Ev demeke dirêje ku Meclîsa Jinan a DBPê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi hev re, ji bo guhertin û verguhertina hişmendiya jinan, xwenasîn û xweparstinê, li ser Rizgariya Azadiya Jinan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeyên perwerdehiyê li dar dixin. Em jî wek Rojnameya Xwebûnê li ser van atolyeyan bi endama Meclîsa Jinan a DBPê parêzer Elîf Tîrenç Îpek re axivîn.
Elîf Tîrenç Îpekê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku dimeşînin û wiha axivî: “Meclisa Jinan a DBPê, wekî ku berê li ser mijarên din xebat kiriye, li her derê, çi rêxistinkirî bin çi nebin, di bin navê Komxebata Rizgariya Jinan de, bi jinan re, komxebatan li dar dixe. Dirûşmeya me ya sereke ji bo vê projeyê ‘Bi jina azad ber bi civakeke demokratîk ve’ ye. Me li dehan bajaran zêdetirî 50 komxebat li dar xistin. Armanca me ew e ku em bigihîjin bi hezaran jinan, ku ji vê hejmarê pir zêdetir e. Dema ku bernameyên giştî temam bibin, em ê raporeke berfireh belav bikin ku tê de xuya bike ka me çend komxebat li dar xistine û em gihîştine çend jinan. Ji bo komxebatên xwe em deverên ku heta niha em neçûnê hildibijêrin.”
Elîf Tîrenç Îpekê der barê armanca xebatên xwe de ev tişt anî ziman: “Armanca vê xebatê ew e ku Îdeolojiya Rizgariya Jinan bi jinên ku em pê re hevdîtin dikin re parve bikin. Wekî ku tê zanîn, pergala koletiya jinan, ku bi hezaran salan vedigere, di seranserê dîrokê de bûye mijara gelek têkoşînan. Lê belê, dîrokeke têkoşînê ku parçe parçe ye û ji çarçoveya xwe ya dîrokî û civakî qut bûye, mixabin nekariye veguhere hêzeke ku bikaribe pergala koletiyê derbas bike û pergalê têk bibe. Rêya rizgariya jinan li dijî pergala serdestiya mêran tenê bi nirxandin û analîzeke kûr, piralî û holîstîk a pirsgirêkê mimkun e. Tevgera Jinên Kurd, bi salan e ku têdikoşe da ku Îdeolojiya Rizgariya Jinan bike pratîkê. Ji bo vê armancê gelek çalakî û kampanya hatine lidarxistin. Di bingeha xwe de, her tiştê ku der barê têkoşîna rizgariya jinan de têkirin, hewldanek e ku ev îdeolojî bikeve pratîkê. Ji ber ku em dizanin ev têkoşîneke pir demdirêj e, armanca me ya sereke wekî meclîsa jinan a DBPê ew e ku em îdeolojiya rizgariya jinan bigihînin xelkê, jinan û tevahiya herêmê da ku têkoşînê bilind bikin.”
Elîf Tîrenç Îpekê di berdewamiya axftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di têkoşîna rizgariya jinan de pêşî hewce dike ku pergala koletiyê were naskirin, dû re hesta azadiyê were aşkerekirin û bi vê yekê, pirsgirêk ji perspektîfa wê ya dîrokî were çareserkirin. Têkoşîna li dijî koletiya ku bi rêya zayendperestiyê hatiye sazûmankirin û avakirina azadiyê tenê bi avakirina lihevkirineke ramanan dikare were bidestxistin. Ev yek analîzeke kûr hewce dike ku bi nasnameya civakî ya jinan re li hev bike û wê veguherîne îdeolojiyekî. Îdeolojiya rizgariya jinan gihîştiye asteke pêşkeftina rewşenbîrî ku vê hewcedariyê çareser dike.”
