13 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin ji bo azadiyê têdikoşin’

Aktivîsta TJAyê Zekiye Îlbasan der barê hevdîtinên bi gel re axivî û wiha got: “Pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêka jinên kurd e. Mafên jinan li hemû cîhanê tên paşguhkirin. Wekî jinên kurd, em ne tenê bi nasnameya xwe têdikoşin, di heman demê de em rastiyekê jî vedibêjin ku jin di sedsala 21an de ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin.”

Wek tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê di serî de Tevgera Jinên Azad, partiyên siyasî yên û Îsiyatîfa Yekîtiya Civaka Demokratîk, xebateke bi heybet a ji bo  rêxistinkirina jin û gelan û seferberiyek îlan kirin. Di  vê wateyê de li sersanserê Kurdistan û Tirkiyeyê, ji taxan heta gundan civînên jinan û yên gelan li darxistin.

Em jî li ser mebesta vê xebatê û asta ku îro hatine û dê ji îro pêve xebateke çawa ya civaka komînal a demokratik bidomînin bi aktivîsta TJAyê Zekiye Îlbasan re axivîn.

Aktivîsta TJAyê Zekiye Îlbasanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû û li hemû cihanê deng vedabû û ev tişt anîn ziman: “Piştî têkoşîneke 52 salan a li dijî înkara gelê kurd, vê bangê di nav gelê kurd de hem heyecan û hem jî fikar çêkir. Ev heyecan ji agahîgirtina Abdullah Ocalan derket holê ku demeke dirêj di bin tecrîdeke giran de bû. Di heman demê de jî ew der barê baweriya bi dewletê re jî fikaran hîs dikin ku di tevahiya têkoşîna 52 salan de hebûna gelê kurd bi berdewamî înkar kiribû û komkujî pêk anine. Ji bo ku ev pêvajo jinan re, bi gel re û bi raya giştî re were ravekirin û ew tev li pêvajoyê bibin, biryar hat dayîn ku civînên giştî werin lidarxistin da ku banga ji bo civaka demokratîk were ravekirin. Di vê çarçoveyê de, bi hezaran civîn li bajar, bajarok, gund û taxan li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin.”

Zekiye Îlbasanê der barê civînên ku pêk tînin û eleqeya gel a ji civînan re wiha got: “Gel eleqeyeke mezin nîşanî civînan dide; meraq û şopandina wan a ji bo pêvajoyê di nirxandin û pirsên wan de diyar dibin. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku jin ew kes in ku pêvajoyê herî nêzik ve dişopînin û baş jî dinirxînin. Ji ber ku jin di rewşeke kaos ya şer de herî zêde bandor dibin, ji ber vê yekê ew eleqeyeke mezin nîşanî pêvajoya ku tê de aştî tê nîqaşkirin, didin. Mînaka herî şênber a balkêş pirsên ku jin herî zêde dipirsin ev in: Gerîlayan çekên xwe danîne. “Zarokên me yên ku çekên xwe danîne dê çawa xwe biparêzin? Ma dê mafê wan bi qanûnî were parastin?  Eger makezagon tune bin, zarokên me dê çawa werin? Zarokên me hîn jî bêguneh di girtîgehê de ne, ew dê bên berdan? A herî girîng azadiya Rêbertiya me ye. Anku şert û mercên serokatiya me dê çawa bin? Serokatiya me dê di bin van şert û mercan de çawa bikaribe rista xwe bilîze? Ji ber vê yekê divê di serî de Rêbertiya me bi awayeke fîzîkî azad bibe. Daxwaza me ya sereke ev e”. Ev pirsên ku herî zêde der barê ziman, nasname, çand û tayînkirina mutefîkan de têne pirsîn in. Aliyê herî berbiçav a van civînan tevî hinek fikaran jî, di serî de jin, ciwan û gel baweriya xwe bi serokatiya xwe tînin û diyar dikin ku ew ê bi bawerî beşdarî pêvajoyê bibin.”

