20 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

10 hezar dolar fîtyê ji Efrîniyan distînin

Artêşa Tirkiyeyê di 18ê Adara 2018an de Efrîn dagir kir. 7 sal in Efrîn di bin dagirkirina Tirkiyeyê de ye. Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di 18ê Gulana 2024an de raporek parve kir. Li gorî raporê li Efrînê ji 2018an heta Gulana 2024an 463 kes hatin kuştin. 10 hezar û 332 mirov hatin revandin. Lê çavkaniyên herêmê destnîşan dikin ku heta niha nêzî 700 mirov hatine kuştin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê piştî Tirkiye Efrîn dagir kir 300 hezar Efrînî koç bûn û komên çeteyan zêdetirî 700 sivîl kuştin. Li gorî daneyên saziyê, pişti koçberiyê li şûna kurdan ereb, tirkmen, ji Heleb, Hems, Şam û hemû bajarên Sûriyeyê anîn li vir bi cih kirin. Koma Sultan Murat, Sultan Silêman, Ehrar Şerqîye û hemû komên din anîn li Efrînê bi cih kirin. Komên çeteyan li gel MÎTa Tirkiyeyê xebat kirin. Niha jî bi hevre kar dikin. Di demên dawî de lîstikên li ser Efrînê zêde dibin. MÎT dixwaze ciwanên Kurd ên hatine Efrînê wekî amûr li dijî Kurdên din bikar bîne. Yên vê yekê qebûl nake jî nêzî 10 hezar dolar fîdye ji wan distîne. Li gel ku peymana 10ê Adarê hatiye îmzekirin jî hîn komên çeteyan ên wekî Emşat û Hemzat ji Efrînê derneketine û mal û milkên welatiyan talan dikin. Malbatên komên çeteyan ên derdikevin jî hemû mal û milkên xelkê Efrînê talan dikin û derdikevin. Nivîskar Cîger Efrîn li ser rewşa Efrînê û polîtîkayên li ser Efrînê têne pêşxistin nirxandin kir. Cîger Efrîn, ewil li ser rewşa Efrînê agahî dan û wiha got: “Li Efrînê asayiş tune ye. Di rastiyê de komên çeteyan li Efrînê serwer in. Gelek komên çeteyan ji Efrînê derketin. Lê dîsa komên Hemşat û yên din li herêma Cindirêz, Reco û derdorê wê zêde ne.”

Nivîskar Cîger Efrîn bal kişand ser vegera Efrîniyan û nêzîkatiya li dijî welatiyan û wiha got: “Gelek welatiyên vedigerin warê xwe wan digirin û fîdyeyê ji wan dixwazin. Di navbera 5 hezar û 10 hezar dolar ji wan dixwazin. Yên nadin jî îşkence li wan dike. Li wir hêza esas hêza dewleta tirkan e. Hêza Tirkan hîn tu qad vala nekirine. Malbatên komên çeteyan ên derketin jî xayinê lê diman xera kirin û çûn. Derî û şibake derxistin û çûn. Alav û amûr li kamyonan parkirin û çûn. Bi barên kamyonan alav û amûr birin. Talankirinek mezin heye. Polîtîkayên dewleta Tirk li wir serwer e.”

Cîger Efrîn, da zanîn ku niha vegera Efrînê rawestiya ye û got: “Piştî peymana 10ê Adarê hin veger çêbû. Lê piştî Cejna Qurbanê veger rawestiya ye. Li gorî daxwaza Tirkan veger li welatiyan ferz kirin. Yên vedegerin ne ewlehiya wan heye, ne jî cih û warên wan ku lê bijîn heye. Nikarin vegerin malên xwe û warên xwe yên berê ji bo xaniyan 5 hezar û heta 10 hezar dolar dixwazin. Xaniyên wan dagir kirine û li şûna wê pereyan dixwazin. Efrîniyên ku bi salan e li koçberiyê dijîn dê van pereyan ji ku bînin. Efrînî dixwazin dixwazin dîsa vegerin ser axa xwe. Malên wan, xaniyên wan dîsa paşve bistînin Dixwazin dewleta Tirk Efrînê terk bike. Eger dewleta Tirk dernekeve, dê çeteyên El Emşat û El Hemzat, û tabûrên Sultan Mûrad dê serweriya xwe ya li herêmê berdewam bikin. Ev komên çete hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin. Em li kamyonên ku ji Efrînê derdikevin dibînin ku çawa hemû mal û milkên Efrînîyan talan kirine û didizin.”

