18 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ev bingeha avakirineke nû ye

Endamê Konseya Hevsorkatiya PYDê Salih Muslim rewaşa heyî ya Sûriyeyê û rewşa siyasî ya kurdan nirxand. Muslim diyar kir ku armanc û têkoşîna wan ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk e. Muslim,  li ser "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" jî wiha got: “Ji bo mirov bikaribe tiştekî ava bike bingehek pêwîst e, ev konferans jî bingeha avakirinekê ye. Divê mirov ji pêkhateyên Sûriyeyê netirsin. Beşên Sûriyeyê hemû jî di vê konferansê de hebûn.”

Destwerdanên li Rojhilata Navîn gelekî dijwar in. Bi taybetî ji 2010an ve di bin navê “Bihara Ereban” de polîtîkayên oryantalîst ên hêzên hegemon û kapîtalîst ên li ser Rojhilata Navîn gelekî bi tundwarî pêş ketin. Her çiqas “Bihara Ereban” wekî xwepêşandanên li dijî nelirêtî, despotî, gendelî û rejîman bû ku ji Tunisê dest pê kir û paşê li pênc welatan wekî, Lîbya, Misir, Yemen, Sûriye û Behrêyn belav bû di bingeha xwe de destwerdaneke hêzên hegemon bû ku dawî li gelek rejîman anî.  Serhildan û tundûyên mezin li pey hev çêbûn ku di encamê de desthilatên mîna Zeynel-Abîdîn Bîn Alî li Tunisê di 2011an de, Muamer Qedafî li Lîbyayê, Husnî Mubarek li Misrê û Alî Abdullah Salih li Yemenê di 2012an de hatin hilweşandin. Her wiha ev şer û destwerdan li Fas, Iraq, Cezayîr, Lubnan, Urdun, Kuweyt, Oman û Sûdanê pêk hatin. Li Cîbûtî, Morîtanya, Filistîn, Erebistana Siûdî û Sahraya Rojava jî berbelav bû. Lê welatê ku herî zêde rejîmê li ber xwe da Sûriye bû ku ew jî di 8ê Kanûna 2024an de hilweşiya. Di bingeha xwe de ev Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ye û destwerdanên hêzên hegemon e. Ji 2011an ve ye rageşiyên li Sûriyeyê didomin. Lê piştî hilweşîna Rejîma Esad û hatina rejîma demkî ya Ehmet El Şara êdî aşkera bû ku bêyî kurdan çareseriyek pêş nakeve, demorasî û azadî nayê vê erdnîgariyê.  Endamê Konseya Hevsorkatiyê yê PYDê Salih Muslim li ser rewaşa heyî ya Sûriyeyê û rewşa siyasî ya kurdan bi berfirehî pirsên me bersivand:

* Li Rojhilata Navîn geşedanên siyasî û aloziyên mezin diqewimin. Li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê trafîkeke zêde ya dîplomasiyê heye ev têkiliyên dîplomatîk çi dide xuyakirin?

Niha ji bo Rojhilata Navîn rast e. Rojhilata Navîn niha bi giştî di guherînekeke berfireh dijî. Her tişt ji nû ve tê dîzaynkirin. Yanî Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û navenda Rojhilata Navîn ya nû jî Sûriye ye. Ev 14-15 sal in jî li Sûriyeyê alozî heye û her kes dixwaze îstîkrar lê çê bibe. Tişta ku tê xuyakirin jî ev 10 salên dawî kurdan cihekî xwe yê girîng di denklemên Sûriyeyê de girtiye. Hetanî pirsgirêkên kurdan li Sûriyeyê çareser nebin, li Rojhilata Navîn, herî  kêm li Sûriyeyê aramî çê nabe. Ji ber vê jî çûn û hatin gelekî zêde bûne. Bi piranî jî hewildanên ku çawa dikaribin pirsgirêkên kurdan çareser bikin, çareyekê jê re bibînin, yan jî di nav Sûriyeyê de entegre bikin. Ji bo wê jî gelek ji wan tevlihevî, çûn û hatinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin ji ber vê yekê ye. Hûn dizanin hêzên navdewletî hemû jî li Sûriyeyê ne. Hemû jî berjewendiyên xwe têde dibînin. Ew trafîka ku hûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin hemû jî encama vê tiştê ye. Yanî dixwazin çareseriyekê ji Sûriyeyê re bibînin û bêyî kurdan vê çareseriyê pêş bixin. Bêguman kurd jî şirîk in, di avakirina Sûriyeya nû şirîkên esasî ne. Hin hêz hene hebûna kurdan qebûl nakin, hin hene jî qebûl dikin, lewma jî gengeşî di vir de ye. Tevlihevî niha berdewam dike. Dê berbi kuderê ve here em jî nizanin. Em jî di nav vê têkoşînê de ne.

* Civîna Parîsê ya dihat plankirin, taloq bû sedemên wê çine gelo?