Zekiye Îlbasan di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Bi rastî jî di serî de jin û gel ji banga Rêbertî ya ji bo civakek demokratîk nebiyanî ne. Lê sedema sereke ya pirsgirêkên civakî li Tirkiyeyê ku polîtîkayeke li ser înkarkirina hebûna gelê kurd pêşketiye ye. Bi hewldan û fedakariyeke mezin a gelê kurd, em ketine qonaxeke wisa ku êdî tu kes nikare hebûna gelê kurd înkar bike. Ji ber vê yekê der barê pêşerojê de, em dubare dikin ku civakeke demokratîk tenê dikare bi xurtkirina têkoşîneke bêhempa pêş bikeve.”

Mafên jinan

Zekiye Îlbasanê diyar kir ku  pirsgirêkên heyî û zextên li ser mafên kurdan ên xwezayî ji ber hişmendiya desthilatdariya mêrperest pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku jinên ku hatine kolekirin bêyî bilindkirina hişmendiya azadiyê nikarin werin azadkirin. Em herwiha rave dikin ku divê jin vê hişmendiyê veguherînin rêxistineke xurt a rêya têkoşîna azadiyê. Têkoşîna azadiya jinan jî bi xwerêxistinkirinê pêş dikeve. Em dizanin ku pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêka jinên kurd e. Ev rastiyek e ku mafên jinan li hemû cîhanê tên paşguhkirin û zarok rastî tecawiz û kuştinê tên. Wekî jinên kurd, em ne tenê bi nasnameya xwe têdikoşin, di heman demê de em rastiyekê jî vedibêjin ku jin di sedsala 21an de ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin.”

Zekiye Îlbasanê da zanîn ku jiber dewlet ne dewleteke demokratîk e jin ne di ewlehiyê de ne û wiha got: “Niha aşkere ye ku dewlet nikare demokratîk bibe. Ji ber ku ew polîtîkayên xwe li ser berjewendiyên xwe yên dewletî dide meşandin. Em di civînan de tînin ziman ku pirsgirêka herî mezin a sereke hişmendî ye. Em pir bi hêsanî dikarin  bibêjin ku gelê kurd, jinên kurd û heta zarokên kurd jî ji vê hişmendiyê ne bêxeber in.  Em baş dizanin ku ev hişmendî jî tenê bi têkoşîneke demokratîk a ku ji hêla jinan ve tê meşandin dikare were çareserkirin. Rêbertiya gelê kurd demeke dirêje ku bi paradîgmayeke demokratîk, wekhev û azadîxwaz ji gelê xwe re vekirî ye û koka pirsgirêka jinan û hişmendiya mêrane aşkere rave kiriye. Em jî hem weke tevgera jinan û hem jî tevgera siyasî ya kurd demeke dirêje ku vê paradîgmaya nû bi jinan re û gelan re parve dikin. Ji ber vê yekê, gelê kurd ji banga civaka demokratîk agahdar e û pêvajoyê jî baş dişopîne û dinirxîne. Ji ber ku ew ji dîroka xwe ya dirêj a têkoşînê agahdar e. Taybetî jî jin pêvajoyê baş fêm dikin û para xwe di vê pêvajoyê de dibînin. Li ser vê bingehê, me ev yek careke din di civînên xwe yên jinan û giştî de dît. Ev cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Em bi xwe jî ji civînên jinan û yên gel hêzeke xurt digirin.”

Dê kî me biparêze

Tevî destpêkirina pêvajoyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de tê girtin. Zekiye Îlbasanê der barê mijarê de û pirsên ku di vê mijarê de di civînan de tên pirsîn ev tişt anî ziman: “ Di civînan de pirsên herî zêde tên kirin ev in; “ Em Abdullah Ocalan, wekî Rêberê xwe dibînin, dê rewşa azadiya fîzîkî çawa bibe? Eger ku ew azad nebe dê çawa bikaribe rista xwe bilîze?” Herwiha di serî de jin hemû gelê kurd ji samîmiyeta dewletê bêyî ku azadiya fîzîkî misoger bibe, guman dikin. Ew dipirsin çima, tevî ku Rêbertî her tiştî dike (PKK fesixkir, kongre pêk anî û merasîma çekberdanê lidarxist), dewlet hîn jî red dike, gavên berbiçav navêje û girtiyên nexweş jî bernade. Ez dixwazim di vir de bûyereke pir balkêş bi we re parve bikim. Di civînan de pirsên ku zarokên 8 û 9 salî ji me kirine parve bikim. Pirsên zarokan kirine ev in; “PKK çekên xwe datîne, ji ber vê yekê kî dê ji niha pê ve me biparêze? Gelo dê leşker jî çekên xwe deynin? Eger ku leşker çekan bernade, em çima wisa çekan deynin? Wê demê ez ê bibim gerîla da ku bikaribim xwe biparêzim. Wekî din jî, divê em wekî zarokên kurdan li dibistanan perwerdehiya kurdî bibînin? Gelo dewlet dê mafê perwerdehiya bi kurdî bide me? Birayê min ji bo azadiya zimanê kurdî şehîd bû da ku ez bikaribim bi zimanê kurdî perwerdehiya xwe bibînim û bi zimanê xwe bixwînim. Eger ku ne wisa be, ez ê biçim ser çiyan û heta ku zimanê min azad bibe ez ê şer bikim”. Li gor fikra min ev pirseke pir balkêş bû. Ev pirs hem pirs derdixistin holê û hem jî ruhê têkoşînê yê serdema nû derxist holê.”

Zekiye Îlbasanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza jinan a sereke ye. Jin azadiya rêbertiya xwe wekî temîneta azadiya xwe dibînin.  Wekî din, heke pêvajo ji ber nebûna baweriya wan bi dewletê were têkbirin an rawestandin, berteka tevgera siyasî ya kurd dê çi be? “Veguherîn û perwerdehiya me dê di dema veguherîna demokratîk de çawa be? Ma dê mafên jinan di Komîsyonê de were mîsogerkirin? Gelo dê mafên kurdan di Destûra Bingehîn de werin naskirin? Jinên kurd û siyasetmedarên kurd, di bingeha xwe de bi jinan re û gelan re civînan li dar dixin. Gelo Dewleta Tirk hewl dide ku civaka xwe razî bike”?

Zekiye Îlbasanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji mijarên herî berbiçav ku me di civînên giştî de dît jî biryardariya jinan a di vê pêvajoyê de ye.  Ev biryardariya jinan di vê pêvajoyê de pir girîng û watedar e. Li gundên ku me serdana wan kir, me dît ku jin dixwazin tev li xebatên jinan û ya partiyê bibin û di vê pêvajoyê de roleke çalaktir bigirin ser xwe. Lê ji ber bêderfetiyên gund, şert û mercên ku tê de ne, nikarin her roj bên bajar û tev li xebatan bibin. Lewra ew ji hêla darayî ve zehmetiyan dikişinin. Ji ber vê yekê ew daxwaza avakirina meclîsa jinan a li gund dikin.”

Zekiye Îlbasanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her wekî ku min li jor behs kir, jin bi kûrahî dizanin ku ew bêyî azadiya Rêbertî xwe nikarin azad bin. Ew jiyana berê û şert û mercên jiyanê yên heyî yên ku ji hêla têkoşîna jinên kurd ve hatine afirandin li ber çavan digirin û li gorî wê dinirxînin. Ew rastiya ku bêyî têkoşînê tiştek nayê bidestxistin, fêm dikin û nas dikin. Her çend ew di aliyekî de tevgera jinan nas dikin û nirx didinê jî, lê ji aliyekî din ve rexneyên xwe jî dikin ku tevgera jinan bi çend civînan divê  xwe sînor neke. Em ji van pirs û rexneyan dibînin ku ew dixwazin bêtir beşdarî pêvajoyê bibin. Em plan dikin ku di pêşerojê de hîn bêtir biçin gundan û xebatên xwe bimeşînin û meclîsên xwe ava bikin.”