Di 5ê Tebaxê de li meclisa Mezin “Komîsyona Demokrasiyê ya Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî” hat avakirin. Piştî vê komîsyonê mijara mafê heviyê jî ket rojeva hiqûqnasan. Hiqûqnas diyar dikin ku jibo ev pêvajo bi serkeftî pêş bikeve divê mafê heviyê bê parastin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di 2014an de biryara mafê heviyê da û xwest Tirkiye mafê heviyê têxe meriyetê. Lê 11 sal borîn, hîn jî Tirkiyeyê di zagonan de guhertin nekirine. Têkildarî mijarê Endama MAF-DARê parêzer Rengîn Ergul nirxwandin kir.
Endama MAF-DADê, parêzer û hiqûqnas Rengîn Ergul, li ser mafê heviyê û komîsyona ku hatiye avakirin nirxandin kir. Rengîn Ergul ewil li ser xebatên MAF-DADê yên ji bo mafê hêviyê agahî dan û wiha got: “Ji bo mafê hêviyê xebateke me ya demdirêj heye. Ji roja ku Birêz Ocalan hatiye binçavkirin û girtin, parêzerên wî gelek caran serî li Saziyên Mafên Mirovan ên navneteweyî dane. Piştî gelek serlêdanan, DMMEyê di sala 2014an de biryara Mafê Heviyê da ku Tirkiye vê biryarê pêk bîne. DMME der barê Birêz Ocalan de biryara yekem û duyem da. Biryara yekem rakirina cezayê darvekirinê bû. Biryara duyem jî parastina mafê hêviyê bû. Piştî DMMEyê ev biryar da jî parêzerên Birêz Ocalan û saziyên mafên mirovan jî ji bo ev pêvajo bi lez têkeve meriyetê di nava gel xebat dikirin. Berê di zagonên Tirkiyeyê de cezayê muebeta giran tune bû. Piştre kirin cezayê Muebeta giran. Piştî 2021an em vê biryarê li Komîteya Wezirê Konseya Ewropayê dipoşînin. Konseya Ewropa jî xwedî erke ku biryarên DMMEê bişopîne û ji bo ev biryar têkeve beriyetê zorê li welatên eleqeder bike. Lê ji 2014an heta niha ne ji aliyê Tirkiyeyê ve û ne jî ji aliyê Konseya Ewropa ve gavek erîng nehatiye avêtin.”
Rengîn Ergul, da zanîn ku wekî saziyên kurd ên Kurdistanê û Ewropayê ji 2021an ve li Konseya Ewropa dozê dişopînin û wiha axivî. Em amadekariyan dikin û serlêdan dikin. Me îsal jî hem li ser navê OHDê û saziyên Tirkiyeyê û hem jî li ser navê saziyên navneteweyî serlêdan kir. Baroyên Kurdistanê jî tev li vê pêvajoyê bûn. Me di vê serlêdanê de aşkere kir ku Dewleta Tirk du gaveke erênî neavêtiye. Ji 2014an ve ne dewleta Tirk û ne jî konseya Ewropayê tu gavek erênî neavêtiye. Me di serlêdanê de mînakên cîhanê nîşan dan. Her çiqas li gorî em dixwazin mînaken baş tune ne. Lê em vê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin. Em nikarin bibêjin li cîhanê mînakên gelek baş hene, lê li gorî zagonên tirk mînakên esas bên girtin hene.”
Em li benda encama civîna Îlonê ne
Rengîn Ergul da zanîn ku ew pêvajoyê dişopînin û civîna komîteya konseya Ewropayê di îlonê de ye û dê bişopînin û got: “Me serlêdan kirine. Em li benda encama civînê ne. Em dixwazin bi endamên komîteyê re civînan bikin û agahiyan parve bikin.”
Rengîn Ergul li ser şeklê komîsyona li meclisê jî rawestiya û wiha got: “ Dema em qala aştî û demokrasiye bikin, divê hemû saziyên li Tirkiyeyê tev li vê pêvajoyê bibin. Divê saziyên parêzeran û parazvanên mafên mirovan tev li vê pêvajoyê bibin. Divê parlamento jî vê derfetê ji bo hemû saziyan amade bike. Ji bo ev pêvajo zelal derbas bibe divê rê veke. Di aliyê komîsyonê de kêmosî hene. Ji ber vê yekê em bang dikin ku saziyên mafên mirovan beşdarî vê pêvajoyê bikin. Divê dewlet û meclis di vî alî de gavan bavêje û komîsyonê fireh bike. Lê xuya dike ku astengî di aliyê dewletê de heye. Divê van astengiyan rake. PKKê û Birêz Ocalan gav avêtin. Ji ber vê yekê divê dewlet jî gavên şênber bavêje.”
Dewlet zagonên xwe binpê dike.
