17 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya Talîban û têkoşîna jinan

Bi hatina Talîban re li Afganistanê zarok bêdeng in, jin nikarin tena serê xwe bimeşin û rojnameger nikarin binivîsin. Ji ber vê yekê mirov nikare li Afganistanê behsa jiyaneke mirovane bike.

15ê tebaxa 2021an ji bo Afganistanê rojeke  tarî bû. Bi vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê, Talîban dest danî ser rêveberiya Afganistanê û paytext Kabîl jî di nav de rêveberiya hemû bajaran kir bin kontrola xwe.

Desthilatdariya Talîbanê bi taybet ji bo jin, zarok û kêmneteweyan xeteriyên mezin bi xwe re anî. Talîbana ku di navbera salên 1996-2001an de jî li ser desthilatdariya Afganistanê bû û tundiyeke mezin li civakê kiribû angaşt dikir ku dê di serdema nû de karên baştir bike û ji tundiyê dûr bisekine. Lê berovajiyê vê tundiyeke mezin li ser civakê bi taybet jî li ser jinan pêk anî û hê jî tîne.

Jinên afgan di dîrokê de tim neçar mane ku li dijî zextên civakî û polîtîk têbikoşin. Di sedsala 20emîn de jinên afgan ji aliyê perwerdehî û tevlêbûna kar de herçiqas xwedî destkeftiyan bin jî şerê navxweyî yê li welat rê nade ku ev rewş berdewam bike.

Serdema yekemîn a Talîbanê (1996-2001) ji bo jinan wek dojehê bû. Di vê serdemê de perwerde û xebat li jinan hat qedexekirin. Herwiha derketina derva ya jinan girêdayê mêran bû. Heke mêrek ne li gel jinan buya, jin nikaribûn derkevin kolanê. Elbet mêrê pê re jî divê xizmê wê yê pêş bûya. Jinên ku li dijî van qedexeyan derketin li kolanan rastî tundiyê hatin.

Di sala 2001an de bi hilweşîna desthilatdariya Talîbanê û hatina hêzên DYAyê jinan dîsa dest bi perwerdeyê kir. Rojnameger, parlementer û aktivîstên jin ji bo mafên xwe bi dest bixin têkoşîneke mezin dan. Lê mixabin ji ber ku civaka Afganistanê nikaribû xweparastinê pêş bixe bi vekişîna hêzên NATO û DYAyê re bi wendakirina destkeftiyên xwe re rû bi rû ma.

Jinên afgan ji bo van destkeftiyên xwe ji dest nedin li dijî Talîbanê dest bi têkoşînê kirin û li dijî qedexeyan derketin kolanan. Jinên ku derketin kolanan bi êrişa çeteyên Talîbanê re rû bi rû man. Lê dîsa jî jin li dijî van zextan jî di nav malên xwe yên ku tê de hatibûn hepiskirin de, bi awayekî bêdeng û bi biryar têkoşîna xwe berdewam kirin.

Tacîz û tecawiza ku di dema Talîbanê de li Afganistanê zêde bû ne tenê li dijî jinan e di heman demê de li dijî zarokên kur e jî. Kevneşopiya Bacha Bazî ya ku qaşo Talîban dijberiya wê dike û qedexe kiriye di desthilatiya wan de zêdetir bûye. Zarokên kur di temenên biçûk de ji bo arezûyên mêran pêk bînin dans dikin. Di temenê xwe yên biçûk de rastê tecawizê tên û ji ber van travmayan di hemû jiyana xwe de bêdengiyê tercîh dikin.

Bi hatina Talîbanê re li Afganistanê zarok bêdeng in, jin nikarin tena serê xwe bimeşin û rojnameger nikarin binivîsin. Ji ber vê yekê mirov nikare li Afganistanê behsa jiyaneke mirovane bike.

Ev bûyerên heyî hemû li pêş çavên cîhanê pêk tên. Di destpêkê de ew cihana ku ji bo mafên jinan rabû ser piyan niha bêdeng e. Ev bêndengî dibe sedema têkçûna destkeftiyên jinan, bi dawîbûna jiyana zarokan û mirina mirovahiyê.

Lê dîrokê û tecrûbeyên heyî nîşan dane ku tu desthilatdariyên wek Talîbanê nebûne xwedî temenekî dirêj. Ji ber vê yekê ye ku ez bawer dikim tevî zext, îşkence, taciz û tecawiza heyî jî dê jinên îro di nav çar diwaran de neçar dimînin perwerdeyên xwe bidomînîn sibê bi dengekî xurt tevî hemû êrişan jî dê mafên xwe bixwazin û çeteyên Talîbanê tevî hemû qedexeyên wan bişînin nav sergoya dîrokê.