17 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî bi naskirina nasnameya Kurdan pêkan e

Çareseriya pirsgirêka kurd bi perwerdehiya zimanê kurdî û naskirina nasnemeya gelê kurd pêkan e

Gelê kurd bi sedsal in ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşîne û di oxira van nirx û rûmetên xwe yên neteweyî de berdêlên mezin û giran dide.

Avabûna Komara Tirkiyeyê di serî de gelê kurd, li ser înkara çand, ziman, nasname, dîroka gel û neteweyên li tirkiyeyê dijîn, hate avakirin. Ev nêzîkatiya înkarê ya rayedarên dewletê, ji destpêkê heta vê demê, rastî bertek û nerazîbûnên gelê kurd hat.

Raperîn û serhildanên gelê kurd ên ku di 102 salên dîroka komara tirkiyeyê de rû dane bingeha xwe ji van polîtîkayên înkar û tune hesibandinê digirin. Tenê di 50 salên dawî yên têkişîna azadiya gelê kurd a ji bo çand, ziman, nasname û jiyaneke bi rûmet hatiye domandin de gelê kurd berdêlên giran dan.

Di encama vê têkoşîna bi armanca parastin û bidestxistina maf û azadiyên xwe yên bingehîn de, ev têkoşîn gihîşt wê konaxê ku aliyê dewletê vê têkoşina mafdar qebûl bike û piştî tecrîda 26 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina 22yê Cotmeha 2024an de derfetên birêz Ocalan ên ku dengê xwe bigihîne gel û civakê çêbûn û di hevdîtina yekemîn de wî got: “Heke derfet bên dayîn, ez xwedî wê hêzê me ku şerê didome veguherînim ser zemîna aştiyê û di 27ê Sibata 2025an de peyama xwe ya bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” bi gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya gelên cîhanê re parve kir.

Ji 27’ê Sibatê heta vê demê hemû peyamên ku birêz Abdullah Ocalan da ji aliyê civaka kurd, tirk û cîhanê bi erênî hatin pêşwazîkirin û hatin qebûlkirin, di çarçoveya banga birêz Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” de gavên pêwist ên ji bo aştiyê hatin avêtin.

Êdî gel û civak ma li benda gav avêtina aliyê dewletê. Derengmayî û têra bersivdayîn û pêşwazîkirina hêvî û bendewariyên civakê neke jî komîsyoneke ku ji nûnerên hemû partiyên siyasî pêk te, di bin banê Meclisa Tirkiyeyê de hat avakirin û dest bi kar kiriye.

Avabûna vê komîsyonê heviyek di nava gel û civakê de çekiriye, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên ku di komîsyonê de cih digirin, ji bo ku komîsyon bi nûner û rêveberên saziyên sivîl re hevdîtinan bike pêşniyazname pêşkêşî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ê ku di heman demê de serokatiya komîsyonê jî dike kirin.

Divê kiryarên dewletê yên ji damezrandina komarê heya îro, (qaşo) bi tirs û fikara parçebûnê bi sedsalan e li ser zimanên qedîm polîtîkayên bişaftinê hatinê meşandin û qedexeyên li ser zimanê zimanê kurdî yê ku li vî welatî zimanekî ku herî zêde tê axaftin, baş werin vegotin û daxwazên şênber ên ji bo çand, ziman û nasnameya kurdî ji aliyê nûner û rêveberên saziyên çand û zimanê kurdî ve bên kirin.

Gelê kurd di tevahiya vê sedsala bihurî de her tim daxwaza statûya fermî ya zimanê kurdî û mîsogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê kir û ev daxwaza gelê kurd di vê demê de jî bi biryardarî berdewam e û daxwaza gelê kurd a sereke ye.

Loma jî, gelê kurd li gel saziyên xwe yên sivîl û demokratîk bi tevayî û bi yek dengî, bang li Komîsyona Meclisê dikin ku, di serî de naskirina statûya fermî ya zimanê kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî di  destûra bingehîn de were bicihkirin û bi zagonan were mîsogerkirin.