Rengîn Ergul da zanîn ku ev komîsyon xwedî erkeke girîng e û wiha lê zêde kir: “Dema em li rewşa Tirkiyeyê dinerin, hikûmet û dewlet zagonên xwe yên esasî naxe meriyetê. Zagonên înfazê pêk nîne. Di aliyê tecrîdê de Tirkiye zagonên xwe binpê dike. Divê ev komîsyon di serî de li dijî van binpêkirinên zagonan têbikoşe. Divê erka xwe ya pêkanîna zagonan pêk bîne. Divê hem ji bo mafê hêviyê û hem jî ji bo hemû girtiyên nexweş û wekheviya hemû gelan zagonan ji nûve saz bike. Divê ev wekheviya gelan û baweriyan di destûra bingehîn de bê mîsogerkirin. Divê hemû pêkhate û bawerî mafê wan bi zagonan bê parastin û mîsogerkirin. Ji bo vê yekê rola vê komîsyonê girîng e. Ji ber vê yekê divê hemû sazî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Divê di serî de dewlet zagonên xwe bişopîne û wan rast bike.”
Divê zagoneke demokratîk ji nûve bê avakirin
Rengîn Ergul bal kişand ser rewşa kesên 30 sal in girtî en jî û wiha pêde çû: “Di aliyê mafê girtiyan de dewlet zagonên xwe naşopîne. Divê hem zagonên xwe bişopîne û hem jî ji bo mafê hêviyê zagonên xwe biguherîne. Ji bo mafê hêviyê divê amadekariya guhertina zagonan bike. Ji ber Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî girtiyên ku divê bêne berdan, nayên berdan. Divê zagon ji nûve bên rastkirin û guhertin. Divê komîsyonek pispor bi vî karê zagonan eleqeder bike. Gava sereke ya bê avêtin mafê heviyê ye. Ya din jî divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan.”
Bazara mafê azadiyê nayê kirin
Rengîn Ergul li ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan rawestiya û got: “Pêvajo tune be jî divê azadiya fizîkî pêk bê. Ev pêwist e. Ji ber ku DMMEyê di 2014an de biryar da ku mafê hêviyê bê parastin. Lê dewleta tirk gav neavêt. Eger dewleta tirk alîgirê vê peymanê be, divê li gorî wê gavan bavêje. Em li ser azadiya fizîkî di vê pêvajoyê de bazariyê nakin. Me mijara bazarê ye. Ev mafekî zagonî û hiqûqî ye. Divê dewlet di serî de mafê hiqûqî û zagonî pêk bîne. Ji ber vê yekê divê di serî de tecrîdê rake û piştre rêya azadiya fizîkî veke. Li gorî mafê hêviyê 25 salên Birêz Ocalan tijî bûne û divê êdî ev rê bê vekirin.”
Heta rêya mafê hêviyê venebe dê pêvajo bixetime
Rengîn Ergul da zanîn ku heta rêya mafê hêviyê bi zagonan neyê vekerin dê ev pêvajo li gorî tê xwestin pêş nekeve û wiha lê zêde kir: “Dewlet di serî de mecbûre li gorî zagonan û qanûnên xwe gavan bavêje.”
Rengîn Ergul bal kişand ser rol û rista hiqûqnasan û parazvanên mafên mirovan rawestiya û wiha lê zêde kir: “Birêz Ocalan jî di daxuyanî da û PKKê jî dema çek şewindandin, li ser hiqûq û siyaseta demokratîk rawestiya. Ji ber rola hiqûq û siyasetê girîng e, di vê pêvajoyê de divê hiqûqnas jî rola xwe bi awayekî çalak bilîzin. Divê xebatên girîng pêş bixin. Hem baro, hem jî saziyên Kurdistan û Tirkiyeyê divê xebatek xurt bidin pêş xwe. Li Kurdistanê saziyên me di aliyê xebatên hiqûqî de encamake k tê xwestin nastînin. Em nikarin bibêjin di aliyê hiqûqî de encama ku me dixwest me stend. Divê em encamê bigirin. Parêzar gavan davêjin, lê encamê nagirin. Divê hiqûqnas û baro her tim bi awayekî çalak rola xwe bilîzin û gavan li ser gavan bavêjin da ku encamê bigirin. Dewlet li ku argumanên xwe yên ne rewa, wekî rewa nîşan bidin, divê em hiqûqnas jî vê nerastiya wan û şaşiya wan derxin holê û teşîr bikin. Divê xebatek xurt û çalak pêş bixin. Serlêdan zêde ne, lê divê ji bo encamgirtinê şopdar bin. Mînak tenê 5 baroyan serî li Komîsyona Konseya Ewropayê dan, lê pêwist bû hemû baroyên Kurdistanê bi mere serî li Konseya Ewropayê dabûna. Divê her kes di ferqa girîngiya rola xwe de bea û rola xwe jî rast û çalak bilîze.”