Cîger Efrîn bal kişand ser malbatên ku ji Efrînê derdikevin jî û wiha axivî: “Vala hatin li vir bi cih bûn û bi kamyonên tijî mal û milk vedigerin. Ji ber vê rewşê Efrînî nikarin vegerin. Ji ber ku ewlehî tune. Şert û mercên vegerin tune. Divê Efrînî bi xwe ewlehiya xwe bistînin û bi xwe parastina xwe bikin. Heta ku Efrînî bi xwe parastina xwe nekin nikarin vegerin. Efrînî baweriya xwe bi komên çeteyan nînin. Li wir dijminantiyek pir xerab heye. Efrîniyê vedigerin jî kal û pîr in. Yên vedigerin jî di çadiran de dijîn. Di şertê dijwar de dijîn.”

Cîger Efrîn bal kişand ser polîtîkayên MÎTê yên li dijî hin Kurdên vedigerin û wiha lê zêde kir:  “MÎT  dixwaze hin kesan bixapînin. Dixazin kurdên li Efrînê bi cih dikin jî wekî cerdevanan bikar bînin. Dixwazin van koman li dijî Kurdên din bikar bînin. MÎT li Efrînê dixwaze li şûna El Emşat û Hemzat van kurdên vedigerin peyvirdar bike û wan bikar bîne. Dixwazin pereyekî mezin bidin hin Efrînîyan û vê koma Efrîniyan bi pereyan li dijî Efriniyên din bikar bînin. Dixwazin wekî cerdevanên li Bakur li Efriyê jî pêş bixin. Zexteke mezin li ser ciwanên Efriniyê dikin. Lê ev polîtîka encam nagire. Ciwanên Efrînê û Şşêniyên Efrînê ku vedigerin xwe nas dikin, xwedî nirx û bawerî ne. Welatparêz e. Bi hezaran şehîdên wan hene. Nayên vê lîstikê û dê vê lîstika MÎTê pûç bikin. Dixwazin kurdan bi kurdan bidin kuştin. Dixwazin hin kesan di bin navê ENKSê û partiyên din de wan bikar bînin.”

Cîger Efrîn xwest ENKS û hêza girêdayî Barzanî û partiyên din û ciwanên kurdan neyên lîstika MÎTê û Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Divê di ferqa van lîstikan de bin û neyên lîstikan.”

Cîger Efrîn bal kişand ser rewşa hikûmetê û wiha got: “Hikûmeta Demkî tu hikmê wê tune ye. Ji kom û çeteyan pêk hatine. Şam dane komekê, Heleb dane komekê û di nava xwe de parve kirine. Li Efrînê tu polîtîkya Şera tune ye. Polîtaya li Efrînê li gorî daxwazên dewleta Tirk tên meşandin. Di ser peymana 10ê Adarê re 5 meh barîn, lê heta niha tu gavên şênber nehatine avêtin.”

Cîger Efrîn herî dawî li ser polîtîkayên hikûmeta demkî ya Şamê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Xuya dike ku hikûmeta Şamê dest ji peymana 10ê Adarê berdaye. Di 10ê Adarê de li qesrê rastiya Kurdan hat qebûlkirin. Piştî Fîdan çû Şamê civîna Fransayê betal kirin. Ji ber vê yekê peymana 10ê Adarê tam pêk nehat. Heta ku li Bakurê Kurdistanê Dewleta Tirk bi Tevgera Azadiyê re li hevkirinekê neke, dê rewşa Efrînê jî zêde neyê guhertin. Dê rewşa Başûr neyê guhertin. Ji ber polîtîkayên hikûmeta Tirk bandorê li ser polîtîkayên Şamê û başur dike. Mirav nikare bibêje hikûmeteke serbixwe li Şamê heye. Heta ku  Rêber bi awayekî fizîkî azad nebe û bi her awayî bi Tevgera azadiyê re li hev neke, dê rewşa Efrînê zêde neyê guhertin.”