin.  Nûnerên MKG û DFGê û malbata rojnameger Gulistan Tara li Sendîkaya Petrol Îşê ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn merasimek li dar xistin. Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir. Bernameyê piştî rêzgirtinê bi temaşekirina sînevizasyonê berdewam kir.  Di bernameyê de berdevka MGKê Roza Metîna axivî û got: “Em hêza xwe ji wan şehîda digirin. Wan şehida suçên dewletê teşhir kirin û ji bo wê jî canê xwe dan. Ji bo em kuştina rojnamegeran bidin sekinandin em ê xwedî li pevajoyê derkevin.” Girse piştî bernameyê derbasî goristanê bûn.

Bi girseyî çûn ser gora Gulistan Tara

Koma ku li ser gorê kom bûn ewil ji bo hemû şehîdên çapemeniyê deqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê, hevalên wê yên rojnameger û endamên malbatê qurnefilên deste xwe danîn ser gorê û dua xwendin.

Li ser navê malbatê xwîşka Gulistan Dîcle Erdem axivî û got: “Hûn hatîn we îro  baxçe Gula zîyaret kir.  Gulîstan niha di nav me de nîne. Lê rihê wê her tim li ba me ye. Gulîstan Nazim Cîhanê tu caran naqedin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ dawî bû.

Têkildarî bûyerê

Dİ 23yê Tebaxa 2024an de balafirên bi çek û bê mirov (SÎHA) li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî maşîneya wan êrîşa hewayî pêk anîbû. Di êrîşê de Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman êrîşê de 8 xebatkarên çapemeniyê jî birîndar bûbûn.