12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kuştina jinan şermezar kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê li dijî kuştina jinan ên di demên dawî de zêde bûne meş li dar xist û kuştina jinan şermezar kir.

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Bajarê Şirnexê li dijî kuştina jinan meş li dar xist. Di nav de Parlamenterên DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş û Newroz Ûysal Aslan û gelek jin li ber avahiya Platforma Şaxên a KESKê ya Şirnexê kom bûn û li pişt pankarta, ‘Jinên hatine qetilkirin sedema raperîna me ne” meşiyan. Girseyê heya Qada Cûmhûriyetê bi berzkirina diruşmên, ‘Jin jiyan azadî”, “Kuştina jinan polîtîk e” meşiyan. Meş li vir bi dawî bû û daxuyanî hate dayîn.

Berdevka Jinan a DEM Partiya Şirnexê Esma Erentaş daxuyanî xwend. Erentaş bal kişand ser kuştina jinan ku di meha Tîrmehê de pêk hatine û wiha got: “Di meha Tîrmehê de 31 jin hatine kuştin û zêdetirî 30 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Di qetilkirina van jinan de para dewletê jî heye. Ji ber ku dewlet bi qanûnên xwe kujeran diparêze.”

Piştî daxuyaniyê Newroz Ûysal Aslan jî axivî û da zanîn ku kuştina jinan polîk e û ev yek anîn ziman: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Ev qetilkirin ji ber qanûnên dewletê yên mêrperest in. Em weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê heya dawiyê dê li hember qetilkirinan jinan li ber xwe bidin û xwe birêxistin bikin.”