Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li Mûşê bi sernava “Yekitî û hevgirtina ji bo demokrasiyê” civîn li dar xist. Civîna ku li Salona Konferansê ya Biratiya Bursa-Muşê hat lidarxistin, gelek kes beşdar bûn. Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd a di 27ê Sibatê de bi bîr xist û got ku divê pêvajo bi ser bikeve û divê dewlet ji bo demorkasî û aştiyê gavan biavêje.
Hevberdevka Însiyatîfa Yekitî û Demokrasiyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî bal kişand ser yekitiya kurdan û wiha axivî: “Gelê kurd îro dîrokek dinivisînin. Ez spasiya hemû kesên ku ji bo yekitiyê dixebitin, dikim. Carnan ji ber tundiyên dewletan û carna jî ji ber berjewendiyên tekakesî yekitî pêk nehat. Îro divê em dev ji hemû mijarên tekakesî berdin û bibin yek. Îro 301 delegasyonên me hene û di nava wan de ji her gel û baweriyê mirov cih digirin. Rêzdar Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn bangeke girîng kir. Ev bang nexasim li çar parçeyên Kurdistanê bandoreke xurt çêkir.”