Sedema taloqkirina Konferansa Parîsê, rejîma Sûriyeyê bû. Di destpêkê de rewşa Siwêdayê kir hincet. Belê, hin hincet dan pêş lê li gorî min naxwaze ew peyamana 10ê Adarê bibe serî. Li gelek hincetan digere. Ber bi ku ve here em jî nizanin lê niha sedem rejîma Sûriyeyê ye.

* Ji bo hin pêşketinan pêwîst e destûra bingehîn a Sûriyeyê bê guherîn. Ev mijar tê nîqaşkirin yan na û li gorî we dê Sûriyeyeke çawa ava bibe. Nexşeya siyasî û erdnîgarî dê çawa be?

Belê, destûra Sûriyeyê heta nina neketiye nîqaşan. Niha guftugo li ser nabin. Wekî ku hûn dizanin Hikûmeteke demkî hatiye îlankirin, heta pênc salan. Wê destûra Sûriyeyê kes qebûl nake. Ew ne destûr e. Ji bo hukmê şexsekî ye li ser desthilatiyê. Wekî destûra xîlafetê ye. Yanî kesayetek tenê dikare Sûriyeyê bi rê ve bibe. Hem di aliyê zagonî de, hem jî di aliyê dadwerî de, yanî bi her awayî dikarin Sûriyeyê bi rê ve bibin. Vêya jî gelê Sûriyeyê qebûl nakin. Lewre ev dîktatorî ye. Lê belê ji bo destûreke nû, nexşeyeke zelal heta niha tune ye. Yanî heta niha rejîma Sûriyeyê naxwaze li ser maseyê rûnê û vî tiştî nîqaş bike.

* Polîtîkayên hêzên derve dê bandoreke neyînî li pergala rêveberiya xweser bike yan na?

Tu bixwazî, nexwazî  hêzên derve ji bo berjewendiyên xwe li vê derê ne. Berjewendiyên me jî hene. Lê hin polîtîkayên wan hene dixwazin dostaniyê bikin. Dixwazin projeyên me pêş bikev in. Hin jê jî hene dijberiyê dikin.  Îca li gorî wê bêguman li ser pergala ku em ava dikin bandorên xwe heye. Em pergala ku ava dikin ji bo gelê xwe ava dikin. Em naxwazin pergala xwe di bin bandora wan de ava bikin. Li gorî berjewendiyên hevbeş, bi hêzên ku em didin û distînin re dikarin xwe eyar bikin. Ji bo pergala me, gelê me çi pêwîst be em ê wiha bikin. Em pergala xwe ji bo xatirê xelkê ava nakin.

* Di ser îmzekirina peymana 10ê Adarê ya bi Ehmed El Şara re 4 meh derbas bûn di vê demê de çi guherîn çê bûn?

Rast e di ser îmzakirina peymana 10ê Adarê de heta niha 4 meh derbas bûne. Lê mixabin tu gavên ber bi çav, gavên mezin nehatine avêtin. Hin gavên biçûk hatine avêtin wekî peymana Helebê, agirbest û ji bo meseleya perwerdeyê. Lê ev têrê nake. Ji bo wê divê mirov li ser bisekine. Divê em bikin ku rejîma Sûriyeyê bi cidiyet nîzikê vê peymanê bibe.  Rejîm ji peymana ku îmzekiriye dixwaze xwe jê bişo. Îhtimal heye ku xwe şûnda jî bikişîn in. Ji ber vê yekê heta niha tiştekî ber bi çav bi cih nehatiye.

* Helwesta yek dewlet, yek rêveberî û yek artêşî serwer e. Lê belê hûn jî Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk dixwazin.  Niha jî mijara entegrasyonê di rojevê de ye. Li gorî we ev entegrasyon dê çawa be û çawa pêş bikeve?

Li ser yekitiya Sûriyeyê îtirazeke me tune ye. Lê dewleteke çawa? Dewleteke demokratîk, dewleteke despotîk, dewleteke nenavendî, dewleteke federalî, ev hemû jî şiklên dewletê ne. Em jî dibêjin em rûnên li ser vê meseleyê li hev du bikin. Ka dewleteke çawa ji bo me hewce ye? Li ser artêşê jî bi heman rengî. Em jî dibêjin artêş yek be. Lê artêşeke çawa? Wê artêşeke HTŞê be, artêşeke cîhadîst be, yan jî xiristiyan, misilman tê de hebin?  Piştre li cem me YPJ heye.  Li cem me artêşa jinan heye. Li cem wan “jin netiştek in”, artêşa xwe tune ne. Ev hemû jî mijarên ku mirov li ser niqaş bikin e. Em jî dibêjin bila artêşek hebe, lê ew artêşa çibe, kî be, çawa be? Mesele entegrasyona demokratîk e. Bi lihevkirineke ku “Ev der ji te re, ev de ji min re” nabe. Gel heye, gotin ya vî gelî û civakê ye. Îca dibê em li gel guhdar bikin, nêrînên gel bigirin, gel dixwaze çawa bijî. Divê mirov ji gotinên gel re rêz bigire. Yanî em ne li dijî entegrasyonê ne, lê entegrasyoneke bi çi ewayî? Lê em dibînin ji peymana 10ê Adarê û heta niha tiştek nehatiye kirin û jê revek xuya dike.

