22 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gavên Yekem ên Fermandar Egît û Fermandar Besê

Serkeftina vê jiyanê bi dilsozî, wêrekî û îradeya çareseriyê ve girêdayî ye ku têkoşîna Fermandar Egît û Fermandar Besê, bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan re tê xurtkirin. Pîrozbahiyên îsal ên 15’ê Tebaxê, bi pêngava Fermandar Besê, vejînê bi wateyeke nû didomîne û pîrozbahiyan digihîne asteke şahîdar û bêhempa.

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de, li Eruhê, guleya yekemîn a di bin fermandariya Egît de hate teqandin, ne tenê dengê çekekê bû, lê qêrîneke hebûnê bû li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û tunekirina gelê Kurd. Ev gule, destpêka têkoşîneke dîrokî ya sedsala 20’an bû ku îradeya parastina nasname, ziman û çanda Kurdî ber bi xwebûnê ve bir. Pêngava Fermandar Egît ne tenê tevgereke çekdarî bû, lê di heman demê de serhildaneke jiyanî bû ku bingeha vejîna neteweyî ya Kurdan avakir. Ev çalakî, hîmê destkeftiyên siyasî, çandî û hebûnî danî û bû sembola berxwedaneke bêhempa.

Ji Çekan ber bi Aşitiyê, Veguherîna Têkoşînê

Di sala 2025’an de, li Casenayê, pêngava “şewitandina çekan” ya di bin rêberiya Fermandar Besê de, qonaxeke nû ya vê rêwîtiya dirêj û bi êş destnîşan kir. Ev gav ne têkçûn, lê serkeftina hişmendiyeke gihîştî bû. Ruhê guleya yekemîn a Fermandar Egît, êdî ne tenê li çiyayan, lê di dilê siyaseta demokratîk, civaka sivîl û wijdana gel de temsil dike û dijî. “Şewitandina çekan” nîşana veguherîneke stratejîk e; têkoşîneke aştîxwaz û demokratîk e ku zimanê şer ê desthilatdaran bi zimanê aşitiyê jê dike û bersiv dide. Ev pêngav, ji Fermandar Egît heta Fermandar Besê, rêya gelê Kurd ji bin siya çekan ber bi ronahiya civakeke modern, demokratîk û ekolojîk ve dibe.

Hêmanên Bingehîn ên Qonaxa Nû

Pêngava nû, li şûna berxwedana çekdarî, têkoşîneke bi rêyên demokratîk ji bo bilindkirina dengê gelê Kurd pêwîstiyek e. Ev tê wateya naskirina zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê, parastina mafên çandî, xurtkirina rêveberiyên herêmî û zêdekirina meşrûiyeta tevgerê li qadên neteweyî û navneteweyî.

Ev qonax armanc dike ku birînên şer ên salan bên kewandin, civak ji nû ve bê rêxistinkirin û destkeftiyên heyî bên parastin. Ev ne tenê projeyeke siyasî ye, di heman demê de tevgereke birdozî ye ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û nûjen.

Pêngava şewitandina çekan derfetekê dide tevgera siyasî ya Kurd ku bi awayekî çalaktir beşdarî siyaseta giştî bibe. Ev ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, lê her wiha ji bo pêşxistina demokrasiyê û avakirina civakeke dadmendtir derfetan diafirîne.

Ji fermandar Egît heta fermandar Besê pêngavek domdar

Rêwîtiya ji guleya yekem a 15’ê Tebaxa 1984’an heta pêngava şewitandina çekan a sala 2025’an, çîroka berxwedan, êş û hêviya gelê Kurd e; pêngaveke domdar û qonaxeke nû ye. Ev rêwîtî, di bin rêberiya Rêber Abdullah Ocalan de, ji bo hemû gelên bindest deriyê pêşerojeke aştîxwaz vedike. Lê belê, çawa ku pêngava guleya yekem ji aliyê hin derdoran ve bi guman hatibû pêşwazîkirin, pêngava şewitandina çekan a Fermandar Besê jî bi heman gumanan re rûbirû dimîne; lê her çiqasî tevdigerin jî, di binê van gumanan de dimînin û nikarin rabin. Ji ber vê yekê, ji bo aştiyeke mayînde ne tenê bêdengkirina çekan, lê her wiha çareseriyên berfireh ên siyasî, çandî û aborî jî xwe dispêre pêwîstiyên bingehîn û pêngavên vejîneke domdar.

Ev veguherîn destpêka jiyaneke nû ye. Serkeftina vê jiyanê bi dilsozî, wêrekî û îradeya çareseriyê ve girêdayî ye ku têkoşîna Fermandar Egît û Fermandar Besê, bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan re tê xurtkirin. Pîrozbahiyên îsal ên 15’ê Tebaxê, bi pêngava Fermandar Besê, vejînê bi wateyeke nû didomîne û pîrozbahiyan digihîne asteke şahîdar û bêhempa. Di vê qonaxa nû de, dibêm tu bi xêr hatî 15’ê Tebax. Roja vejîna gelê kurd hezar carî pîroz be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê