Gelê Kurd, bi têkoşîna nîvsedsalî dane xuyakirin ku dewleteke îdeal nîn e û li dijî terora dewleta Enqereyê têkoşîneke dîrokî meşandin.
Kurdan îspat kir ku di jiyanê de, gihiştina qonaxa herî zor azadî ye. Li cîhanê pêkanîna karê herî zor demokrasi ye. Li cîhanê pîşeya herî zor jî parastina mafên mirovan e.
Ev sê hevok têkildarî dewlet, mirov û felsefêya siyasî ne û têne wateya meşrutiyeta dewleta îdeal. Eger em dîrokê refernas bigirin, sîstemên federalî û konfederalî ne di nav de, ji destpêkê û heta îro dewleteke îdeal nehatiye avakirin.
Mînaka dewleta Enqerê li holê ye. Avakirina vê dewletê, teoriya Platon a ku dibêje; “Dewlet ne saziyeke ku mirov tîne cem hev û bi îradeya xwe ava dikin e. Sazumaniyeke li gorî kanunên xwezayî û biyolojik derdikevê holê ye”, pûç kiriye.
Beriya çend rojan; Serokê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayib Erodgan, di axaftina xwe de got; “Divê têkoşîna Tirkiyeyê ya rizgarbûna ji bela propagendeya terorê, nebe qurbana niqaşên teng û hesabên cuda yên “îkbal”ê. Ne millet wan kesan efû dike, ne dîrok. Di dawiya rê de xwişk-biratî. pêşketin, aştî, hevkarî, bextewarî û avakirina bi hev re ya siberojan heye. Îkbal, gotineke Erebî ye, tê wateya; şans, bext, bextewarî û pêşketinan.”
Ev gotin, hêviyan didin, lê li Tirkiyeyê çanda magazinal heye. Demokrasî û mafên mirovan jî di vê çarçoveyê de têne nîqaşkirin. Kûrahiyeke felsefîk nin e. Bi taybetî nasnameyên gelên cûda, qewm-î Tirk (!) dîn û har dike.
Terora paşayên Îttîhat û Terakkî, di salên 1914-1915an de, bi qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî, Çerkez, Laz û Kurd dest pê kir. Piştî avakirina dewleta Enqereyê, terora dewletê di qirkirina gelê Kurd de, bi temtêlên cûda û dijwarî dewam kir. Welatek, gelek, dîrokek, zimanek, çandek û nijadperestiyeke hişk û îşdayî hate avakirin.
Ya belkêş û mekrûh; 50 sal in, hem gundên Kurdan hatin xerakirin û şewitandin. hem xwestin zarokên gelê Kurd, ji gel cûda bidin xuyakirin. Ev dîtineke “mekrûh” e. Dewlet Bahçelî bang kir û li bajarên bakurê Kurdistanê, kevir li ser kevir nehiştin, Serî li ser bedenê ne hiştin. Li pêş çavên cîhanê, zarok, birîndar, jin û kal di jêrzemînan de şewitandin.
Akademisyena Tirk Guzîde Kayitmazbatir, dibêje; “Kiryareke ku di dîroka terorîzmê de ji nedîtî ve tê; Terora Dewletê” ye. Nivîsa Guzide Kayitmazbatir di Kovara Enstîtuya Zanistî ya Zaningeha Akdenîzê de hatiye weşandin.
Vêce, eger dewletek, ji bo armanca “abad”, li hemberî hemwelatiyên xwe, yan jî li dijî hemwelatiyên weletekî din serî li riyên şîddetê, zor û çewisandinê bide, dibe dewletek terorist û haydûd e.
Dewleta Enqereyê, ji roja ku hatiye avakirin û heta îro li dijî gelê Kurd serî li kiryarên şiddet, zor û çewisandinê dide. Duh jî di ekranên televizyonên Kurdan da gotina: “Li çiyan bombe, li deştê sêv û şekir” hatibû nivîsandin.
Di rojên ku “Komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin de” êrişên li dijî Kurdan, sedema pirsan e. Ev gotin, magazînal nîn e, nêzikatî û armanca dewlet û desthilatdariya Enqereyê nîşan dide.