* Pêşketina demokrasiya li Sûriyeyê dê ji bo her kesî azadî û aştiyekê bi xwe re bîne. Lê rejîma heyî dê çiqasî rê li ber vê demokrasiyê vebike?

Belê, pêşketina demokrasiyê li Sûriyeyê bêguman em jî dixwazin.  Ji xwe têkoşîna me ji bo vê ye. Em dixwazin demokrasî li Sûriyeyê pêş bikeve. Em diparêzin ku her kes dikaribe li Sûriyeyê azad bijî. Ne bi zorê, lê bi hev re û bi dilê xwe bijî. Armanca me ev e, lê xuyaye desthiladarên li Şamê rûniştî vêya pir qebûl nakin. Ew demokrasiyê “kufir” dihesibînin. Li cem wan ên ku demokrasiyê bixwezin “Kafir in”. Îca em ê bi wan re çawa li hev du bikin em jî nizanin. Divê nêzîkatiya wan, mêjiyê wan biguhere ku demokrasiyê qebul bikin.  Em pê daketine, em ê binêrin bê heta ku derê em pêda biçin. Em dizanin rejîm wiha bi hêsanî damokrasî, jiyana hevbeş  û îradeya gel nas nake, qebûl nake.

* Statuyeke fîîlî ya Rajava heye lê hêj jî rewşa herêmên din, ên mîna Dêrazor, Reqa, Tebqa û cihên din di siberojê de dê çawa be nediyar e. Her wiha Efrîn pirsgirêkeke mezin e. Dê rewşa van deveran çawa be?

Rast e niha li Rojava bi awayekî Statuyek heye. Em pê didin û distînin lê vêya nebes e. Divê hevpeymanek hebe. Dema em dibêjin nenavendî, divê em li ser nenavendiyê li hevdu bikin. Ne tenê ji bo me, ji bo Dêrazorê, ji bo Reqayê û çi wîlayetên li derveyî me hene ji bo wan hemûyan ev pargala nenavendîbûnê derbasdar e. Yanî ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya Sûriyeyê em diparêzin. Nîqaşên me li ser vê ne û em jî parçeyekî vê mijarê ne. Jixwe nenavendîbûn bê qebûlkirin, pirsgirêkên sûriyeyê hemû jî çareser dibin. Wê demê dê pirsgirêkên Dêrazorê, Reqa û Tebqayê jî çareser bibin. Nenavendî ew e ku ew herêm û gel dikaribin xwe bi rêve bibin. Bêguman herêma me jî di nav de. Meseleya Efrînê jî bi vê yekê ve girêdayî ye.  Rast e Efrîn herêmeke Rojava ye, ya kurdan e dema ku rêveberiya Sûriyeyê nenavendî bibe ew ê jî xwe bi xwe rêve bibe. Em ê jî wekî Rêveberiya Xweser çi ji destê me bê em ê pê re bibin alîkar.

* “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” pêk hat di pêvajoyeke wiha de girîngiya vê konferansê hûn çawa dinirxînin?

Niha ev konferansa ku pêk hatiye gelekî girîng e. Ji bo mirov bikaribe tiştekî ava bike bingeke pêwîs e, ev konferans jî bingeha avakirinekê ye. Divê mirov ji pêkhateyên Sûriyeyê netirsin. Vê konferansê tişta ku rejîmê nikarîbû bikira kir. Beşên Sûriyeyê hemû jî di vê konferansê de hebûn. Gelekî baş bû. Yanî pêvajoyeke nû ye. Texmîn dikim ku mirov dikare li ser vê konferansê tiştên xwe ava bike.

* Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dê bandoreke çawa li Sûriyeyê û welatên cîran bike?

Bêguman pêvajoya ku li Bakur tê meşandin li tevahiya Kurdistanê bandor dike. Jiber ku heta niha ya ku ji dijminatiya kurdan re pêşengî dikir dewleta tirk bû. Dema li Tirkiyeyê meseleya kurdan çareser bibe ev tê wê wateyê ku li parçeyên din jî meseleya kurdan bi hêsanî çareser dibe.  Ya din jî Rojava ye. Dewleta tirk ku bi awayekî tûj dijminatiya Rojava dike divê ji wê helwesta xwe şûn ve gav biavêj e. Divê ev dijminatiya li dij Rojava raweste, wiha çê nebe. Ev bi xwe jî serkeftineke ku em bikaribin di vî warî de Tirkiyeyê bidin sekinandin. Her wiha ew polîtîkayên çewisandinê yên ku rejîm li me dike bi vê pêvajoyê re raweste ev tiştekî baş û serkeftinek e. Ji bo Tirkiye dirust tev bigere û bixwaze çareseriyekê li Bakur pêş bixe divê li Rojava jî ji me re alîkar be. Ez di wê baweriyê de me. Em dibêjin pêşketinên erênî yên li Bakur ji bo me jî erênî ne.