4 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike

Îro dê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” li kesên di şer de xizmên xwe winda kirin guhdar bike.

“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, dê civîna xwe ya ewil a vê hefteyê îro saet di 14.00ê de li dar bixe. Komîsyon, dê di vê civînê de li nûnerên weqf û rêxistinên civaka sivîl û kesên di şer de xizmên xwe winda kirin guhdarî bike.

Di rûniştina ewil a civînê de dê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş pêşkêşiyekê bike. Piştre jî dê komîsyon dê li Komeleya Gaziyan a Astengdarên Şer a Tirkiyeyê, Komeleya Şehîd Jinebî û Êtîmên Wan, Weqfa Malbatên Gazî û Şehîdan a Tirkiyeyê, Weqfa Piştevaniya bi Xizmên Şehîd û Gaziyan re ya Tirkiyeyê û Weqfa Malbatên Astengdarên Wezîfeyê yên Teşkîlata Emniyetê û Şehîdan guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li malbatên li ser arastekirina Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê yê demê Suleyman Soylu li pêşiya rêxistina HDPa Amedê çalakiya rûniştinê kirin were guhdarîkirin.

Di rûniştina yekemîn a civîna sibê de jî dê li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê û di rûniştina duyemîn de jî li Weqfa Maf û Azadiya Mirovan û Alîkariya Mirovî 8ÎHH), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Mafên Mirovan û Piştevaniya ji bo Mazluman (MAZLUMDER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî were guhdarîkirin.

Civîn dê bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bên lidarxistin.