Ya belkêş û mekrûh; Heta îro navek li vê terora dewletê nehatiye kirin. Li cîhanê, qirkirina gelan, bi navê wahşeta faşîzmê tê binavkirin, li Anatolya û Kurdistanê, 6 gel hatin qirkirin, nivsedsal in li bakurê Kurdistanê, gund û bajar hatin wêrankirin û şewitandin, (1) jin, kal, zarok, birîndar di jêrzemînan de, di malên wan de hatin şewitandin, çekên kimyewî hatin bikaranîn, Li hemberî ku reweşeke ji qalibên “dogmatîk” wêdetir heye, navek li van kiryaran nehate kirin.
Her çiqasî Kurd, bi vegotin û nirxandinên siyasî, dîrokî û felsefî rewş anîne ziman jî xêr nekir. Kurdan, kiryarên dewleta Enqereyê, weke, “mustemleke” û “dagirkerî” bi nav kirin, her kiryara miratzedeyên paşayên dewşirme jî, bi navê “terora dewletê” vegotin.
Cîhanê ji Kurdan bêhtir, gotinên dewleta Enqerê, yên wekî “retorîk”a şikestî ya “bekaya dewletê”, paradoksa siyasî ya “înkar û tunekirinê” cidî girtin. Vê jî, “despotîzma dewletê” xurt kir.
Paşayên Îtîthat Terakkî û mîratzedeyên wan jî, ji demokrasî, azadî û aramiyê bêhtir, paradoksa despotîzmê dewşîrmetiyê bijartine. Di lîtretura wan de demokrasî, azadî û maf tenê ji bo nifşê “pençîkan” e û bi parastineke paradoksal haraket dikin. Ev çandeke kor, kerrende û seqet e. Li derveyî her cure demokrasiyan e. Min gotina demokrasî bi zanebûn di rengê “pirranî” de bikaranî. Ji ber ku hêzên hegemon, demokrasî parçe kirin. Ewropa, demokrasiya Platon û Arîstoteles esas girtiye. Çandek jî bidestxistiye.
Lê demokrasî û çanda dewşîrmetiya li Tirkiyê taybet e. Mekanizmeyek paradoksal diparêzê. Ji bo netewe-dewletên li Rojhilata Navîn jî bûye mînak û rehber. Ez di çarçoveyê de li gotinên Serokkomarê Tiriyê R. T. Erdogan dinêrim; di 23 salên desthilatdariya wî de, Tirkiyê, ji bilî “meknîzmeya paradoksal ya parastin û qedexeyên di radeya rewşa awarte de ” gavek bi tenê navêitye.
Her dem, rojevên veşartî hene, ji xeta “retorîk”a şikestî ya “bekaya dewletê”, paradoksa siyasî ya “înkar û tunekirinê” esas girtine, dogmatîzma dewletê kirine pratîkê.
Xwîşkûbiratî di rojekê de çê nabe. Lê Abdullah Ocalan, li hemberî Tirkitiya kesk, Tirkitiya spî û Tirkitiya sor, her dem xwişkûbiratiya gelê Kurd, bi gelê Tirk re, li ser zemîna dîrokî, wekhevî û demokrasiyê daye rûniştandin.
Di desthilatdariya Erdogan de, “oligarşiyek hişk” heye û ev olîgarşî, ji arîstokrasiya xwedî çanda felefîk jî dûr e. Dîrokzan bale dikişînin ser kanunên Hamurabî û Musa û dibjin; Wan ji bo ku mirovan ji deynan rizgar bikin kanun çêkirin.
Mixabin Erdogan, Kanuna li Dijî Terorê, gelê Kurd weke potansiyala suc sucdar kiriye. Kanuna Înfazê derxist û siyasiyên Kurd duyemîn car, sêyemîn car ceza dikin. Dema ku mirov li dîroka 110 salan dinêre, piştî ku dewleta Enqerê bi hêz û xwîna Kurdan hate avakirin jî, “îdeal demokrasî” ne hate welat û Kurd weke hemweletî nehatin dîtin.
Îro jî li arena siyasî dengê waliyê Enqereyê Abdullah Newzat Tandogan, li qadên şer dengê General Mustafa Muglali û Sakalli Nurededîn Paşa, li girtîgahê jî dengê gestapo Esat Oktay Yıldıran têne bihîstin.
Ev nabe, divê li gora xwe, li bangên xwe xwedî derbikevin û van dengan qut bikin. Çekan jî bêdeng bikin û dmildest qanunên xwe, li gorî dewleteke îdeal û huquqa gerdunî demokratîk bikin.
1-Di salên 90-92an de li Çêlik û gelek gundên din, mirov di malên wan de hatin şewitandin.