Dê îsal 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran bi miting, meş û çalakiyên cuda bê pîrozkirin. Lê tê payin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, mohra xwe li pîrozbahiyên îsal bide.
Di 31ê tebaxê de starta çalakiyan, dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rihayê bi mitînge kê were dayin. Di 1ê Îlonê de jî dê li Stenbolê miting were lidarxistin. Di heman deme de li Wan, Amed, Êlih, Şirnex û bajarên din jî meş û mitîngên girseyî bên lidarxistin.
Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Narîn Gezgor têkildarî mijarê agahî da Ajansa Mezopotamyayê (MA) û diyar kir ku ji bo civakîkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin. Narîn Gezgor, wiha got: “Riha, hem bajarê birêz Ocalan lê ji dayik bûye hem jî bajarekî li gorî ruhê civaka demokratîk e. Lewma me biryar da ku mitînga xwe ya ewil li vir li dar bixin. Ji ber ku kurd, ereb, êzidî, tirkmen û gelek milet li vir bi hev re dijîn. Her wiha em dikarin bibêjin yek ji mînakên herî şênber a civaka demokratîk e.”