15ê Tebaxê ji bo gelê Kurd xwedî wateya vejîn û azadiyê ye. Rojeke dîrokî û remza serhildanê ye. Heta niha bi hezaran gotar û nivîs li ser 15ê Tebaxê hatin nivîsandin. Bi hezaran kesan li ser 15ê Tebaxê şiroveyên xwe anîn ziman. Bi dehan stran li ser 15ê tebaxê hatin strîn. Bi guleya ku di 15ê Tebaxê de hat teqandin, ruh û coşeke mezin kete nava gelê Kurd. Bi 15ê Tebaxê re gelê Kurd zindî bû. Ev coş û zindîbûna 15ê Tebaxê her sal xwe nû kir û li xwe zêde kir. Di 15ê Tebaxê de guleyek hat avêtin. Ev gule bû hezar û bû milyon. Ev gule hem li dijî dijminê Kurdan hat teqandin û hem jî li dijî kevneperestî û nijadperistiya gelê Kurd hat teqandin. Di ser 15ê Tebaxa 1984an re 41 sal borîn. Kurdan 41 sal berê di 15ê Tebaxê bi awayekî fermî dest bi şerê çekdarî kir. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê dest bi têkoşînê kir. Niha derbasî pêvajoyeke nû bûn. Êdî Kurd li şûna şerê çekdarî, zêdetir têkoşîna rêxistinî, siyasî û dîplomasiyê pêş bixin. Di vê têkoşînê de dê bêtir di aliyê bîrdozî û siyasî de xwe bi rêxistin bikin.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk; PKKê gaveke dîrokî avêt. Piştî vê gavê li meclisê komîsyon hat avakirin. Lê tişta ku ev komîsyon bike girîng e. Em ê hem vê komîsyonê bişopînin û hem jî divê em wê arasteyî xebatên çareseriyê bikin.
Ji bo komîsyon rola xwe rast bilîze, êdî rol û rist bêtir dikeve ser milê me Kurdan û rêxistinên demokratîk. Kurd di vê pêvajoyê de çiqas xwe li her derê di aliyê siyasî û bîrdozî de, di aliyê perwerde û komînan de xwe bi rêxistin bikin; dê siberoj di kontrola wan de be. Kurd çiqas karibin xwe di aliyê siyasî û dîplomasiyê de pêş bixin dê karibin pêşengiya gelê cîhanê bikin.
Kurd piştî 41 salên şerê çekdarî dê êdî 15ê Tebaxê bêtir ji bo têkoşîna siyasî û dîplomasiyê xurt bikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevpeyvîna 1988an de dema bi Mehmet Alî Bîrand re dike, dibêje ‘Heta ku polîtîkayên înkar û îmhayê hebe, em ê li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ji tundiyê hez nakin û ne alîgirê tundiyê ne. Di çareseriyê de em ne alîgirê rêbaza tundiyê ne. Heta ku ev tundî bi dawî bibe, heta ku ev înkar bi dawî bibe û heta em jî wekî gelê Tirk wekî xwişk û bira bên dîtin em ê vêtêkoşîna xwe berdewam bikin.’ Rêber Abdullah Ocalan 37 sal berê rêya çareseriyê nîşan dide. Sedema şerê çekdarî tîne ziman.
Rêber Abdullah Ocalan di bangên xwe yên dawî de jî dibêje êdî hebûn temam bûye dora azadiyê ye. Êdî dora siyaseta demokratîk û dîplomasiya demokratîk e. Ji bo vê yekê jî bêtir kar û xebat dikeve ser milê Kurdan. Em çawa dikarin bêtir hemû gelê Tirkiyeyê têxin nava siyaseta demokratîk. Ji bo vê yekê divê em vê 15ê tebaxê bikin guleya azadiya gelê Kurd. Em bikin roja guherîn û veguherînê. Em bikin roja vejîna azadiyê. 15ê Tebaxa 1984an bû guleya vejîna hebûna gelê Kurd. Divê 15ê Tebaxa 2025an jî bibe guleya vejîna siyaseta azad û demokratîk. Bibe guleya vejîna demokrasî û azadiya gelê Kurd. Ji bo wê divê em bi şev û roj têkoşîna demokrasiyê û azadiyê pêş bixin û ji her demê bêtir xwe bi rêxistin bikin.