Berhevkirina firingiyên hişkirî ku ev çend sal in li Amedê bi awayekî berfireh tê kirin, îsal jî di bin germa zêde de dest pê kir. Karkerên demsalî, firingiyên ji zeviyê hatine berhevkirin bi kêrê dikin du felqe, xwê dikin û li ser qumaşê sentetîk ê li erdê hatiye raxistin dihêlin ku hişk bibin. Ajansa Welat (AW) balê dikişîne ser karkerên ku di germahiya havînê de çawa li nav zeviyan firingiya hişk dikin. Merhaleya zuwakirin û hişkkirinê di çend qonaxan re derbas dibe. Firingîyên ku hatine çandin piştî sor dibin, ji zeviyan kom dikin û bi kamyonan tînin qada hişkkirinê. Piştî re ji kamyonan li ser qumaş/çadira hatiye raxistin rûdikin. Bi dehan karkerên ku firengiyan felqe dikin, bi kêran dest bi felqekirinê dikin. Karker wan bi yekcarî dibirin, dikin du felqe û li ser qumaş radixin. Piştî hatin felqekirin û li ser qumaş hatin raxistin, têne xwêkirin. Dû re li ber tavê pênc rojan têne hiştin. Firengî pênc rojan di bin tava germ de gelek caran tê dermankirin. Di dawiyê de, firingîyên hişkkirî bi baldarî têne berhevkirin û dixin kîsikan. Rengê firingî çiqas geştir be, kalîteya wan ewqas baştir tê hesibandin.
Her havîn, bi sedan karkerên çandiniyê têne Amedê ji bo vê karê bikin. Tevî ku germahiya li bajêr ji normên demsalî derbas dibe jî, gelek malbatên ku ji Rihayê hatine, di nav de jin û zarokên ciwan û pîr, di saet 5:00ê sibê de dest bi kar dikin û heta saet 20:00ê êvarê di germahiya dijwar de dixebitin. Mûstafa Kaya ku ji Riha yê hatiye Amedê û di karê firingîyê hişkkirî de dixebite, diyar kir ku ew bi salan in vî karî dike û got: “Em li vir ji saet 5:00ê sibê heta 20:00ê êvarê dixebitin, ger em vî karî nekin, em nikarin debara xwe bikin. Em salê şeş heft mehan li derve ne. Zivistanê nîvî tî nivî birçî dimînin. Pêdivî zêde ye lê pere tune. Di nav mar û dûpişka de bi nono ziko em dixebitin.”
Mûstafa Kaya diyar kir ku ew li derveyî cihê kar di konên ku vedane de dijîn û got: “Di dawiya havînê de, em ji bo lêgerîna debara xwe berê xwe didin bajarekî din.”
Firingîyên li Amedê têne hişkkirin her çend li Kurdistanê nayên xwarin jî, li gelek welatên cîhanê eleqeyek mezin dikişîne. Firingîyên hişkkirî li Îngilîstanê wekî meze û li Îtalyayê jî wekî sosa pîzzayê tê xwarin. Her wiha sal bi sal tonajên firingîyên hişkkirî zêde dibe û ji bo welatên wekî Rûsya, Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê şandin.