17 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê bi bîr anîn

17 kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin, di sala 32yemîn a kuştina xwe de hatin bibîranîn.

Di 14ê Tebaxa sala 1993yan de gundiyên navçeya Dîgorê ya Qersê li dijî serdegirtinên malan, zexta cerdevaniyê, ambargoya xurekê û binçavkirinan xwestin ber bi navenda navçeyê ve meşê li dar bixin. Polîsên tîmên taybet ên dewleta tirk bi çekan êrişî gundiyan kirin. Di êrişê de 5 jê zarok 17 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Bi ser komkujiyê re 32 sal derbas bûn. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya 32yemîn salvegera komkujiyê, li cihê 17 welatî lê hatibûn qetilkirin bîranîn li dar xist. Wekîlê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bîranînê bûn.

Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hun di bîranînê de axivî û got: “Beriya niha bi 32 salan li vê derê komkujiyek hate kirin. Gundiyan, xwestin zextên wê demê, zexta cerdevaniyê bi meşekê protesto bikin. Tam li vê derê, gule li gundiyan hatin reşandin û li gorî qeydên fermî 17 kes hatin qetilkirin kuştin. Mîna her carê, di vê komkujiyê de jî tu kes nehate darizandin û faîl hatin berdan. Di serdemeke qala mizakere û aştiyê tê kirin de divê dewlet bi sûcên xwe yên li dijî gelê kurd kiriye hevrû bibe. Em ê tu caran kesên li vir hatine kuştin ji bîr nekin.”

Piştî axaftinan, beşdaran 17 qurnefîl danîn cihê welatî lê hatin kuştin û bîranîn bi dawî bû.