20 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyon dê li xizmên windeyan guhdarî bike

Komîsyona bi mebesta çareseriya pirsgirêka kurd li meclisê hatiye avakirin dê di 19-20ê tebaxê de li weqf, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê guhdarî bike.

“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd li meclisê hatiye avakirin, dê di 19 û 20ê tebaxê de civîna xwe ya 4an li dar bixe. Komîsyon, dê di vê civînê de li nûnerên weqf û rêxistinên civaka sivîl û kesên di şer de xizmên xwe winda kirin guhdarî bike. Di civînê de dê li pêşniyarên Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên cuda bê guhdarîkirin.

Di rûniştina ewilî ya civîna di 19ê tebaxê de dê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş pêşkêşiyekê bike. Piştre jî dê komîsyon dê li Komeleya Gaziyan a Astengdarên Şer a Tirkiyeyê, Komeleya Şehîd Jinebî û Êtîmên Wan, Weqfa Malbatên Gazî û Şehîdan a Tirkiyeyê, Weqfa Piştevaniya bi Xizmên Şehîd û Gaziyan re ya Tirkiyeyê û Weqfa Malbatên Astengdarên Wezîfeyê yên Teşkîlata Emniyetê û Şehîdan guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li malbatên li ser arastekirina Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê yê demê Suleyman Soylu li pêşiya rêxistina HDPa Amedê çalakiya rûniştinê kirin were guhdarîkirin.

Di rûniştina yekemîn a civîna di 20ê Tebaxê de jî dê li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê û di rûniştina duyemîn de jî li Weqfa Maf û Azadiya Mirovan û Alîkariya Mirovî TÎHH), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Mafên Mirovan û Piştevaniya ji bo Mazluman (MAZLUMDER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî were guhdarîkirin.

Civîna bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê saet di 14.00ê de dest pê bikin.