21 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser a Şengalê Pêngava 15ê Tebaxê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya salvegera 41emîn a Pêngava 15ê Tebaxê daxuyaniyek da û got: “Pêngava 15ê Tebaxê bûye sedem ku êzidî ji qirkirinê rizgar bibin.”

Bi boneya 41emîn salvegera Pêngava 15ê Tebaxê Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser a Şengalê ku wateyeke taybet dide pêngava 15ê Tebaxê û xilasbûna ji fermanê bi vê pêngavê ve girê dide, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Kurdistanê, civaka êzidî û tevahî gelê kurd pîroz kir.

Di peyamê de destpêkê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ku mîmarê vê pêngavê ye hate silavkirin û cejin li Abdullah Ocalan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hate pîrozkirin. Her wiha Rêveberiya Xweser cejna vejînê li gerîlayên azadiyê, li hemû gelên bindest û azadîxwaz, civaka êzidî û tevahî gelê kurd pîroz kir.

Di dewamê de Rêveberiya Xweser pêngava bi pêşengiya fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate destpêkirin, weke jinûve jidayîkbûna gelên bindest binav kir û got: “Fermandar Egîd pêşengiyê ji pêngavê re kir û guleya yekemîn teqand. Ev bû roja ji dayîkbûna gelên bindest. Ev têkoşîn û berxwedan heya roja îro dewam dike. Pêngava aştî û civaka demokratîk ji bo gelên herêmê ne kêmî pêngava 15ê Tebaxê ye ji bo tevahî gelan destketiyên dîrokî bi xwe re tîne . Bi vê guleyê koletî hate hilweşandin, siyaseta qirkirinê ya li ser gelê kurd vala derxist. Rih, çand, civak û mejiyeke nû afirand, wê pêngava aştî û civaka demokratîk tişta nîvco mayî temam bike, çawa ku pêwist bû tevahî gelê bin dest xwedî li pêngava 15ê Tebaxê derket û heta zaferê anî îro jî heman rih pêwiste.”

Di dewama peyamê de hate gotin, pêngava 15ê Tebaxê hiştiye ku êzidî ji qirkirinê rizgar bibe û wiha hate gotin: “Ev roj ji bo civaka me ya Êzidî bi wate ye. Ev roj roja rizgarkirina hemû gelên bindest û berxwedanê ye. Gerîlayên azadiyê bi vî ruhî di dema fermanê de bi hewara me ve hatin û karîn me ji fermanê xilas bikin. Civaka me bi ruhê Egîdan, Mam Zekî Şengalî û Seîd Hesenan xwe nas bikin û xwe ji qirkirinê rizgar bikin.”

Di dawiya peyamê de hate gotin: “Bi boneya 15ê Tebaxê em ê têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê bilind bikin. Em ê ji bo yekîtiya gelên herêmê û avakirina neteweya demokratîk ya li ser fikrê Rêber Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê bi taybet tifaqa gelê Êzidî li gel gelên herêmê xurt bikin û ji bo çareseriyê li Iraq û cîhanê rol bigirin. Evê jî bi esas girtina fikrê Rêber Apo bibe. Bijî pêngava 15’ê Tebaxê.”