17 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê xwestin kujerê Selîm Acar bên cezakirin

Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Salîm Acar ê ku 31 sal berê li Amed ji aliyê polîsan ve hatibû windakirin, edalet xwestin û xwestin kujer bên cezakirin. 

Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1064emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar xistin. Dayikan eqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin. Kesên li qadê kom bûn wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîl hilgirtin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Salîm Acar ê ku 31 sal beriya niha li Amedê hat windakirin pirsîn. Îkbal Eren aqûbeta winda Mehmet Selîm Acar xwend.

Îkbal Eren, diyar kir ku Mehmet Salîm Acar, li taxa Ambar a Bismîla Amedê dijî û cotkariyê dikir û wiha bi lêv kir: “Di 20ê Tebaxa 1994an de, dema bu kurê xwe yê 13 salî û cotkarekî di zeviyê de dixebitî, çend kesên bi maşîneya torosê hatin bi zorê Mehmet Salîm Acar li maşîneyêr siwar kirin. Keç û cîranên wî dema di çem de cil dişûştin, ditîn ku di nav wesayîtê de çav û devê wî hatiye girêdan. Her wiha dîtin ku maşineyek din a ku 5 kes lê heyî li bendê bûn û piştre bi hev re berê xwe dan Bîsmîlê û çûn. Malbata ku zanî ku wesayîtê berê xwe daye Tabûra Cendermeyan a Bîsmîlê serî li dezgehên fermî dan. Daxwazname dan Serokkomariyê, Wezareta Dadê, Wezareta Karê Hundir û Wezareta Mafên Mirovan. Daxwaza parastina jiyana wî kirin.

Ligel hewldanan jî tu agahî nehat girtin. Li serdanên darazê jî bersivek nehat girtin û malbat serî li Dazgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME, di 8ê Nîsana sala 2004an de bi sedema ku berpirsiyartiya darazê bi cih nehatiye biryara îhlalkirina mafan da.

Çend sal derbas dibe bila derbas bibe em ê dîsa li aqûbeta Mehmet Salîm Acar û hemû windayên din bipirsin, em ê daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Divê dewlet li gorî formên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Çalakî piştî danîna qurnefîlan bi dawî bû.