Elîf Tîrenç Îpekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hejmara giştî ya komxebatên me hîn nehatiye diyarkirin, lê em plan dikin ku hejmara komxebatên xwe yên heyî, ku niha dora 50î ne, berfireh bikin da ku ji vê hejmarê derbas bibin. Armanca me ew e ku van komxebatan li hemû bajarên Kurdistanê li dar bixin. Bêguman, em hewl didin ku bi vê înîsiyatîfê bigihîjin gelek jinan, lê heta bi tenê têkilî danîna bi jinekê re, heta bi tenê nîqaşkirina vê îdeolojiyê bi jinekê re, ji bo me pir girîng e. Ev nirx gelek hêjaye û bi wate ye. Em dizanin ku tenê jinek jî tune ku jiyaneke azad dijî û bi serê xwe nikare bijî. Jin li çaraliyê cîhanê di bin bandora pergala koletiyê de dizên, dijîn û dimirin. Ji ber vê yekê, destgirtina jiyana jinekê û avêtina gaveke kolektîf ber bi azadiya jinê ve nîşan dide ku em gihîştine armanca xwe. Jinên ku heta niha em gihîştine wan û me bi wan re li ser vê îdeolojiyê nîqaş kiriye, bi coş, xwestek, moral û kelecaneke mezin beşdarî vê xebatê bûne. Daxwaza herî girîng ew e ku ev hewldan zêde bibin û pêdiviya herî mezin a ku me destnîşan kiriye avakirina rêxistiniyê ye.”
Elîf Tîrenç Îpekê bal kişand ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de û wiha got: “Bingeha ku Birêz Ocalan di parastinên xwe yên berê de gelek caran li ser analîz kiriye û pergala civakeke demokratîk ava kiriye, azadiya jinan e. Analîza ku dibêje civak bêyî azadiya jinan azad nabe, tespîteke dîrokî ye. Demokrasî bêazadî xapandinek e. Wekî din, çavdêriya dîrokî ya herî berbiçav a Birêz Ocalan ew e ku, teqezkirina wî ya li ser jinan, jin koleya yekem û herî kevn e. Pergala koletiyê ya ku li ser jinan pêk hatiye xwe domandiye, îro jî bandoreke mezin li ser mêran, xweza û hemû jiyanê kiriye û dike. Koka hemû pirsgirêk û nakokiyên civakî nakokiya zayendî û koletiya ku li ser jinan hatiye avakirin e. Birêz Ocalan di vî warî de gelek berhemên çavkanî afirandine û felsefeyeke dewlemend diyarî civakê û jinan kiriye. Îdeolojiya Rizgariya Jinan ji hêla Birêz Ocalan ve li ser bingeha van hemû çavdêriyan hatiye pêşxistin û sazkirin. Di atolyeyên me de, dema ku em li ser koka vê îdeolojiyê nîqaş dikin, em bi xwezayî li ser têkoşîna mezin a Birêz Ocalan ji bo azadiya jinan daye disekinin. Û em dibînin ku jin bi dil û can hevaltî û dostaniya Birêz Ocalan a bi jinan re hîs dikin û her gav silav û evîna xwe ji wî re dişînin.”
Elîf Tîrenç Îpekê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin Jiyan Azadî felsefeya jiyanê ye. Wek jin, divê em bi vî rengî bibînin, bi vî rengî bixwînin û li gor wê bijîn. Ez bawer dikim ku tu têkoşîneke jinan a din xwedî xeteke têkoşînê ya ewqas kûr nîn e wekî ya ku Tevgera Jinên Kurd pêşxistiye. Di atolyeyan de, em dibînin ku tiştê ku em wekî îdeolojî pêşkêş dikin, ji xwe mijareke ku jin bi kûrahî pê re eleqeder dibin, pê dizanin û di jiyana xwe ya rojane de ji xwe dijîn û carnan jî dixwazin bi berfirehî li ser biaxivin. Di dawiya her atolyeyê de, em têne agahdarkirin ku divê ev xebat berdewam bike û bigihîje her jinê. Em jî dibêjin: Em bi hev re hene, em bi hev re xurt in û bi hêz in û bi hev re em ê jiyanê careke din di berjewendiya jinan de veguherînin. Xebata me ya di vî warî de dê berdewam bike û bi rêya vê derfeta ku we ji me re afirand, wekî Meclîsa Jinan a DBPê, em hezkirin û silavên xwe ji tevahiya jinan re pêşkêş dikin.”